"Jana Gel" Romanek ji bo Hemû Serdeman

"Jana Gel" Romanek ji bo Hemû Serdeman

Bi boneya derbasbûna zêdeyî nîv sedsalê li ser belavbûna romana şakar "Jana Gel" a mamosta Îbrahîm Ehmed, bi çavdêriya Balyozê Dr. Mihemed Sabir (Serokê Saziya Serok Celal Talebanî) bordê malpera Gelawêj xanimê mêzgirda vê carê ji bo xwendin û şîrovekirina romana `Jana Gel` veqetand.

Di merasima ku bi alîkariya Televîzyona Gelê Kurdistanê hat lidarxistin de beşdaran têbînî û rexneyên xwe ên wêjeyî anîn ziman, her weha bal kişandin ser wê yekê ku Romana (Jana Gel) a şakar û nirxdar yekemîn romane li başûrê Kurdistanê û bîngeha romana kurdî daniye û ji ber bihêzî û bandora vê romanê, ew bi rêbazên rexneyî yên nû bi berdewamî xwendinên nû û hemdem hildigire.

Di heman demê de li ser mijarên teknîkî û hunerî yên nivîsîn û cureyên romanê yên wekî (ziman, dem, cih, vegotin, karakter, bûyer) bi hûrgilî hatine gotûbêj kirin, her weha gotar û nasname û şûnasê wê jî mijareke din a ku beşdaran li ser romanê gotûbêj kirin.

Beşdarên vê maseyê ji (xanim Lîloz Îbrahîm Ehmed, xanim Nermîn Osman, Pro.Dr. Hama Dilêr Misrî, Pro.Dr. Luqman Reûf, nivîskar û lêkolîner Aram Sadiq, Pro.Dr. Zahir Letîf Kerîm, Pro.Dr. Niyan Newşîrwan Fuad Mesti û Pro. Dr. Jîno Ebdullah) pêkhatibûn.

Hêjayî gotinê ye ku şahkara romana "Jana Gel" di sala 1956`an de hatiye nivîsandin, lê mamosta Îbrahîm Ehmed bi fermî di sala 1972`an de çap û belav kiriye.

Wêne: Mihemed Yûsif

XELAT