Generalê Kurd Gulî Cewar Axayê Elî Begê binase!

Generalê Kurd Gulî Cewar Axayê Elî Begê binase!

Amadekirin: Hеsenê Evdoyê Eli

Gulî-Cewar-Axa yê Elî-Begê (1806-77) general mayorê ordîya Împêratorîya Rûsyayê bû. Kurê wî Eleşeref-Beg (1851-1928) jî general mayorê ordîya Împêratorîya Rûsyayê, Genaralê Şerê Qrimê û suphayên (alayên) Rewanê bûye. Ew eslê xweda Zîlî ne, û ji torina mala Kosa ne. Alayîke (bi Rûsî divêjin «Polk») eskerê Împêratorîya Rûsyayê li ser navê vê malê dihate naskirinê, jêra digotin Şamşadînovskî Polk. Ji ber ku Şemşedînov nasnavê vê mala mezin bû. Ev mal isa jî li cem dewleta padşê Ûris, dahate naskirinê çawa berpirsyarê temamya Kurdê Pişkavkazê. Giranîya vê malê hin li cem dewleta padşê Ûris, û hin jî li nava Eşîret û komêd derdorva gelek gelek bû. Û her usa heleqetîyêd vê malê, li mala Şahê Îranê ra jî hebûn. Ûsivê Xwedo jî, k u jêra digotin «Ûsiv-Axa», serdewatîyê vê malê bû. Isa jî Ûsivê Xwedo heval û dostê Varantsov-Daşkov bû, kîjan cîgirê çarê Împêratorîya Rûsyayê «Nîkolayê-Duyemîn» di dereca pişkavkasêda bû. Û her usa Varantsov-Daşkov, kurapê Nîkolayê- Duyemîn bû. Piştî hatina li Kafkasê Împêratorîya Rûsyayê ji bo piştgirêkîya dewleta xwe di nava qebîle û eşîra da mirovê bi qedir-axa û beg hildijbartin wek serokqomandê wan. Usa jî wek serokê eşîra êzdîyaye Hesenî ku li bin bandûra Împêratorîya Rûsyayê da jîyan dikirin Hesen Axa dihate naskirinê. Lê serokê qebîle û eşîrê kurdê musilman Gulî-Cewar Axayê Elî Begê dihate naskirin, ku paşwextîyê hetani rutba (dereca) general-mayorê bilind bû û leşkerê Împêratorîya Rûsyayê da qulix kir. Ahmedê Gogê û professor Hecîyê Cindî lêkolînê xwe da didine kifşê ku wekî di navbera Gulî-Cewar Axa û eşîrê êzdîya gelekî baş bûye, wî gelek pişgirî û alîkarî daye êzdîya. Rojhilatzanê eyan Mînorskî dinivîse «Di şerê Kirimê da du polkê (alayê) me yê kurda hebûn. Yek ya Qersê, lê ya din ya Êrîvanê bû. Serokqomandê ya duda mayor Cefer Axa (Gulî-Cewar Axa) bu ku dawîyê bû Gênêral û pir alîkarî da me ji bo hukumkirina li ser kurdê dervayî Împêratorîya Rûsyayê. Malbet û zarokê wî heta niha jî ji hikumeta Rûsyayê alîkarîyê distînin, yek ji wan Elî-Eşref-axa Şamşadînove ku tê hesavkirinê çawa serokê kurdê Rûsyayê û r utba wîye generalmayorîyê heye».

Ji sala 1839a heta 1877-78an Rûsya li ser sînora Bakûrê Kurdistan û Başûrê Qefqaz de bi piştgiriya kurdên ji eşîrên Sîpkî (Êzdî) Celalî û Zîlanê ve Qers, Bayîzd û derdorên wî birêvedibir. Li gorî agahiyê albûma Xaka Efsûnan di arteşa Rûsan de hejmara kurdên siwarî gihîştiye 500 kesî. Gulî- Cewar Axayê Elî Begê xudanê malbeteke pir mezin bûye û li gundê Parnaûtêjîyan kirîye. Çawa di belgê wîye resmî da tê xuya kirinê çar jinê wî hebûne: Mexrêyîp xanim, Sultan xanim, Cewad xanim û Xanê xanim. Ji Jina yekem - kurê wî Seyîd - Axa (Eyûb-Axa) ku sala 1833an ji dayik bûye û qîza wî Zerê xanim, ji jina wîye duyem- kurê wî Eleşref- Axa ku sala 1849a ji dayik bûye û qîzen wî- Nenê xanim, Têlî xanim, Kûşey xanim, Gûney xanim. Ji jina wîyê çarem-Xanê xanimê kurên wî Ehmed-Axa (1865), Mehmûd-Axa (1869), Memed-Axa (1877) û qîzen wî Xezal xanim (1871), Seyrê xanim (1873) hebûne.

XELAT/ Jêder: Rûpela Çirûsîya Netemirî