Li Silêmaniyê Tîma Kurdaxê biserket
Tîma mêran a Kurdaxê (Efrîn) li bajarê Silêmaniyê di Kûpa Şampiyoniya Kobaniyê de li hember tîma Zagrosê serkeftin bi dest xist.
Sponsorê fermî yê şampiyonê û serokê tîma Kurdaxê (Efrîn) Rêzan Gumrîkê, di daxuyaniyekê de ji bo Xelatê re ragihand: Tîma Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) bi 4 golan bermaber 2 golan li hemberî tîma Zagrosê ya Rojavayê Kurdistanê biserket.
Rêzan Gumrîkê piştrast kir ku ev lîstik ji ber êrîşên li ser deverên Şahba û Helebê û rewşa xirab a xelkê Efrînê her weha wekû rêzgirtin li hember êşa gelê kurd li Rojava ji sala par ve heta îro hate bi paşxistin.
Bi vê boneya xweş, wek stafa malpera Xelat em serkeftina tîma Kurdaxê pîroz dikin; di heman demê de weku Xelat em spasiya tîma Zagros jî dikin, ku lîstikek xweşik û teknîka werzîşî yên berbiçav nîşan dan.
Her wiha em spasiya rêveberiya Stadyuma Çiwarbax ya Silêmaniyê û Rêveberiya Ciwan û Sporê ya Silêmaniyê dikin ji bo piştgiriya wan a manewî ji bo Şampiyoniya Kûpaya Kobaniyê nîşan dan.


Tîma Zagros


XELAT
