Dublinî û Çar Yek

Dublinî û Çar Yek

Dublinî û Çar Yek

Nivîskar: İkram Oguz

Ji vir çil sal berê ez li Stenbolê û xwendekarê zanîngehê bûm.

Wê demê navê zimanê kurdî, “Zimanê Çîyayî- Dağ Dili“ û qedexe bû.

Çend pirtûkên kurdî yên ku li derveyî welat hatibûn çapkirin, ji wan hinek ji sînorên Tirkîyê hatibana derbaskirin jî, ew di bin erdê sar da gorkirî û veşartî bûn.

Di demeke wusa da „Jîyana Bextewar“ a bavê romana kurdî Ereb Şemo bi awayek ketibû destê min.

Weke nave xwe Jîyana Bextewar, ji bo min û çend hevalên derdora min xezîneyeke zêrîn bû. Ji bo ku kes nizanibe em pirtûkeke kurdî dixwînin, me bi nixamtina ji kaxizên kovareke rengîn va navê wê veşartibû. Wek pirtûkeke bê nav, di hefteyekê da carê dest duguhart û dorbidor dihat xwendin.

Li Setenbola wê demê û di salekê ji alî çend kesan va hatibû xwendin, sedîsed neyê bîra min. Lê ez dikarim bibêjim, ku hêjmara xwînerên wê yên ku ew bi dizî dixwendin, ji hêjmara romanên kurdî yên ku îro herî zêde tên firotan, zêdetir bû.

Tew zimanê kurdî îro azad nebe, qedexe jî nine.

Li Bakûrê Kurdistanê û metropolên Tirkîyê bi dehan weşanxaneyên kurdî hene û ew di sale da bi sedan pirtûkên wêjeyî çap dikin, ku piranîya wan jî roman in.

Ne ku pirtûkên nivîskarên kurd, herwiha bi dehan romanên kilasîkên ku bi kurdî û ji bo kurdan hatine wergerandin ji bi serbestî tên weşandin firotan…

Lêbelê, sîyasetvanên kurd jî, kurdên ku hê zimanê xwe jibîr nekirine û daw û doza perwerdeyîya bi zimanê zikmakî dikin jî, li rûyê wan pirtûkan mêze nakin, nakirin û naxwînin.

Ev çend roj bûn min bi rêhevaltîya dengê Şakiro va du pirtûk li pey hev xwend…

Ji wan “Çar Yek”, pirtûka nivîskar û wergervanê kurd Ciwanmerd Kulek e û wek nave xwe ji çar çîrokan pêk tê.

Ya din jî “Dublinî”ya James Joyce, ku ew jî dîsa ji alî Ciwanmerd Kulek va hatîye wergerandin. Dublinî ya James Joyce jî ji 15 çîrokên civakî pêk tê û mirov di wan çîrokan da dibîne, ku Dublinî 100 sal berê çawa jîyan e û bi çi karî va mijûl bûne…

***

Çar Yek, çawa ku di kurtenivîsa li ser berga paşîn da hatîye gotin, bi rastî jî herçar çîrokên ku di di pirtûkê da cîh digrin, wek çar şaxên çemekî diherikin û di dawîyê da dibin yek…

Çîroka yekemîn bi tevlehevîyek dest pê dike, di nav wê tevlihevîyê da mirov carinan wenda dibe, ji bo ku têbigihîje ku mijara çîrokê çî ye û tê da qala kî û kê tê kirin, vedigere û careke din li paş xwe dinihêre…

Lê bi çîroka duyemîn ra mijar zelal, vegotin jî herikbar dibe.

Tewfo xûya dike, ji dûr va…

Tewfoyê ku di kilam û stranan da bi mêranî û mêrxasîya xwe derbas dibe û wek bavê Behcet û siwarê seglawîya qer tê bi nav kirin…

Bi qulubandina rûpelan ra çîrok dibe kilam, kilama Bavê Behcet…

Vegotin jî bi deng û awazên Şakiro va dixemile, di guhê merîya da olan dide û mîna ava çemê çarşaxî bi hev ra diherike.

Şakiro di kilamê da dibêje;

“… Dilşê li çokê xwe dixist digot, lolo Behcet berxê hînga mi dizanîbû ûrt û ocaxê mala bavê Behcêtê min qelîya…”

Ehmedê Zorê jî di çîrokê da, bi ribaba xwe dengê xwe bilind dike û dibêje;

“Axa yê me Tewfîq Îsa

Xilaskir Kurdistan dîsa…”

Mirov bi dengê Şakiro ra xemgîn, bi gotinên Ehmedê Zorê ra jî ber xwe dide…

Bidawîbûna kilamê ra mirov bixwe tê, ku pirtûk jî qedîyaye û dawî li çîrokê hatîye.

***

Dublinî ya James Joyce jî ji alî Ciwanmerd Kulek va û bi kurdîyeke zelal hatîye wergerandin. Joyce di 15 çîrokên ku di pirtûkê da cîh digrin da, jîyana civakî ya li Dublinî ya sed sal berê bi hunera xwe ya wêjeyî hunandîye…

Ger ku di çîrokan da kêmasîyek hebe, ew jî zêdebûn û nêzîkbûna navann in. Nav û lehengên ku di çîrokan da derbas dibin, hem zêde hem jî bi awayek dişibin hev. Mirov carinan wan navan tevlihev bike jî, bi wergera Ciwanmerd Kulek va ji vegotina Joyce jî tahma zimanê kurdî digre.

Di dema ku Joyce ev çirok nivîsîne da jî, Îrlandî weke kurdan miletekî bindest in û di bin desthilatdarîya Îngilîzan da dijîn. Joyce di nivîskarîya xwe da her çiqas zimanê Îngilîzî bi kar anî be jî, wek Yaşar Kemal, mijara berhemên wî jî bi piranî Îrlandî û jîyana wan e. Loma di çîrokên wî da mijara ziman jî qasî giranîya xwe cîh digre. Heta pirsa ku kurd îro ji bo bikaranîna ziman ji hev dikin, Dublinî ev pirs 100 sal berê ji hev kirine, ku ew çima bi zimanê xwe napeyivin?

Ciwanmerd Kulek jî di pêşgotina vê pirtûkê da qala zimanê Joyce û bikaranîna zimanê zikamakî dike û dibêje; “bi kurdî nivîsîn, bi kurdî raman, bi kurdî berhemdayîn, bi kurdî xwendin şerek e, şerê avakirin û bilindkirina şaristanîyekê ye…”

Loma ew qasî nivîskarîya xwe, bi vê wergerê jî di qada şerê edebîyatê da çok daye erde û gulên xwe yên ji peyv û hevokan pêk tê, dide ber hev û li pey hev dibarîne…

Di vî şerî da serkeftina wî û şervanên wek wî jî, bê guman bi piştgirîya kurdên ku hê dev ji zimanê xwe bernedaneyan va girêdayî ye…

18.11.2023

ikramoguz@navkurd.net

Xelat