Hevpeyvînek taybet li gel nivîskarê Kurd yê navdar Konê Reş

Hevpeyvînek taybet li gel nivîskarê Kurd yê navdar Konê Reş

Konê Reş ji Qamişlo bû mêvanê Xelata Kurmanca

Konê Reş: Ez Sekoya Kurmancî ji dil û can pîroz dikim

Konê Reş: Di bin şîretên Cegerxwîn de min dest bi zimanê kurdî kir

Konê Reş: Îro keç û xortên me bi geşbînî derin dibistana kurmancî

Konê Reş: Seîd Yûsiv namire heta ku dengê têlên bizqa wî hebe

 

Nivîskar û helbestvanê navdarê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş bû mêvanê Xelata Kurmanca ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê û behsa dîwana xwe ya dawî ya ji bo zarokan a bi navê (Qamişlo Bo Te Silav) kir, ku bi zimanê şêrîn yê Kurdî weşandiye.

Mamosta Konê Reş di destpêkê de derbarê rewşa rewşenbîrî û ronakbîriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî û got:

Bêgoman di van 12 salên dawî de, serbestiya zimanê kurdî di nav kurdên Rojava de, bi hersê herêmên xwe ve, derbasî qonaxeke nû bûye. Mixabin ku îro Efrîn ji wan dûrketiye.. Ew sansor û qedexebûna ku li ser zimanê kurdî hebû, nema ye.. Keç û xort bi serbestî di dibistanên Kurdî de, bi elfabeya latînî dixwînin û his û hestên xwe tînin der.. Erê ew sansora (Hêzên Ewlekariyê ya hikûmeta Şamê) ku hebû, nema ye, zarokên me bi azadî zimanê xwe dixwînin, bi zimanê xwe dikenin, digrîn û dilîlînin. 

Derbarê pirsa pêşkêşkarê Bernama (Xelata Kurmanca) rojnamevan Hozan Efrînî ya sebaret bi koça dawî ya hunermendê mezin (Seîd Yûsiv)? Konê Reş got;

Sebabretî ku ji 25 salan ve roja 21`ê sibatê bûye roja zimanê dayîkê, ez rola van hunermendên kurd wek Seîd Yûsiv, Mihemed Şêxo, Aramê Dîgran û Mehmûd Ezîz û yên dinê, berî rola vê rojê di parastina zimanê dayîkê dibînim.. Ji ber ku bi xêra dengê wan xor û keçên me bi zimanê dayîka xwe re mezin bûn, Seîd Yûsiv yek ji wan kesan bû. Seîd Yûsiv ê ku hem helbestvan bû hem jî awazvan bû hem jî wek mîrê bizqê dihate naskirin.. Naskirina min ji Seîd Yûsiv re, li sala 1978`an vedigere, ew sala ku mala xwe li Beyrûtê vegerand Qamişlo û yekemîn şahiya zewaca min di sala 1978an de vejand.. Ji wê salê ve dostaniya me destpê kir û dirêj kir..  Mirin bi Seîd Yûsiv nediket..! Koçkirina wî berî 4 salan xisarek mezin bû.. wek xisara koçkirina Mihemed Şêxo, Selah Resûl, Selah Osê, Ebdilqadir Silêman, Mihemed Elî Şakir. Mixabin ku van hemûyan di van salên dawî de, di pey hev re koça dawî kirin.. Lê belê Seîd Yûsiv taybetiyek wî hebû, ew awazvan, helbestvan û dengbêj bû ku, 7 dîwanên wî yên helbestan hene.

