Bafil Talebanî: Piştevaniya xwîşk û birayên xwe yên Rojava dikin

Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ragihand ku, ew tekezî li berçavgirtin û parastina mafê gelê Kurd dikin û ewê Piştevaniya xwîşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Bafil Celal Talebanî peyamek derbarê guherînên li Sûriyê weşand têde weha dibêje:
"Di çend rojên bihûrî de me bi hûrbînî ve bûyer û geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dişopandin û bi giringî ve li guhertin û bandoriyên wê dinêrin.
Em bi temamî rêz li vîna gelê Sûriyê digrin, nemaze biryarên ku derbarê paşeroja welêt tên dayîn, lê di çarçoveya parastina mafê hemû netewe û pêkhateyan û liberçavgirtina ev rastiya siyasî ya li wî welatî heye. Em hêvîdar in ev weke derfeteke giring bê dîtin da ku bi siyasetek welatparêzî ya hevpar ve qonaxeke nû ya desthilatdarî û dadperweriyê derkeve holê û paşerojeke aram ji bo gelê xwe misoger bike.
Di vê rewşa hestiyar de em piştevaniya xwe tevahî ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dubare dikin, hêvîdar im em hemû bi yek deng û bi gotarek welatparêzî ve piştevaniya wan bikin û li ber wan metirsiyan bisekinin ku li ser jiyan û aramiya wan gef in.
Herî dawî em tekezî li liberçavgirtin û parastina mafê gelê Kurd dikin, hêvîdar in hemû alî biryara dirust û jîr bidin û parêzvanî li aştî û pêkvejiyana herêmê bikin. Ji ber ku me berê jî gotiye, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ti aştî li Rojhilata Navîn ne pêkan in."
XELAT