Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê ji bo penaberan kar dike

Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê ji bo penaberan kar dike

Li navçeya Hewane ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê xwileke perwerdeyeya zarokên penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêkxistina zarokparêzên Kurdistanê ve di navbera 30-9- û 23-10-2024`an birêve çû.

Di wê barê berpirsa Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye xanim Golîzar Erif Reşîd ji Xelatê re ragihand: Li roja 30-9-2024`an li navçeya Hewana ya Silêmaniyê perwerdeya fêrkirina zarokên Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê destpêkir û duh roja 23-10-2024`an bi dawî hat.

Gulîzarê aşkire kir ku zarokan gelek sûd ji wê perwerdeyê dîtin û ev ne cara yekê ye, lê du xwilên din jî berî vê demê birêveçû bûn û gelek sûd ji zarokan re bibû.

Di dawiya axiftina xwe de, ew kar bi hemahengî li gel Encumena Penaberan bû, zarok fêrî çawaniya naskirina şêwazên jiyana rojane û serrastikirina kêmûkasiyên heyî bû.

Di dawiya her perwerdeyekê de jî, dest dikin bi dabeşkirina diyarî û xelatan û bi wê rengî dilê zarokên penaber xweş û geş dikin.

Xelat-Roşîn Serêkanî