Rastiya navê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê

Rastiya navê bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê

Lêkolîner û dîrokzan û zimanzanê Kurd Biradost Mîtanî aşkira dike ku navê bajarê Hesekê kurdiye û ji navê kesekî Kurdê Ezîdî hatiye.

Biradost Mîtanî nivîsek li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kiriye bi navê (Nerînek ji dîrokê) û têde gotiye: "Navê Hesekê ji navê kesekî Êzdî hatiye, navê wî (Heskê) bû.

Biradost Mîtanî diyar jî kiriye ku, (Heskê) kesekî navdar bû li cem Birahîm Paşayê Milî dixebitî, ew berya ku bajarê Hesekê ava bibe di destpêka çerxê bîstan de berpirsê zemîn , mal ,terş û sewalê wî bû li wê herêmê. Konê wî li ser gir bû . Navê gir bûbû girê Heskê. Navê herêm bûbû devera Heskê. Piştî ava bû navê wê bû Hesekê.

Gora Mîr Îbrahîm Paşayê Milî li Safiya ya bajarê Hesekê, ji aliyê jeopolîtîk ve xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. ji ber ku sînorên başûrê “Rojava” destnîşan dike.

 XELAT