Hozan Efrînî, pirsa dîwana wî ya bi navnîşana (Qamişlo Bo Te Silav) kir? Nivîskar Konê Reş weha bersiv da û got;

Dîwana (Qamişlo Bo Te Silav), li gor ew helbesta ku hunermendê deng xweş (Medenî Cemîl) yê ku li Amerîka jiyana xwe derbas dike kiriye stranek, min jî navê wê helbestê li vê koma helbestên xwe kir û di roja cîhanî ya zimanê dayîkê de îmze û belav kir.. Ev dîwana zarokan a minî çara ye ji zaroka re..  A yekemîn bi navê (Sîpan û Jîn) bû li Beyrûtê hat çap kirin a duyemîn bi navê (Şagirtên Bedirxanin) li Şamê û dîwana sêyemîn (Helbestên Zarokan) di weşanxana Aram de li Diyarbekirê hate çapkirin û ev dîwana (Qamişlo Bo Te Silav) a çara ye. Ji ber ku em bi zimanê xwe kurd mane, gereke em hezkirina zimanê kurdî di hinavê zarokên xwe de biçînin.. Wan bi şêraniya zimanê Kurdî mezin bikin.

Mamosta Konê Reş da zanîn ku, nivîsên wî ji %80ê bi zimanê kurmancî ne û ji %20 bi Erebî ne. Herweha gelek nivîsên wî hatine wergerandin bo zimanê Frensî, Tirkî û Erebî û 3`ê diwanê wî yê helbestan ji kurmancî bûne erebî û li Şamê hatine çap kirinê.

Rojnamevan Hozan Efrînî pisryar kir ku gelo ji bo çi li Rojavayê Kurdistanê nivîskarên kurd piranî bi erebî dinivîsin her çend ku kurmanciya wan jî heye? Konê Reş weha bersiv da û got;

Bêgoman baştire ku nivîskarên me bi kurdî binivîsînin û min gelekî di vê derbarê de gotiye û ewên ku bi erebî dinivîsin rexene kirine.. Wek nimûne, ez (Selîm Berekat), (Yaşar Kemal) û (Ehmed Qazî) ku yekî bi erebî, yekî bi tirkî û yek bi farîsî nivîskar e, wan wek nivîskarên Kurd nabînim.. Wan pirtûkxaneya wan zimanan xemilandiye, ne pirtûkxaneya Kurdî.. Belê ez wan wek sefîrên kurdan di nav wan miletan de dibînim.. bi şertê ku berhemên wan li dor kul û xem, kêf û şahiya gelê kurd bin.. Nivîsandina bi zimanê serdestan kêmaniyeke mezine.

Sebaretî me kurdên Rojava ji destpêka 2012`an ve bi girsbûn kurdên me berê xwe dane nivîsandina kurdî.. Belê di van çend salên dawî de hin berê xwe didin erebî û bi erebî dinivîsînin..! Di baweriya min de, hezkirina ziman bi hezkirina netewa kurd ve girêdayî ye. Yê ku hez dayîka xwe bike wê bi zimanê dayîka xwe binivîsîne.. Ziman wek çermê mirove, çênabê em çermê xwe ji xwe bikin û çermê xeynî xwe em li xwe bikin. Bila em bi zimanê erebî, ingilîzî û frensî zanibin, lê divê zimanê dayîka me di ser tev zimanan re be.

Pêşkêşarê Bernama Xelata Kurmanca (Hozan Efîrîn) têkildarî damezrandin û xebata Sekoya Kurmancî ku ev heşt mehin dest bi karê xwe kiriye û rojnameyek bi navê Xelatê bi zimanê kurmancî dewşîne û malpera Xelat bi kurmancî heye, ev sekoya kurmancî li Silêmaniyê ku piraniya xelkê me yên bi zaravayê soranî ne, pirsa kir, ku ew vê pêngavê çawa dibînin? Nivîskar Konê Reş got;

OOOOO…. Dema ku min ji mamosta (Dawûd Çîçek) bihîst, kêfa min gelekî hat, gelekî gelekî hat û min pîroz kir.. Di vê derbarê de gazindekê ji nivîskarên Behdînan dikim.. yên ku şêwezarê me û wan yeke.. Di destpêka şoreşa başûr de, çend kovarên wan bi kurmancî (elfabeya latînî) dihatin weşandin.. me kurdên Rojava sûdeyeke baş ji wan didît. Lê mixabin vê paşiyê, ew kovarên ku bi latînî dihatin weşandin wek (Dicle, Nûbûn û Peyman) hatin sekinandin, bi tenê beşek di kovara (Peyv û Laliş) de mane..

