KURD DIVÊ BI ZIMANÊ XWE YA XWESER BERXWEDANÊ BIKIN
KURD DIVÊ DI HER WARÊ JIYANÊ DE BI ZIMANÊ XWE YA XWESER BERXWEDANÊ BIKIN
Nivîskar: Mîrza Xanî
Heke dewlet di vê sîstemê de israr dike, ma rêyek ji bo derketina vê rewşê tune ye? Di vê xalê de berpirsiyariyeke mezin tê ser milê rewşenbîrên kurd, yên ku ji bo kurdan siyaseta dikin, çapemeniya kurd, nivîskar û hunermendan. Divê em bi xwe jî bipejirînin ku me têra xwe xwedî li ziman û çanda xwe nebin. Me di xebatên siyasî yên xwe de Kurdî wekî zimanê bingehîn an jî sereke bi kar neanî. Di rojname, pirtûk, kovar û axaftinên xwe de jî me Kurdî wekî zimanê sereke neanî.
Lê belê, her çi bawerî, îdeolojî an siyaseta te be, tu bi çi bawer bikî — vê yekê bi zimanê xwe yê ku dixwazin wê tunebikin nîşan bide; têkoşîna xwe bi zimanê xwe bike.
Xêra xwe, gava tu ev dikî, di çavên çepgiran de dibînî “netewperest”, di çavên îslamîstan de jî dibînî “qewmperest”. Lê gava tu bi zimanê serdestan biaxivî an binivîsî, tu ji çepgiriyê an jî ji îslamîstiyê nayê derxistin!Ma ev tiştekî adî ye? Divê ev etîket bên redkirin. Kurd divê bi zimanê xwe berxwedanê bikin.Siyasetmedarên kurd jî divê bi zimanê xwe bigihêjin gelê xwe. Heta tu saetên dirêj bi tirkî biaxifî, lê pênc deqeyên axaftina te ya bi kurdî ewqas tesîr dike ku axaftina dirêj nikare bike.
Wekî ku siyasetmedar ne bi pêlavên xwe tê mala gel, ew jî ne divê bi zimanê serdestan tê nav gelê xwe.
KURDÎ MÎNA BERFÊ KU KETIYE BIN BARANÊ, DIHELE.
Heke zimana dayikê te di her warê jiyanê de tê paşguhkirin, qedexekirin, astengkirin, di dibistanan de ne tê fêrkirin, di parlemana dewletê de bi “X” tê binavkirin û biçûkxistin, divê tu helwestek radîkal nîşan bidî.
Kurdî mîna berfê ku ketiye bin baranê, di hember vê baranê dihele û tu ji berfê re dibêjî “berxwedan bike!” Heta qeşayên mezin jî li hember vê baranê nikarin rawestin.
Em dikarin Kurdî bi axaftin, nivîsandin û bi israrkirinê li ser vê yekê zindî bihêlin. Heke tu li bendê bî ku “rojekê dewlet dê demokratîk bibe” an jî “dema kurd mafên xwe digihînin, ev pirsgirêk dê çareser bibe,” dibe ku wê rojê zimanekî te ku tu bikaribî biaxivî nemîne, an jî tu kesên ku bi vê zimanê bikaribî biaxivî, bi mûman bigerî. Li her dem û her derê Kurdî.
Parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî erkeke netewî ye!
Zimanê me rûmeta me û hebûna me ye.
XELAT
