Amadekariyên 6emîn Festîvala Kobanî ya Filman a Navnetewî

Mîvana xeleka îro 6/7/2025 ya Bernama (Jiyana Kurmancan) berdevka festîvala Kobanê ya Sînema ya navnetewî (Bîter Elî) bû, ku bi xwe ji herêma Kobanê ye û niha li Almanyayê dijî.

Di vê hevdîtinê de mamosta (Bîter Elî) behsa kar û xebat û amadekariyên 6emîn Festîvala Kobanê ya filman a navnetewî kir ku dê di 5-6-7ê Îlona 2025an da xula xwe bi xelatkirina fîlmên serketî û nîşandana wan ji raya giştî ra, bi dawî bike.

Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê (Roşîn Serêkaniyê) ve tê pêşkeşkirin.

XELAT