Sê Pirtûkên Merwan Berekat hatin çapkirin

Sê Pirtûkên Merwan Berekat hatin çapkirin

Helbestvan û nivîskarê navdarê Kurd Merwan Berekat çapkirina sê pirtûkên xwe yên nirxdar ragihand.

Merwan Berekat li ser rûpela xwe ya torên civakî weha behsa hersê pirtûkên xwe dike û dibêje:

- Kobaniyê û Keçên Royê - helbest.

- Çiyayê Kurmênc - Efrîn (Xaknîgarî, Niştecih, Cihên Şûnewarî). Lêkolîn.

- Nameyên Jineke Kurd. Roman. 

Her sê pirtûkên min bi hev re ji nav weşanên AVAyê derketin.

Têbînî:

Pirtûka Kobaniyê û Keçên Royê, ji sala 2016an ji bo çapê amade bû.

Romana Nameyên Jineke Kurd, ji sala 2013an ve ji bo çapê amade bû.

Pirtûka Çiyayê Kurmênc - Efrîn (Xaknîgarî, Niştecih, Cihên Şûnewarî). Lêkolîn. Ji sala 2022an ve ji bo çapê amade bû.

Spasîname:

Ev her sê pirtûk bi alîkariya kurdperwerê gorbehuştî Dr. Resûl Faqî hatin çapkirin. Ango buhayê çapkirinê ji berîka xwe dane weşanxaneyê. Gelekî meraq dikir ku her sê pirtûkan çapkirî bibîne, lê mixabin berî çend mehan mirinê ji nav me revand. Bila giyanê wî şad be.  

Di pêşgotina pirtûka lêkolînê de, min spasnameyek jê re nivîsandiye.

Xelat