Wateya Gotina `HAHO, HAHÊ....`
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Di kurdiya kurmancî de gotina HAHO, ya HAHÊ û ya ´HA´HÊ bi van sê wateyên cuda têne gotin:
HAHO:
. Ev peyv, ji peyva HA û ya HOyê pêkhatiye.
. Gotina HAyê, ji bo bangê ye. Yanî ez ji te redibêjim: Ha Elo, ha Kalo, ha Keyo…
. Gotina HOyê, gazîkirina ji bo dijberan e.
. Gotina HAHOyê, bi du wateyan tê bikaranîn:
- a) Werin hewara min, werin alîkariya min…
- b) Ji min re derkeve qada şer, ji min re derkeve meydanê. Saziya Zimanê Tirkî jî vê peyva kurdî ji xwe re wergirtiye û bi vî rengî bi kar aniye: ”Hodrîmeydan” Yanî ji min re derkeve meydanê.
HAHÊ:
. Ev peyv bi du haweyan tê gotin:
. HEYHÊ: Yanî bila her kes bizanibe…
. HAHÊ: Ka werin hafa min. Li min binerin. Ev peyv di stranên folklorî de pir hatiye bikaranîn.
´HA´HÊ:
. Ev tîpa ´H di alfabeya Kurdî ya Latênî de tune, lê di fonetîka kurdiya kurmancî de heye.
Dengê vê tîpê, dinavbeta tîpa elîfbêtika erebî ya (ح) û ya (ع) de ye.
Wateya peyvê ev e: Ji min dûr here, nêzê min nebe, xisar nede min, yan xisar nede malê min. Bi piranî ji bo heywanên firende û ji bo berazan tê gotin da ew xisar nedin tiştên ku di zevî û baxçeyan de hatine çandin.
HEHE:
. Yanî erê gotina te rast e.
. Ev peyv bi wateya pejirandinê jî tê gotin, lê tîpa R lê zêde dibe, wek HERÊ tê gotin: Dema keçek tê xwestin, gotina HERÊ bi zêdebûna lêkera KIRINê tê gotin.
HOHO:
Ev peyv bi du haweyan tê bikaranîn:
. Yanî bikêrhatî, jêhatî, çalak: Eger HOHO bûya, wê li ber derê bavo bûya- G.PÊşiyan. Lê wek erênî ji bo mirovan nayê gotin:
. Yanî bila gayê di binê nîr de here. Cotarî ji gayê xwe re dibêje: HOHO bavê min.
HÎHÎ:
. Yanî gotina te ne rast e, derew e. Herweha kirina kenê xwe bi kesekî ye.
HÛHÛ:
. Di perestiniya Kurdên Elewî de pejijandina xwendina duayên olî ye.
Bi hêviya lêkolînan li peyvên wisa…
27/ 02/ 2026
Xelat
