Encumena Penaberên Rojava Serdana Parêzgarê Silêmaniyê Kir
Îro roja Sêşemê 6/5/2025 şandeyek ji Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya serokê Encumenê (Hozan Efrînî) serdana parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Abubekir kirin.
Di wê hevdîtinê de ku li dîwana parêzgehê bi amadebûna birêveberê koç û koçberan û bersivdayîna krîzan li parêzgeha Silêmaniyê rêzdar (Baba Resûl Xefûr) jî amadebû, rewşa penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê û pirsgirêkên wan hatin gotûbêj kirin.
Serokê Encumenê Hozan Efrînî bi berfirehî behsa rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê kir û gelek daxwazî û pêşniyar ji bo rewşa penaberan hatin gotûbêj kirin.
Her weha di dawiyê de Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Abubekir, du pirtûkên notên mûzîkê pêşkêşî hunermend Omer Şan kir ku ji Almanyayê hatibû Silêmaniyê û di nava şanda Encumenê de bû.
Xelat




