Jivanê Kewê – Programên Xwendinê
Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrzad Sebrî ragihand ku, zanist û teknolojiya berdewam di pêşveçûnê de ne û divê programên xwendinê jî li gor pêşveçûnên zanistê bêne nû kirin û pêşxistin.
Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê li bajarê Duhokê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê programên xwendinê bûye bi mêvandariya Dr. Şêrzad Sebrî mamostayê zanîngehê.
Di vê mijarê de Dr. Şêrzad Sebrî bi berferehî behsa programên xwendinê li Herêma Kurdistanê kir û tekezî li wê yekê jî kir ku, divê dem bi dem li gor pêşveçûnên teknolojiya û zanistê programên xwendinê jî li dibîstan û kolêj û zanîngehan bêne nûkirinê.
Mamostayê zanîngehê Dr. Şêrzad Sebrî diyar jî kir ku divê sûd û mifa ji teknolojiya nû ya serdemê bê wergirtinê di programên xwendinê û sîstema perwerdehiyê de.
Ji bo temaşekirina hemû bernamê vê lînkê bitikîne…
XELAT