Sîmfoniya êșên me
Nivîskar: Merwan Berekat
Sîmfoniya êșên me li ser lêvên bilûra bêdengiyê diqîre û carinan di devê birînên me de dibe dengvedana lorandina dayîkeke ku li bêhna zarokên xwe yên windayî digere.
Li pêș deriyê rojên me yên ku di meșka azaran de dikeyin, dêwên tariyê hovîtiya xwe bi ser șevên me de digiviṣin. Tevî wê jî, em stûnên konê jiyanê ne.
Ti hêz nikane stranên me rawestîne, ne jî vîna me ya ku ji memikên çiyayên Kurdistanê hatiye mêjandin bilikumîne.
Em diêșin, lê bayê me ne biyan e
Em digirîn, lê rondikên me ne șor in
Li ser termê demên beravêtî em govenda êșan digerînin.
Berî ku nepîrçekên şevê birînên me biziqitînin, em bîrdanka biyaniyê davêjin nav agirê kilkila nûjeniyê.
Xelat
