Li Silêmaniyê merasîma roja sînemeya Kurdî birêveçû

Li Silêmaniyê merasîma roja sînemeya Kurdî birêveçû

Li mûzexaneya emnesureke ya li bajarê Silêmaniyê roja duşemê 9/10/2023 çaremîn xola kabîneya yekem ya merasîma roja sînemeya kurdî birêveçû ku ji aliyê (Hawar filmê) ve hatibû sazkirin.

Di merasîmê de ku hêjmarek ji kesayetiyên ronakbîr, siyasetmedar û nivîskar û hunermend û rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl her weha şandek ji Encûmena Penaberên Kurdên Rojava - Sûriyê û şandeke (Xelata Kurmanca) amade bibûn, çar posterên ku ji aliyê Hawar Film ve hatibûn amadekirin ji aliyê çar kesayetiyên diyar ve hatine îmza kirin.

Ew poster pêkhatibûn ji postereka taybet bi xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ku wek yekemîn jina wênegire di dîroka sînemeya Kurdî û tevgera rizgarxwaz ya Kurdistanê de û ji aliyê nivîskar û siyasetmedarê dêrînê Kurd û damezrênerê yek ji mezintirîn partiya Kurdistanê ku ew jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye û bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye (Dr. Omer Şêxmûs) ve hate îmza kirin.

Her weha posterên din jî taybete bi hunermend Ehmed Kaya û poster û salnameya sêyem jî taybete bi Gola Fêla wekû cihekî xwezayî û geştyarî ku dikeve sînorê devera Balekayetî li Hewlêra paytext. Posterê çarem jî taybete bi hêza nerm, huner û çanda Kurdî ku sermaya Kurd û Kurdistanê ye.

Her weha beşek din ya çalakiyê jî taybete bû bi (pêşangeha pirtûkên sînema û wêjeya Yilmaz Guney ya bi zimanê şêrîn yê kurdî) hatibû veqetandin.

Jînenîgariya Yilmaz Guney:

Yılmaz Guney li gundê Edenêyê ya bi navê Yenîceyê di 1`ê nîsana 1937an de hate dinê, Guney yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurdên Zaza ne. Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pûtûn bûye lê wekî Yılmaz Guney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Aktor û derhêner û nivîskarekî Kurde ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste.

Guney, dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kiriye. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir.

Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957an de ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.

Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike. Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e."

 Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

 Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

Fîlmên ku Yilmaz Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in: (Hesp, Jin, Çek) (1966)

-(Gule li min nake) (1967)- (Kêç Nûrî-Seyîdxan) (1968)- (Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind) (1969)

- (Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan) (1970)- (Rêbirran) - (Sosretî) - (Sibeyê roja dawîn e)- (Jan) - (Lorîn) - (Bav) (hemî di sala 1971an de)- (Belengazan) (1972/74)an de -(Heval) (1974).

Fîlmên ku Yilmaz Guney tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye ji sala 1959 û heya bi sala 1972`an bi dehan fiulm bûne.

Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê Yunanî (Costa Gavras) re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li Fransayê çû ser dilovaniya xwe.

XELAT