İŞEV ŞÊVA GAYÊ SOR E

İŞEV ŞÊVA GAYÊ SOR E

Li Çiyayê Gabarê yê herêma Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê gundek hebû ku xiristiyan lê dijiyan û mirovekî jîr û zana li wî gundî dijiya. Êvara şeva ku li gorî salnameya Rûmî 12ê Sibatê bi ser 13ê Sibatê ve girêdide, zana û aqilmend ji malbata xwe pirsa Çêleka herî qelewtir di nava Çêlekên xwe de dike û zarokên wî jêre dibêjin yê herî qelew Gayê Sor e. ew mirovê zana ji zarokên xwe re dibêje Gayê sor serjêkirn û demildest û tavilê zarokên wî Gayê Sor tînin û datînin erdê û serjê dikin. Ew gayê sor perçe perçe dikin da ku amae bin ji bo xwarinê. Ji êvarê û pêve berfeke zêde dibare. Zelamê jîr û zana û kurên xwe hildikişin ser ban û berfê bi malbêran davêjin û hevdû dewr dikin heta serê sibê ku befir bi berdewamî dibare û bi wî awayî hemû banên mala xwe paqij dikin. Jina wî û bûkên wî yên li hundir goştê gayê sor di sêlê de çêdikin û ji zilamên ser banê re dişînin dakû hêz bigrin û berfê bavêjin.

Serê sibê barîna berfê kêm dibe. Goştê Gayê Sor jî diqede. Banên wan bi xwe tên paqijkirin, lê deng ji gund nayê!

Kurên ew zelamê zana dibêjin: Bavo! Deng ji gund dernakeve, lê ji her malê stûnên xaniyan tên xuya kirin.

Aqilmend jî dibêje: Ew stûn, stûnên ser banê xaniyan in. Ji ber ku gundiyan berfê paqij nekiribûn, ban hilweşiyan û aliyekî stûnan li ber hewayê ma. Wê rojê tenê mirovê aqilmend û malbata wî ji gundê dûr ê çiyayê Gabarê sax mane. Hemû gundiyên din ên wê şevê di bin berfa zêde de jiyana xwe ji dest dan. Paşê, civata xiristiyan ew kalê aqilmend ji kar derxistin, ew bi xweperest û neheq tometbar kirin.

Di kurdî de ji bo vê şevê gotina "Sibatoka Reş" tê bikaranîn.

 

XELAT/ DENGÊ TORÊ TV