Goreke komî ya Enfalkiriyan a din hatiye dîtin
Bi hewlên xanima yekem a Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) lêgerîna li gorên komî yên enfalkiriyên kurd berdewamin û goreke din hatiye dîtin û di niha de nimûneya (DNA) ji kesûkarên enfalkiriyan tê wergirtin.
Di wê derbarê de rawêjkar li serokatiya komara Êraqê (Perî Nûrî Ezîz) ji malpera PUKMEDIA`yê re ragihandiye: "Goreke din a komî li nêzîkî devera (Nugre Selman) ya ser bi parêzgeha Musena hatiye dîtin û ji niha ve nimûneya (DNA) ji kesûkarên enfalkiriyan li devera Çemçemal, Kelar û Koyê tê wergirtin."
Got jî: "Enfal mijareke nîştimanî ye û bi serpereştiya xanima yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed hemû hewlên xwe didin ji bo vegerandina rufatên enfalkiriyan bo kesûkarên wan."
Hikûmeta jinavçûyî ya baas ya Êraqê sala 1988`an bi helmeteke berfereh li deverên başûrê Kurdistanê bi navê Enfal zêdetirî 182 hezar jin û zarok û kal û pîr bi zindî li çolên Êraqê binax kirin, piştî proseya azadî li Êraqê di sala 2003`an û heta niha lêgerîn li gorên komî berdewam in.
XELAT