Diyariya Serok Mam Celal ji bo Obama
Diyariya serok Mam Celal bo Obama
Ji bo çi Mam Celal 2 bermaleyan diyarî Obama dike?
Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî dema ku di lûtkeya desthilata Êraqê de bû, du bermaleyan wek diyarî ji Serokê Amerîka yê wê demê Barak Obama re dişîne. Ew bexşîne jî hem dîplomasiye û hem jî olî ye û gelek wateyan di nava xwe de kom dike. Di serî regezê Barak Obama û têkiliya wî bi ola îslamê piştrast dike û aliyê din jî sofîtiya xwe dupat dike ku ji bîngeha wêje û terîqeta Talebanî çavkaniya xwe werdigre jêre dide zanîn.
Di wê demê de Serok Talebanî bi rêya wê bexşînê wateyekî din dide dewletê û awayê sîstema siyasî a Êraqê û ji bo Amerîka zelal dike.
Bexşîna du bermaleyên ku bi dest hatine çinîn û ristin, sirûşta baweriya Êraqê bi Îslameke miyanrew a kevnar aşkira dike û eger bi zimanê jimareyê jî wateya sembolîk jêre bê dayîn ku wateya du bermale nîşana herdu mezhebên Êraqê (Sunî û Şî`e) dide nîşandan lê belê di bin nasnameya nîştiman de.
Rojnameya Waşinton Post a Amerîkî di ware diyarî û bexşişên serkirde û nêrderên dîplomasî yên karbidestên Amerîka, geranekê di nav dîroka diyariyan dike. Di wê raportê de amaje bi cur û dîroka diyariyan dike û têde hatiye ku di 7 nîsana 2009`an de, ji aliyê serokomarê Êraqê ve bi buhayê 1850 dolaran xelat diyarî serokê Amerîkayê kiriye. Li gorî heman raportê di 25ê heman meh û salê de bi buhayê 400 dolaran diyarî bo Hîlarî kilinton wezîra derve ya wê demê a Amerîkayê. Li gorî rapirtê li ser boksa diyariyê jî hatiye nivîsîn (Ji Celal xebatkarê ji bo azadiyê ji bo Serok Obama) eve bi xwe jî amajeya wê yekê ku, Serok Mam Celal di bexşînên xwe de navnîşana tekoşîn û xebatkariya xwe gelekî pesend bûye û ji postê serkomariya Êraqê li ba wî giringtir bûye.
Her weha li gorî rojnameyê tişta ku diyariyên serok Mam Celal ji diyariyên serkirde û serokên welatê din cuda dike, nirxên diyariya Mam Celal yê herdu diyariyan tenê 2500 dolar bûne. Di demekê de diyariyên hin serkirdeyên welatên din ji sedan hezar dolar nêzîk bûye. Lê di ware buhayê sembolîk û wateya siyasî jî tu diyariyek naghêje asta xelatên Mam Celal ku dîroka kevin û resen a eslê civaka Êraqê didin nîşandan. Lê di warê şêwe û rûkar bermal û raxerên bi dest hatine çinîn li Êraqê wekû hevin û bi dirêhaiya dîrokê li Êraqê hebûye û ji bo statîka cihên giştî û malan jî hatine bikaranîn her weha ji bo sirûdên olî li ser hatine nexişandin. Eve jî ne tenê girêdayî dîroka geşbûna ola îslamê ye belkû li şaristaniyeta kevin a Mezopotamyayê û li nav neteweyên Sumer û Aşûrî`yan û yên din de hem wek pîşesaziya destî û hem jî wek pêwîstiyekî bi cih gîhandina erkên olî her hebûye.
Xelat/Prtaw/Dawûd Çîçek
