Ji helwestên imbiratoriya Kaşî di bara dewleta Xorî -Mîtanî de

Ji helwestên imbiratoriya Kaşî di bara dewleta Xorî -Mîtanî de

Zimanzan û Dîrokzan: Biradostê Mîtanî

Dîroka Kurdî di dexminan reş  de, îro xwe li Rojavayê Kurdistanê  dubare dike.

Ji helwestên imbiratoriya  Kaşî ya zilhêz  di bara dewleta  Xorî -Mîtanî ya nûdiga de.

Dewleta Xorî Mîtanî li Rojava û Bakurê Sûriyê 1550-1200 b.z ava bûbû . Paytexta wê Waşokanî ,li cem Serê kaniyê bû.Şerê dagirkeran dikir û xwe xurt dikir

Imbiratoriya Kaşî 2225-1157 b.z  ,pir bi hêz û mezin bû. Gelek dever ji Bakrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û ji xwe Rojhilaatê Kurdistanê jî û paytxta wê li wir navê wê  Larsayê bû  û wilo kendav  û Iraq jî di destên wê de bûn, 600 salî bi navê Kurdoniyaş û carinan Rojava jî. Her du dewlet ji pêşiyên me gelê Kurd in.

Di berevaniya dewleta Xorî Mîtanî de ,di ber Rojava û Bakurê Sûriyê de ,dijî ferûnên Misrî . Padîşahê Kaşî Kara Xandîş ,bi artêşa xwe tevlî ya ferûn  Tihotimsê Siyem ê misrî bû ,di hilmeta wî ya (17)an de. Li keviya çemê Ferêt 1457 b. Z

Mîrekên Sûriyê di hevpeymana dewleta Xorî Mîtanî de bûn û bi serokatiya wê . Wan   mîrekan  pişta xwe ji dewleta Xorî Mîtanî digirtin ,dijî hilmetên ferûnên Misrî yên dagirker û ji padîşahê Kaşî Karî Galzo yê yekem 1412b.z xwestin ku arî wan bike ,ji bo ji Sûriyê berdin artêşa Misrî ,lê wî qîma xwe neanî.

Di milmilaniya di navbera dewleta Xorî Mîtanî û Aşûriyan de .Padîşahê Kaşî Korî Galzo yê diwem kete hevpeyama Aşûriyan de ,dijî dewleta Xorî Mîtanî ,sala 1345b.z û wilo  jî Xorî Mîtanî bi ser ketin û Nînewa ma di destên wan de ,lê bi mafê Otomî ji Aşûriyan re .

Xwîşk û birano : Li gor wilo jî dewleta Mîtanî xurt bû û xwe li ser siyaseta derdorê tev ,bi taybet a Ferûnên Misrî ferz kir û ew bûne hevalên wê.Nexasim dema ku Nefertîtî keça padîşahê Xorî Mîtaniyan  bû hevjîna ferûnê Misrî Exnaton û ew helwest û  hewlidanên Kaşiyan dijî birayên wan ên Mîtanî bûç bûn.

Hêjano : Ma vêce ew dîrok îro ,ji aliyên beşek ji kurdên me ve li hindirû û Kurdistanê , xwe li Rojavayê Kurdistanê ya rizgarbiwî dubare nake

 

27-11-2023z.8-9-2635 Kurdî

 

XELAT