Ji ber problema alfabeyê em nivîskarên bejin bilind yên li Duhokê, Hewlêrê û Silêmaniyê nas nakin..! Ji ber ku em berhemên wan em naxwînin, em fêrî xwendna kurdiya latînî bûne.. Bi karanîna alfabeya bi (Tîpên Aramî û Tîpên Latînî)  problemek mezine di nav me Kurdistaniyan de çê dike.. Pêwîste biryareke fermî hevbeş ji vê yekê re were dîtin.. Da ku em karibin berhemên hev bixwînin û hev nas bikim.

Konê Reş berdewam kir û got:  Di sala 1928an de Mistefa Kemal Ataturk ew elfabeya aramî (eskî tirkî), ya ku temenê wê 500 sal bû, bi elfabeya latînî guhert û roja îro romannivîsên bejin bilind bi wê alfabeyê hatin holê wek (Yaşar Kemal) û (Orhan Pamuk). Sebaretî me kurdan pêdiviya me bi biryarek siyasî û yek elfabeyê heye.. Da ku em dûrî hev û ji hev cuda nebin û wek ku diyare fonotîkên tîpên latînî bêtir li bejin û bala dengên kurmancî têne kirin, bêtir ji tîpên aramî, li gor baweriya min..

Hozan Efrînî behsa wê yekê kir ku berî demekê wî bi serokatiya şandekê serdana Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê (Cefer Şêx Mistefa) kirin û ew pirs jê kir derbarê mijara Sekoya Kurmancî de ku hatiye avakirin û daxwaza piştgîriyê lê kirin. Ji aliyê xwe ve (Şêx Cefer) ji wan re gotibû: (Ez bi xwe piştgîrî dikim û emê hewl bidin ku piştgîriya Sekoya Kurmancî jî bê kirin, ev pêngav ya herî rast û diruste ku we avêtiye û ez piştgîrî lê dikim û gereke em hewil bidin ku herkes piştgîriya vê pêngavê bike).

Li ser ew helwesta (Şêx Cefer) cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Konê Reş got:

 Bijî jê re.. gerek wilo be.. Gereke piştgîrî ji Sekoya Kurmancî re hebe.. Ev programê te (Xelata Kurmanca) gerek piştgîrî ji vê re jî bê kirin.. Ne hindike dema tu nivîskarekî an hunermendekî bi kurdistaniyan dide naskirin, wek vê hevpeyvîna em bi hev re dibin bi navê (Xelata Kurmanca), gelekî baş e.. ji min re başe û ji kurdistaniyan re jî baş e.. Pêşketin wilo ye.. Ji xwe dema piştgîriya Sekoya Kurmancî bê kirin û kovarek, rojnameyek bi navê wê derkeve û belav bibe, hîn çêtire.. Ez Sekoya Kurmancî ji dil û can pîroz dikim.

Mamosta Hozan pirs kir ku, gelo eger berhemên Konê Reş bo zaravayên din yên Kurmancî bên wergerandin wê bihêztir nebaya? Konê Reş got;

Bêgoman zimanê me yê kurdî, bi çiyayê Zagros, Toros û Agirî bilind bûye..! Bi ava çemê Dicle, Xabûr û Zap re herikiye..! Zimanê me maka zimanên Rojhilata Navînê ye.. Herweha şêwezarên me yên wek Hewramî, (Dimilî) zazakî, Soranî, Feylî, dewlemendbûna zimanê me ne.. Gereke em van şêwezaran hembêz bikin, biparêzin û xwedî lê derkevin.

