Kurdek dibe Cîgirê Parêzgarê Paytexta Qazaxistanê

Kurdek dibe Cîgirê Parêzgarê Paytexta Qazaxistanê

Ciwanê Kurd û çalakvan (Gamze Haydarov) wek cîgirê parêzgarê herêma (Almata) paytexta Qazaxistanê hat hilbijartin

Rûpela (Enstîtuya Kurdî ya Qafqasyayê) belav kiriye ku, li gorî qanûnên komara Qazaxistanê, nûnerên gelên ku li wî welatî dijîn, bi awayekî periyodîk ji aliyê Yekîtîya Gelên Qazakistanê (YGQ) wekî cîgirê walîyên (akîm) herêmên ku lê dijîn, têne hilbijartin.

Her weha li gor wê qanûnê ciwanê Kurd (Gamze Haydarov) ji alîyê Yekîtîya Gelên Qazakistanê (YGQ) ve îsal wek cîgirê waliyê herêma Almatayê hat hilbijartin.

Gamze Haydarov, di 24ê tîrmeha 1980ê de ji dayik bûye, endamê Meclîsa Gelê ya Qazaxistanê bûye û endamê Lijneya Komela Komarî "BARBANG" ya Kurdên Qazaxistanê ye, serokê Navenda Etnokultura Kurdî ya Navçeya Îliya ya Herêma Almataya Qazaxistanê, her weha Karsaz û kesayetiyekî welatparêze.

XELAT