Dezz Deniz: Rap a kurdî ne mûzîkeke wisa bû ku were hembêzkirin

Dezz Deniz: Rap a kurdî ne mûzîkeke wisa bû ku were hembêzkirin

Dezz Deniz: "Peyamên ku min dabûn doza maf, êş û daxwazên gelê kurd vedigot"

Dezz Deniz: "Ez ji malbatek welatparêz a kurdim"

Hunermenda jin a Kurd ku bi "Dezz Deniz" tê naskirin bi eslê xwe ji navçeya Midyad ya ser bi parêzgeha Mêrdîn ya Bakûrê Kurdistanê ye lê zarokatiya xwe li bajarê Êlihê (Batman)ê derbas kiriye, berî 23 salan li gel malbata xwe koçberî Almanyayê bûne.

Dezz Deniz dibêje ku, di temenê biçûkaniyê de gotin û stranên nû tim dihatin bîra wê. Beşek jê pir hestiyar bû, beşek ji wê jî pir serhildêr û her tim dengê xwe bilind dikir û li dijî neheqiyê îtîraz dikir.

Dezz Deniz ji rojnameya Xelatê re dibêje; " Muzîka Rap û Çanda Hîp Hopê bandor li ciwanên li Elmanyayê û li tevahiya Ewropayê kirî bû.Tiştê ku bandor li min kir ew bû ku hinekî serhildêrtir bûm. "

Dezz Deniz, yekem jina kurd bû ku stranên hîp hope gotin, her çiqas di wî demî de ji aliyê civaka Kurdî de nedihat pejirand lê wê xwest ku bendan bişkîne û rengek nû bixwe nav mûzîka kurdî. Her weha jî piştî ku Deniz bû dayîk hezkirina xwe zêdetir ji hunera şêwekariyê re hat û dest bi nexşa li ser tabloyan kir.

Hunermenda Kurd ji malbateke kurdperwer û welatparêze diyar dike ku, şêwaza wê ya mûzîkê bandoreke mezin li ser komkirina ciwanên kurd li hev kir.

Rojnameya Xelatê hevpeyvînek taybet bi Dezz Deniz re kir û eve naveroka wê ye:

Xelat: Destpêkê em hez dikin hûn wek Dezz Deniz xwe ji gelê Kurd re bidin nasîn, jidayîkbûna we, xelkê kuderê ne û û jiyana malbatê?.

Dezz Deniz: Ez bi eslê xwe ji Midyadê me, min zarokatiya xwe li Êlihê derbas kir. Ez û malbata xwe 23 sal berê koçî Almanyayê kirin. Min di navbera salên 2016 û 2018’an de, di pêvajoya zewacê û veqetandinê de keçek anî dinyayê.  Navê wê “Lara Vîyan” e û niha 5 salî ye.

Xelat: Hûn wek yekemîn jina pop û rapçî ya Kurd tên nasîn ji me re bêje çawa meraqa we li ser wê hunerê çêbû her weha weku jineka Kurd we xwest çi peyamê bighînin civaka kurd?.

Dezz Deniz: Her tim eleqeya min bi Muzîk, Dans û Wênesaziyê re hebû. Min hest bi stranbêjiyê dikir, ji ber ku mûzeya min her dem rê li min dida ku ez stranan binivîsim û hestên xwe bi muzîkê vebêjim. Gotin û stranên nû tim dihatin bîra min. Beşek ji min pir hestiyar bû, beşek min pir serhildêr. Min her tim dengê xwe bilind kir û li dijî neheqiyê îtîraz kir.

Muzîka Rap û Çanda Hîp Hopê bandor li ciwanên li Elmanyayê û li tevahiya Ewropayê kirî bû.Tiştê ku bandor li min kir ew bû ku hinekî serhildêrtir bû. Biyanîbûna li Ewropayê û Bisînorkirina cihê jinê di civakê de û di hunerê de bû sedem ku ez zêdetir xebatên rapê çêkim û li dijî ferasetên paşverû yên di nava me de rawestim.

Xelat: Ez bawerim ev hunera ku we hilbijart weku kevneşopiya civaka me kurdan nayê pejirandin, gelo hûn rastî rexneyên civakê hatin? û we çawa karî wan dîwaran bişkînin û berdewam bin. te hêz ji ku girt?.

Dezz Deniz: Rapê kurdî ne mûzîkeke wisa bû ku bi vî rengî were hembêzkirin û naskirin. Jina rapbêj bûyî kêmasiyek bû, ji ber ku klîbên rapbêjên xort ên ku piştî min derketine hatin weşandin, klîba min yêkem ne hatî weşandin.Tenê yek klîbên min ku dûyemin bû piştî salek min çêkiribû, bi zorê û kurtasî tenê hat weşandin.

