Çaremîn xula derçuyên kolêja serbazî li Silêmaniyê birêveçû

Çaremîn xula derçuyên kolêja serbazî li Silêmaniyê birêveçû

Li kolêja serbazî ya Qelaçiwalan, roja şemiyê 16/11/2024, bi merasîmekê ahenga derçûna xwendekarên pêgihandina efseran birêveçû.

Di wê merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û got: Di vê rojê de em bîranîna serok Mam Celal Talebanî bilind dinirxînin ku wî di sala 1992`an de bîra vê yekê kir û ev kolêja serbazî avakir ji bo parastin û xizmeta Kurdistanê.

Ji aliyê xwe cîgirê serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî pîrozbahiya derçuyên efserên kolêja serbazî ya Qelaçiwalan kir û got: Ez hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim ji bo xizmetkirina nîştîman û parastina Kurdistanê.

Xanima yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî di rûpela xwe de nîvîsiye û gotiye: Ahenga derçuyiyên kolêja serbazî ya Qelaçiwalan cihê şanaziyê ye û dîrokî bûye ku têde 769 efser û di nava wan de 48 xanim jî rahênana xwe temam kirine.

XELAT