Şûnwara Gundê Kevin, Dîroka Silêmaniyê Diguhere

 Şûnwara Gundê Kevin, Dîroka Silêmaniyê Diguhere

Serokê beşê şûnwarî li Zanîngeha Silêmaniyê ragihand, cihê nîştecîbûna kevintirîn netewe li ew gundê kevnar ya li bajarê Silêmaiyê hatiye dîtin (Lolo)`yî bûne.

Piştî karkirina heşt werzan, tîmeke mamoste û xwendekarên beşa şûnwaran ya kolêja zanistên mirovî ya zanîngeha Silêmaniyê bi hevkariya rêveberiya geştûguzarê û rêveberiya şûnwaran ya Silêmaniyê, dîtina şûnwarekî kevin û dîrokî ya giring bi navê (Dêkon- Gundê Kevin) li Silêmaniyê ragihand ku dîroka wî cihî vedigere bo 3 hezar û 500 sal berê.

Ew gundê kevin ku hatiye dîtin nêzîkî çemê Serçinar û çemê Qulereysiye ku cihekî stratejiye ku ji aliyê tîmekî 45 kesî ji xwendekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê lêgerîn hatiye kirin.

Bi gotina Dr. Dilşad Ezîz serokê tîma projeya şûnwarên gundê kevin ku ji rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye ew gundê kevin ku hatiye dîtin vedigere serdema Lolo`yan. Ew şûnwar ji koşkekê û nivîsîna mêxî û du navên Kurdî yên kevin û çend morek ku navê xwedawendan li sere, ew yek jî nîşan dide ku (Lolo)yî ku yek ji netewên Kurdan a kevnare,  5 hezar sal li wê deverê jiyan kirine.

Her weha bi gotina tîma şûnwarî Loloyî di navbera deşta Koyê heta dighêje Helebçe jiyan kirine .

Dr. Dilşad Ezîz dibêje; ew şûnwara ku hatiye dîtin dîroka Silêmaniyê diguhere û ji me re dibêje ku Silêmanî cihê nîştecîbûna kevintirîn netewe li vê deverê û ji kevin ve nivîsîn li vê deverê hebûye. Her weha navê xwedawend (Bano) jî wek xwedawendê netewa Lolo`yiyan cara yekemîn li ser çapa morekê ya ew gundê kevin hatiye tomarkirin, her weha wê yekê nîşan dide ku peywendiya çandî û kulturî di navbera gelê Lolo li Silêmaniyê û gelê Kaşî li Germiyanê û gelê Xorî û dewleta Mîtanî li devera Arapxa û Nuzî li sinorê Kerkûkê hebûye.

XELAT/ Kurdistanî Nwê/ Raport: Esrîn Mihemed

https://www.knwe.org/KU/Details/18675