Silêmaniyê… Salih Heydo bû xwediyê xelata zêrîn a Birahîm Ehmed
Nivîskarê mezin û parêzvanê dewlemendî, folklor û çanda kurdî li Rojavayê Kurdistanê (Salihê Heydo) li bajarê Silêmaniyê hêjayî xelata "Bile" a zêrîn ya siyasetmedarê mezin Îbrahîm Ehmed hate dîtin ku salane li ser hêjmarek rewşenbîr û xebatkar û têkoşer û kesayetiyên siyasî û civakî û hunermend û tekoşeran tê belav kirin.
Ji aliyê xwe ve nivîskar Salihê Heydo nameyeke spasiyê pêşkêşî saziya Îbrahîm Ehmed û rêkxerên merasîmê kiriye û weha nivîsiye:
"SPASÎ
Di 26-4-2025 an de li hola Talarî Huner li bajarê Silêmaniyê, başûrî Kurdistanê ji hêla rêkxistina Birahîm Ehmed fondêşin ya xelata BILE ZÊRÎNÎ bi coşeke mezin ez hatim xelatkirin,her wiha ev xelatkirin bi amadebûna serokê komara Îraqê Rêzdar Ebdulletîf Reşîd û Serokê YNK Bafil Celal Talebanî û radyedarên wê û gelek kesayetî û berpirsên siyasî,rewşenbîrî yên Kurdistanî yên bajarê Silêmaniyê û herêmê xelata zêrîn ya nozdemîn bi rêzdarî gihaşte min,lewra ez gelekî bextewar û şanaz im bi vê rêzgirtinê û ez dest xweşiyê li banoya yekem ya Îraqê Şanazxana Birahîm Ehmed seroka rêkxistina Birahîm Ehmed fondêşin û mamosteyê lêkolîner û nivîskar Biwar Nûrredîn dikim li ser vê vexwendin û xelatdayînê."
Salihê Heydo, rewşenbîr, nîvîskar û helbestvanê kurd ê Rojavayê Kurdistanê xelata zêrîn a Bile li bajarê Silêmaniyê wergirt.
Salihê Heydo li 6ê adar a 1956an de li gundê Hesê Ûso ku dikeve ser devera Amûdê parêzgeha Hesîçeyê ji dayik bûye.
Xwendina seretayî li gund û ya navendî li bajarê Hesîçeyê xwendiye, di sala 1970î de dest bi nivîsandin û xewndina zimanê kurdî ya bi tîpên latînî digel tîpên kurdiya kirîlîk ku kurdên Ermenistan, Gurcistan û Azerbêcanê pê dinivîsandin kiriye û helbest û nivîsandinên xwe li ser rûpelan dane belavkirinê û hûnandinê, di sala 1975an de pirtûkên xwendina zimanê kurdî ji pola yekem heya şeşan afirandiye, di gel wêne û resmên di hindirê wan de, ji ber ku ji hêla şêwekariyê de jî ne bê par e, her wiha zane li piraniya amûrên sazê jî bide, weke tembûr, biziq, berbet (ûd), cumbiş, bilûr û cotik. Her wiha kar û xebatek berfireh di warê folklor û zargotina kurdî ya kurmancî de kiriye, ji gencîneya ku berev û şirovekiriye tev deq û mijarên temam û şirovekirina wan ev in:
3000 dûrik ji folklorê kurdî berevkirine û hemî şirovekirine tev noteyên wan yên muzîkî di gel cih û dever û herêmên wan ku ew jî yên paleyê, destarhêrandinê, qirşvanî yê, cûnîkutê, savarkelînê, bêrî-vantîyê, dewkilandinê, dêranê, kirîvantiyê, govendîyê, berbûkîyê, giranîyê û bêlûteyên feqehan.
4000 pend û gotinên pêşîyan (metelok û edyom).
1500 sirûdên lîstikên zarokan, digel şirovekirin û danasîna herêmên wan.
500 çîrokên folklorî yên şevbuhêrkan.
500 qinyatên kudewarî yên civakî.
1000 têderxistinok û zûgotinokên kurdî.
7000 wêneyên keç û jinan digel yên mêran bi cil û bergên resen yên folklorî ji her çar perçeyên Kurdistan û dever û herêmên kurdnişîn.
100 sîdî bi deng û reng digel keç û xortan û jin û mêran û saz û awazên kurdî yên resen herêm bi herêm gund bi gund.
Salihê Heydo li hemû perçeyên Kurdistanê geriyaye ji bo belgekirina û berevkirina folklorê kurdî.


Xelat
