Hesen Nazî û tembûra resen ya herêma Efrînê

Kelepor û lêdana tembûrê û stranên resen yên Herêma Efrînê ji mîrateya bav û kalên malbata hunermendê nemir ê mezin yê dengbêjiyê, Hesen Nazî ji gundê Şarane ku keleporek resen li dûv xwe hêştiyê heta gihêştiye hunermend Ekremê Nazî ku dev ji tembûrvaniye bernedaye.

Ekrem Nazî, lêdana tembûrê bi pêçiyan ji bavê xwe Ebdulqadir kurê Hesen Nazî rakiriye ku ew jî tembûrvan bû ye û hêşta bavê wî jî ji kalkê wî Hesen Nazî tembûrvanî biriye.

Bi gotina Ekrem Nazî ew di temenê 7-8 saliya xwe de meraqa xwe ya tembûrê hebûye û lêdixist ji sala 1984-1985`an ve bi awayekî profîsyonelî li tembûrê xistiye û heya niha berdewame û tevlî gelek festîvalên herêmî û navdewletî bûye li welatê Sûriyê ku ew jî li ser navê kevneşopî û kultura Efrînê beşdarî di wan festîvalan de kiriye.

 Ev raportaj a vîdyoyî ji aliyê rojnamevan Nedîm ado ve di sala 2009`an de hatiye derhênan û amadekirin.

XELAT