Pirsgirêka ku min weke jin dît ew bû ku hunermendên mêr ên ku ji min pir mezintir bûn û xizmeta tevgera Kurd dikirin, her tim weke jineke rapbêj di medyayê de astengî derdixistin û bi zanebûn vê yekê dikirin. Dikarim bibêjim ku bala min wek hunermendekî ciwan ji raya giştî re gelek bêzar kir, mîna ku jinên Kurd ne bi vî rengî bin.

Bi piranî ji gelê me bertekên erênî hatin. Her çiqas muzîka min biyanî deng veda jî, peyamên ku min dabûn doza maf, êş û daxwazên gelê kurd vedigot. Min dixwest bibim hunermendek baş, ji bo ciwan û jinan bibe mînak û mîkrofona min çeka min bû. Gelê me ez bi kelecan pêşwazî kirim. Yekane xala ku ez pê re zehmetî kişandim ew bû ku di nava xwe de partiyên kurd rola jinan danîbûn, ji ber van qalibên teng hê jî min nekarî xwe bigihînim asta ku ez dixwazim. Ger min bi zimanên din ên ku min zanibûm, wek almanî an îngilîzî rap bikira, di bîst salan de ez ê li cîhek pir çêtir bibûma. Lê ya ku min sînordar dike “Wek kurmê sêvê bi xwe ye”...

Kesên ku şêwaza min qebûl kirin her çendî matmayî mabin jî, ji aliyê din ve ez keça malbateke welatparêz bûm û di nav şaxên çanda ciwanan de cih girtim. Bi lez û bez ez qebûl kirim û şêwaza min bandoreke mezin li ser komkirina ciwanên kurd li hev kir. Ciwanên ku ji me dûr bûn û dejenere bûn (ji çand û zimanê xwe dûr ketin) bi hêsanî li çalakî û konserên min kom dibûn.

Xelat: Heta niha çend berhemên we hene gelo kilîp û stran û zêdetir evînî ne yan kulturî û floklorî ne, hinekî ji me re behsa wê yekê bike?.

Dezz Deniz: Di sala 2004an de li Akademiyê Kurd û Koroya netewî hatibum qebûlkirin, tenê ez  bûm kû muzîka rapê dê. Dema ku em di koroyê de bûn, me li Akademiya Çand û Hunera Kurdî bi rêkûpêk perwerdeya Hunerî, Çand û Muzîkê digirt. Paşê, min li dibistana muzîkê ya Beethoven li Bonn/Êlmanya dersên solfej/deng û notayê girt. Piştî Min perwerdeya dansa Hip Hop ê jî girt û tîmê xwe yê dansê ava kir.

Di sala 2005an de min konsera xwe ya yekem da. Neha 20 salin ku rapê kurdîde  aktif cih digirim.

Min du CD/Album çêkirine û gelek Singlên dîjîtal derxistine û bi dehan klîbên min hene ku min ji bo van xebatan çêkirine. Weke ku min behs kir, wek jineke rapwan ji ber ambargoya li ser Medyayê  piraniya klîbên min nas nakin. Ji ber ku albûm tenê li Ewropa  derketine, gelê me yê li welêt nikare xwe bigihîne van berheman.

Di sala 2007an de min albûma xwe ya yekem bi navê "Ew ki bû?" min Mîr Muzîk de derxist.

Min di sala 2012’an de albûma xwe ya duyemîn bi navê “Guherîn” derxist, lê min neda tu şîrketekê, min bi xwe îtîraz kir. Ji ber ku ji bo albûma min a yekem ku min gelek pere xerc kir, tiştek nedan min. Tenê 100 CD dane min ku ez li hevalên xwe belav bikim. Neha tenê albûmek min maye .Ji ber vê yekê min albûma duyemîn bi almanan re çap kir. Û min ew neda tu şirketê kê.

Ez naxwazim edî CDyan derxim. Ji ber ku bi MP3-ê, em nuha dikarin di bazara muzîka dîjîtal de bi rastî bigihîjin bêtir guhdarvanan û şansek heye ku meriv wê hêsantir ji înternetê (Spotify, Alexa, YouTube, hwd.) guhdarî bike û dakêşîne. Mafê hunermendan jî nayê binpêkirin.

Xelat: Hinek stranên we têkelin di navbera hîp hopê û floklora Kurdî we çima ev şêwaz bikar anî di stranên xwede û her weha we çawa karî stran û dansê bi hevre bimeşînin?

Dezz Deniz: Min heta niha bi piranî xebatên civakî û çandî çêkirine. Di mijara evînê de xebatên min pir hindik in, di wan de nêrîna civakê ya li ser evînê rexne dikim û peyaman didim evîndarên sextekar. Ez mafên jinan, hewcedariyên ciwanan, aştî, hêmanên çandî û perspektîfa siyasî dihewînim.