Konê Reş amaje bi wê yekê jî kir ku, ew 17 caran hatiye beşdarî di festîvalên herêma Kurdistanê de kiriye li Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê her weha Koysinceq û Rewandoz. Konê Reş dibêje:

Min beşdarî di festîvala Mîr Bedirxan de kiriye li Silêmaniyê û ya Seydayê Cegerxwîn û li Hewlêrê û ya rojnamegeriya Kurdî li Rewandozê û ya floklora Kurdî li zankoya Zaxo.. Gelek caran çûme başûrê Kurdistanê û min mijarên xwe pêşkêş kirine û bi serkeftin vedigeryam. Herweha ez endamê Enstûtuya Kurdî ya Parîsê me û nûnerê PENA Kurdî me li Rojava, herweha min xelata 3`emîn ya Enstûtuya Viyenayê wergirtiye, par jî/2023 wek nûnertiya Enstûtuya Viyena min û ew xelat radestî mamosta (Deham Ebdulfetah) kiriye.. Berhemên min di piraniya kovar û rojnameyên bi Kurdiya latînî hatine weşandin, belav bûne.. ku rojnameya Riya Taze yek ji wa ye. Di sala 1990 de, helbestên min têde hatine belav kirin.

Têklidarî berhemên xwe Konê Reş aşkira kir û got;

Heya niha 33 pirtûkên min hatine çap kirin 28 pirtuk ji wan bi zimanê kurdî ne, naveroka wan di navbera helbest, lêkolîn, dîrok û romanê de ne.. Pirtûkên min di navbera Şam û Beyrût û Stembol û Stukholm, Duhok, Hewlêr û Diyarbekirê de hatine çap û belav kirin. Her weha romana min ya (Beriya Mêrdînê) tê wergerandin ser zimanê Frensî û romana (Ji Evîna Rojên Kevin) ku romaneke jiyanname ye, li ber çap kirinê ye û çend destxet li ber destên min hene, wan amade dikim ji çapkirinê re...

Konê Reş vê yekê jî li axaftinên xwe zêde dike û dibêje;

(Osman Sebrî) ji kesên min ew dîtine û hewesa xwendinê û nivîsandin û eşqa zimanê Kurdî bi min re çêbû.. Sala 1977`an, min xatir ji seydayê Cegerxwîn xwest û ez çûm Almanya, xwedî gravî ji bo xwendinê. Li wir, divî bû ez zimanê Almanî fêr bibim da ku bikaribim bixwînim. Min xwendina zimanê Almanî temam nekir û ez vegeriyam Qamişlo û çûm cem seydayê (Cegerxwîn) û min çîroka çûna xwe jê re got.. Hingê min jî wek nifşê xwe bi erebî dinivîsand.. Di bin şîretên Cegerxwîn de min dev ji erebî berda û dest bi zimanê kurdî kir.. Di wan salan de, ji kesên ku min ew dîtin û serdana wan dikir (Cegerxwîn) bû, dîroknivîsê Kurd (Mela Hesenê Kurd- Hesen Hişyar) bû û gelek caran ji bo dîtina (Apo Osman Sebrî) ji Qamişlo diçûm Şamê.. Bi çûna Şamê re, min rêya xwe bi gora mîr Celadet Bedirxan li goristana şêx Xalidê Neqişbendî dixist.. Di havîna 1989an de, min (Rewşen Bedirxan) naskir.. her meh ez diçûm bajarê Banyas serdana wê.. Di encam de min pirtûkek bi navê (Mîr Celadet Bedirxan Jiyan û Ramana wîna), ji devê wê min girt û di sala 1992an de li Şamê çapkir û sala 1997an de li Stockholmê.. Herweha min pirtûkek min li dor Apo Osman Sebrî jî nivîsandiye û yek li dor Cegerxwîn, yek li dor Mîr Celadet Bedirxan wek ku min gotiye.. Vê dawiyê jî di sala 2019an de min pirtrûkek taybet li dor (Dr. Nuredîn Zaza) amade û çap kir.

Peyama min ji Kurdistaniyan re ji xort û keçên nû hatî re ku ew gotina mîr Celadet Bedirxan ya ku 15 gulana 1932`an de ji Şama Şerîf gotiye (Kuro eybe şerme fihête! An hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in..). Ez ji vê giringtir nabînim ku peyama min be ji xor û keçên kurdan re.. Pêwîste, em  wî emanetê ku dayika me dayî me, winda nekin, biparêzin û emanate wê teslîmî zarok û neviyên xwe bikin.

 Amadekirin: Dawûd Çîçek

2/3/2024

XELAT