Pirtûkxaneya Mestûre Erdelanî li Amedê hat vekirin
Li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê pirtûkxaneya (Mestûre Erdelanî) hat vekirin.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina Pirtûkxaneya Mestûre Erdelanî de axivî û da zanîn ku ew ê bi Şaredariya Baglarê re xebatên ji bo pirtûkxaneyên nû bi lez bidin destpêkirin.
Pirtûkxaneya "Mestûre Erdelanî", ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Baglarê bi dirûşma “Ji her taxê re pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamîl a navçeya Baglarê hatiye avakirin û navê xwe ji yekemîn dîroknasa jin a Kurd a naskirî Mestûre Erdelanî girtiye, ket ber xizmetê.
Pirtûkxaneya ku li ser qadeke 221 metrekare hatiye avakirin, bi kapasîteya rûniştinê ya 72 kesî û salona xwendinê, armanc dike ku hem ji bo xwendekaran û hem jî ji bo mezinan qadeke xebatê ya gihîştbar ava bike.
Helbestvan, nivîskar û dîroknasa kurd (Mestûre Erdelanî) an (Mah Şeref Xanim) an jî (Mestûre Kurdistanî) li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê sala 1804`an ji dayîk dibe û li Silêmaniyê mezin dibe. Ji malbateke desthilatdar bû. Bi zimanê erebî û farisî jî dizanî. Ew wekî yekem dîroknasa rojhilatê navîn jî tê zanîn. Li ser binemala Erdelan, bûyerên demê tomarkirinên girîng ên dîrokî kiriye.
Mestûre Erdelanî sala 1848`an li bajarê Silêmaniyê li Mîrektiya Baban diçe ber dilovaniya Xwedê.



Mestûre Erdelanî
XELAT