Xelat: Li gorî şopandina me hûn hunera şêwekarî (resim yan wênekêşî) jî dikin gelo hûn ji hunera stran û şêwekarî pêkve dimeşînin yan we ji stranê berê xwe daye hunera şêwekarî?

Dezz Deniz: Di zarokatî yek ji wan dersên ku min di dibistanê de herî herî baş bûm, Resim, Muzik û Sporê bû.  Min ji xêzkirina wêneyan hez dikir. Dema ku ez ciwan bûm min bêtir wextê xwe muzîkê veqetand, min dev ji wênesaziyê berda.Heya ku keça "Lara Vîyan" min evîna min a wênesaziyê ji nû ve hişyar kir.

Bû hobiya me ya hevpar, di vî temenî de L.Vîyan  wênesazekî ciwan e. Bi saya wî min dîsa wênesaziyê hembêz kir. Niha bi boyaxa akrilîk û rûn resiman çêdikim. Di  dema (Covid_19) pandemiyê de hewildana çêtirîn bû ku reng li jiyana min zêde kir. Niha ez bi perwerdehiya serhêl (online webminer)rismên çêtir diceribînim. Min armanc kir ku di pêşerojê de berhemên xwe li galeriya hunerî bi pêş bixim.

Min jî dev ji kariyera xwe ya muzîkê jî berneda. Lê wek dayikek ku zaroka xwe bi tena serê xwe mezin kir, min bi zorê bêhnvedanek girt. Ji ber ku pitika min re ez lazim bûm. Min demek dirêj û dijwar li pey xwe hişt. Ew niha piçekî mezin e. Ez ê muzîka xwe bi dayîna konseran li cihê ku lê hiştim, berdewam bikim.

Xelat: Gelo kilîpên we yên nû hene yan na sedema wê û hûn niha bi çire meşxulin?

Dezz Deniz: Klîbeke min a li benda temamkirinê heye. Lê min ew da sê derhênerên kurd ên cuda. Nikarîbûn. Ji ber ku ew Çanda Hîp Hopê nizanin, kêmasiyan dikin. Ji ber vê yekê gava ku ez amade me ku pêşandanên nû bistînim, ez difikirim ku ez ê wê vîdyoyê bi Almanan re biqedînim.

 Ez niha bi Dayikbûn û Wênesaziyê re eleqedar im. Sala nû dê ji bo min bibe destpêkek nû û ez ê dîsa di muzîkê de cihê xwe bigirim.

Xelat: Di kîjan mecraye dîjîtal de hesabên we hene? Hûn dikarin wê bi xwendevanên me re parve bikin?

Dezz Deniz: Weke dayikekê ev demeke dirêje ku ez ji cîhana dijîtal dûr ketim, ji ber vê yekê ez ji xwendevanên we daxwaz dikim ku bi şopandina min li ser Instagram, Facebook û YouTube wekî "fermî ya Dezz Deniz" piştgirî bidin min. Û spas dikim ji bo rêberiya min li ser vê rêwîtiya nû ya di nav rûpela we de!

Xelat: Gotina we ya dawî wek jineke hunermend a Kurd?.

Dezz Deniz: Em hemû mirovên bi çêj û rengên cuda ne. Em li seranserê cîhanê belav bûne. Lê me çanda xwe winda nekiriye, piraniya me hîn jî ji bo nirxên xwe dijîn. Ez li dijî reaksiyonîzmê me. Em jinên Kurd bi qasî ku ji derve jî xuya dike meyla nûjeniyê ne. Divê em di vê hezarsaliyê de bêyî ku çanda xwe paşguh bikin, hemû civak me bi hunera xwe nas bikin. Muzîk gerdûnî ye, her tişt bi piştgiriya we hêsantir dibe, spas ji we û hemî xwendevanên we re.

Xelat: Gotina hunermend Dezz Deniz ji bo rojnama xelatê ya bi kurmancî çiye ku li bajarê Silêmaniyê ku destpê kiriye ?.

Dezz Deniz: Bi qasî ku ez dişopînim, rojnameya Xelat Kurmancî derdikeve û li cihekî ku Kurden Soran lê dijîn, bêyî ku xema prestîjê bikin, derdikeve. Min pir eciband û wek rojnameyeke înternetê dest bi şopandina wê kir. Rojnameyeke pir rengîn e ku bê guman guhdarvanan min û gelê me dê pir jê hez bikin û bişopînin, Pîroz be. Ez ji we birêz Dawud Çîcek û hemû ekîba Rojnameya Xelatê re di xebata we de serketinê dixwazim û spasiya we dikim ku min di rojnameya we de cih girt.

Amadekirin: Dawûd Çîçek

XELAT