Rêz li du rojnamevanên ku çûbûn Rojava hate girtin
Borda ragihandinê ya YNK`ê spas û pêzanîn û rêzgirtin arasteyî du rojnamevanên ku çûbûn bereyên şer ji bo romalkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin.
Berpirsê borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî bi amadebûna hêjmarek ji endamên mekteba ragihandinê, îro roja duşemê 2/3/2026 pêşwazî li herdu rojnamevan (Kawan Omer) nûçegîhanê kenala Gelî Kurdistan û (Zana Hesen) şanderê kenala Kurdsat kirin.
Her weha Letîf Nêrweyî, li hemberî ew erkên rojnamevanî yên ku herdu rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê encamdan pesn û spasiya herdu rojnamevanan kir.


Xelat
