“Payîz û Bihara Kulîlkan” û Ezmûna Romana Kurdî

“Payîz û Bihara Kulîlkan” û Ezmûna Romana Kurdî

Bi awayekî giştî, hunera romanê dibe ku bi hunera qonaxeke pêşketî ya jiyana civakî û rewşenbîrî ya gelan were zanîn. Ew miletê kêmtir derfeta pêşketina civakî û çandî li pêş wê hatibe afirandin, kêmtir romanên nivîskî di nav de hebûye. Di şûna romanê de, zêdetir hunerên wêjeyî yên din li xwe dihewîne, bi taybetî ew hunerên wêjeyî yên devkî di nava xelkê de belav dibin wek helbestê.

Di vê perspektîfê de derketina hunera romanê di edebiyata kurdî de li salên 1950`an de romana (Pêşmerge) a Rehîmî Qazî û (Êşa Gel) a Îbrahîm Ehmed) nîşana pêşketina civaka kurdî tê dîtin.

Lê di van çil salên dawî de, ku mirov dikare weke serdema romana kurdî bide nasînê, pêşketina romana kurdî gelekî serbixwe bûye, helbet tevî sedemên siyasî, çandî û civakî sedemên wê yekê ne ku roman bi xwe jî hunerekî zehmete û kêmtir nivîskar û wêjevan dikarin binivîsin, eve jî meseleyekî din ê vê meydanê ye.

Ger em bi lez û bez li pirtûkxaneya romanên kurdî binêrin, meriv dibîne ku ji bilî çend romanan tiştekî din li ber destên wan nîn e. Ezmûna herî giring jî ji bilî du romanên mamosta Brayîm (Îbrahîm Ehmed) û Rehîmî Qazî, û  "ŞAR" ya Hisên Arif û "Karwanî Genim" a Mihemed Mewlud û "MAM" û "Heres"a Mihemed Mukrî ye. Di van çar-pênc salên dawî de jî pênûseke din jî kete qada romannivîsên Kurd, ku ew jî pênûsa (Gelawêj Xanê) ye.

Gelawêj Xan, di şeş salên borî de sê roman an kurteçîrok çap kirine, ya yekem di sala 1986an de ya bi navê (Ber bi şikefta mêrxasan ve), ya duyem di sala 1987an de bi navê (Dayik û kur) û ya sêyem di sala 1991an de bi navê (Payîz û Kulîlkên Biharê).

Çend taybetmendiyên hevpar ên wan her sê çîrokên dirêj dighîne hev, ew jî her sê çîrok jî li Ewrûpayê hatine nivîsandin û weşandin, yanî nivîskarê romanê di dahênan û derbirîna hest û nestên xwe pêwîstî bi veşartina mebesta xwe ya mij û doman xistina ser naverokê tune bûye, belkû dûr ji desthilata sansorê û giraniya dujmin, hest bi curek ya azadiyê kiriye, ji ber wê jî zimanê her sê çîrokên wê zimanekî rasterast û bê girêk û bê alozî ne.

Taybetmendiya duyem jî ew e ku naveroka sereke ya her sê çîrokan ji hinava rewşa civakî ya kurdewarî çavkaniya xwe werdigre û têkiliyekî rasterast digel jiyana Pêşmergane ya gelê kurd girê dide. Dibe ku sedema sereke ya vê yekê jî ew e ku nivîskarê çîrokan beşeke girîng ji jiyana xwe di nav şert û mercên siyasetê de û jiyana Pêşmergetî û herwiha li nav gundên Kurdistanê de derbas kiriye.

Taybetmendiya sêyem a çîrokên Gelawêj Xanê di wê yekê de xwe îfade dikin ku ne tenê pênûsa jinek nivîskare ku tenê çîrokên xwe berhem anîne, belkû mijar û naveroka sereke ya çîrokan bêhna henaseya dayikekê û hezkirina xwişkeke dilsoz a xwedî ezmûna civakî ya berfireh jê tê. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêkan zêdetir ji nêrîna jineke Kurd derdikeve.

Bi giştî ev her sê roman, an jî bi awayekî hûrtir, ew çîrokên dirêj a Gelawêj Xan, ezmûneke din a biwarê pirtûkxaneyên edebiyata kurdî ne, dibe ku xwendin û nirxandina wan wek zincîre berhemên edebî yên bi hev ve girêdayî ne û karekî bê sûd nebe.

Nivîs: Malpera Gelawêj

XELAT