Jivanê Kewê - Vegêran di Romanê de

Jivanê Kewê - Vegêran di Romanê de

Bernama vê carê ya Jivanê Kewê ya ku di kenala Gelê Kurdistanê de tê weşandin li ser vegêran di romanê de bûye.

Di bernameyê de li ser babeta "Vegêran di romanê de" bi mêvandariya nivîskar û roman nivîsê Kurd (Zerdeşt Şahîn) behsa vegêranê wek babet û curên vegranê hatiye gotûbêj kirin.

Di tewerekê dî yê bernameyê de behsa romana nivîskar (Zerdeşt Şahîn) ya herî dawî ya bi navê (Cîhanên Xilt) hatiye kirin. Her weha têde bal hat kişandin ser naveroka romanê bi giştî di bin sîbera vegêran di romanê û behsê rûdan û karekterên dem û cih û girêdana wan bi heve ku çawa tevnekî rehwan çêdike ku bala xwendevanên xwe rabikşîne li gel rûdanên di romanê de bijîn.

Di vê lînkê de bernamê temaşe bikin:

https://www.gksat.tv/barnamakan_details.aspx?jimare=107&fbclid=IwAR1nKXz9_lJAU8NPUmdCfqEECeAbgNQBhoYUYIU6u_HvMBTnClVFYN4e7l0

Sekoya Kurmancî