Hunermend Behcet Yehya berhema nû "Şervanê" belavkir
Hunermendê kurd ê navdar Behcet Yehya di gel weşandina strana (ŞERVANÊ) weha nivîsandiye:
"Yanzdeh sal û nîv berê min ev helbest ji bo şervanek keç a şehîd li Rojavayê Kurdistanê nivîsand, di sala 2015an de, min ew di pirtûka xwe ya bi navê Şehîd de weşand. Salek berê, min çend hevok lê zêde kirin û ew veguherandin muzîkê û navê wê danî "ŞERVANÊ".
Ez saleke ez hewl didim ku wê wekî rêzgirtinek ji bo hemî têkoşîn û qurbaniyên Rojava re tomar bikim, mixabin, heta niha jî, her gav çêkirina hunerê di asta herî bilind de mîna avjeniya li dijî pêlan e, asteng pir caran berhemên hunerî dereng dixin, ev stran qîrîneke ku hêsirên wê, li şûna ku ji çavan werin xwar, bûne peyv û awaz û bi notên muzîkê re tevlihev bûne."
XELAT
