Hunermendekî kurdê Rojava koça dawî kir
Hunermendê navdar ê kurd (Xelîl Ehmed Hisên Fiwal) ji bajeroka Şiyê ya Efrînê li Rojavayê Kurdistanê Koça dawî kir.
Huneremnd (Xelîl Ehmed) ji sala 1974`an ve di nava tîpên hunerî yên Efrînê de dixebitê ku bêhtir di warê govend û helperka kultûrî de xwedî rol bû ye.
Hunermend Xelîl yek ji huneremendên herî hezkirî di nava rêzên hunera kultûrî ya Efrînê de bû. Ew xwedî kesayetiyeke nîştimanperwer û welatperwer bû.
Hunermendê navdar ê kurd gelek xizmeta kultûra kurdî a resen kir û herdem hewla parastina wê dikir. Heya roja koça dawî jî, hêviya wî ew bû ku di Efrîneke azad de, wek berê dest bi karên pêşxistin û parastina kultûra kurdî bike û xwedî li rastiya resentiya çand û hunera kurdî derkeve.
Xelat