Mam Celal Talebanî û Ol perwerî

Mam Celal Talebanî û Ol perwerî

Ji tekiya Talebanî ve, ol perwerî her mîras û hîmaya bilind û pîroz bûye, rêberên YNKê ji wir elfebaya perwerdeya ayînî û olî fêrbûn ku dîndarî çakî û pakiye li her cihê ku rêberên YNKê lê hebûbin, ridêna spî û rêz li oldaran dihate girtin û mendîla spî rûmet jê dibarî, minberên mizgeftan nehatine kelebçekirin û minber û dengê azanê lê azad bûn. Ev dergehê rêz û rumetê Mam Celal rê jêre vekir û kilîta wê radestî Bafil Celal Talebanî kir.

Mam Celal rêberê şoreşê û hilgirê alaya ol û azadiyê, dema ku ji dayîk bû quraneke bergê wê kesk di bin serê wî de danîn û gotinên xwedê di guhê wî de hatin xwendin, bi zîkir û fîkrê Xweda perestiyê mezin bû, her weha bi rêbaza terîqetê zanîn wergirt û rêya îman û teqwayê hilbijart, dema ku mezin bû rêya bav û bapîrên xwe winda nekir û ji bo xweda perestî û başiyê bikar anî.

Mizgefta mezin û mala Kak Ehmedê Şêx nûjen kirin û mizgefta Qazî Mihemed ava kir û her di merasîma vekirina wê de Mam Celal gotarek pêkêş kir û got: Eger Îslam nebûya Kurd jî nediman, çûnkî li serdemê sekolerîzma cîhanî de em bûne çar parçe û parçe parçe bûn.

Ew serokê ji tekiya Talebanî ve gihêşte koşka komarî ya Êraqê û pirsgirêka navbera Şîe û Sune û Kurd û Ereb nehêştin û li her jor û cihekî bûya tabloya ayetekî quranê lê dadileqand û bi berdewamî alîkarî digihande tekiye û ew cihên ku teqweya mezin têde dihatin kirin û bigihîşta her cihekî destê alîkariya darayî pêşkêşî mizgeftan dikir.

Niha jî kilîta ew dergehê ku Mam Celal vekiribû li cem Talebaniyê kure ku berdewamiyê di rêbaza pîroz ya bavê xwe dide, û ewên li dijî civakê û bihayên olî bin bi ser wan de diçe. 

Xelat/ Prtaw/ wergerandin: Dawûd Çîçek