ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE ... Xelek (5)

 Zimanzan û Nivîskar: Deham Ebdulfettah

 

Têgeha Demê di Navbera "Pêşeroj û Paşeroj" de …!

Di nav hemû mijarên zimanê Kurdî (Kurmancî) de mijarek weku vê mijara di nav destên me de , wiqasî giring , aloz û lihevketî nîne . Giringiya mijara me ne ji rol û nirxdariya naveroka wê tê , belkû ji giringiya çareserkirina kêşeya wê tê . Alozî û arîşeya mijarê jî , ne ji têgihiştin û netêgihiştina naveroka wê tê , lê ji wê helwesta ronakbîrên kurd û diyardeya navlêkirinên berevajî hev tê .

Em dizanin ku zimanê me demeke dirêj weku zimanê derbirîna devkî maye , bêyî ku derfeteke azadiyî li ber wî vebe û hebûna xwe ya nivîskî û pêşketina xwe ya şaristanî zanistî tê de bibîne . Ji ber vê rewşa dîrokî ya xirab gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda bûne , pêdivî ye ku em wan destnîşan bikin .

Ji wan arîşeyên ku xwe didin pêş , navê dema ayinde (duwaroj-musteqbel) e . Rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) , nivîskar , rojnamevan û bêjerên radiyo û telefiziyonan derbarî navlêkirina dema ayinde bûne dû beş :

-  Beşê mezin ji rewşenbîrên "Bakur"û "Rojava"(Tirkî û Sûrî) peyva "pêşeroj"bo dema ayinde (musteqbel) dixebitînin  .

-Beşekî dîtir ji rewşenbîr û nivîskarên kurmancî- axêv peyva "paşeroj"bo dema (musteqbel) bikar tînin , li vê gorê ev her dû navên berevajî hev û dijwate "pêşeroj û paşeroj"di heman pêvajoyê de , li yek demê bûne , ku ew jî dema "ayinde"ye . Ev jî diyardeyeke seyr û balkêşe , nayê Pijirandin û di çi zimanî de jî nayê dîtin  . Li nik şarezayên Kurdan tenê û di rêzimana kurdî tenê de ev diyardeya bêrê peyda dibe ! Ev çawa dibe…?!

Bêguman , her beşek ji wan rewşenbîr û şarezayan ew navlêkirina ku pesend kiriye , bi hin eger û behaneyan daye pêş û baweriya xwe bi rastiya wê înaye (aniye)[1]  . Ez jî , weku hezkerekî zimanê kurdî , gotina "paşeroj"bi wateya dema ayinde dipejirînim û ji mêj ve jî , ez wê dixebitînim .

- Kesîn ku peyva "pêşeroj"bi wateya (musteqbel) bikar tînin dikevin şaşiyeke zanistî dema ku xwe dikin pîvanok û navên demê (hevalkaran)li xwe dipîvin , wek:

- Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj ne hatine pêşeroja me (rojên li pêşiya me) , anku (musteqbelê me)

 -Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku di ser me re

Buhirîne û li paş me mane , anku dema borî (mazî) .

Bi vê têgeha demê û li gora wê pîvana nedurist , hemû mînakên ronîker şirove dikin , wek :

-"Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , muxrib û îşa ne .

Di esrê de êdî lêmêja muxrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane" [2] .

Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne , lê ku mirov deqqa mînakê bi hûrbînî bixwîne dê bigihêje baweriyekê ku ew gumana destpêkê ne rast bû !

Şaşî , herî ew şaşiya pîvanê ye . Ne durist e ku em navekî razber (manewî) , wek navên demê li navekî heyber (madî) , wek mirov bipîvin  . Ya durist ew e , ku her navek di mînaka me de  , li cor û celebê xwe bê pîvan .Bi vê rêzika zaniestî gerek ew mînak bi vî şêweyê rast bê gotin:

-"Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li (paşiya)(limêjasibehê) , (yên musteqbel) nîvro , esir , muxrib û  ,îşa ne . Di esrê de êdî limêja muxrib û îşayê bi tenê li (paşiya)(limêja esrê)dimînin yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhir ,ne li (pêşiyalimêja esrê)(çûne) ".

Bi vê têgehê em dikarin demên limêjê di mînaka çûyî de bi vî şêweyî ronî bikin:

-Di berbangê de , her çar limêjên mayî (nîvro , esir , muxrib û îşa) li paşiya limêja sibehê mane (musteqbel) .

-Di esrê de , limêja muxrib û  îşayê li paş limêja esrê ne (musteqbel in) û limêja sibehê û nîvro li pêşiya limêja esrê buhirîne (borî) .

-Nuha ku em bibêjin , em di roja (sêşemê) de ne , paşeroja me wê roja (çarşemê)be , anku roja li paşiya roja me ,Pêşeroja me jî , wê (dûşem) be , anku roja li pêşiya roja me .

-Li gora vê ravekirinê em karin bibêjin : Pêşeroj : Rojên li pêş vê roja me çûne , ne ku hêj li pêş me ne (dema borî)  .

 Paşeroj : Rojên li paş vê roja me mane , ne ku li paş me mane (dema ayinde) .

Bi vê wateyê , rojên li paş roja yekşemê dûşem , sêşem , çarşem in (paşeroj) ,

Ji hêla bêjesaziyê ve jî , ev her dû bêje "pêşeroj"û "paşeroj"lêkdayî ne û bi şêweyekî rast û durist sazbûne

Wek : - Gul + sor = gola sor

         - Mêr + kal = mêrê kal

           - Ba + reş = bayê reş

Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan (rengdêran) :

-   Sor + gul = sorgul

-   Kal + mêr = kalmêr

-    Reş + ba = reşba

Bi egera sivikbûn û rewaniya bilêvkirinê navgira "e"dikeve navbera her du hêmanên hin gotinên lêkdayî

Wek : - Sorgul = sor-e- gul

            - Kalmêr = kal-e-mêr

            - Reşba = reş -e-ba

Li gora rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî ew navgir tê xebitandin , Anku , li gora sivikbûna bilêvkirinê navgira "e"bikar tê . Bo vê sedemê ev "e"dikeve nav her dû hêmanên hinek peyvên lêkdayî û nakeve nav hinan :

            - Reş + ba = reşeba

            - Pîr + jin = pîrejin

            - Sor + gul = sorgul

            - Kesk + sor = keskesor

            - Xewn + roj = xewneroj

Bi wê pîvanê jî:

            - Roj + pêş = roja pêş = pêş-e-roj

            - Roj + paş = roja paş= paşe-e-roj

Ji hêla rêzimanî ve duriste ku "e"bikar bê , yan jî bikar neyê : - Jinbî = jinebî ( Li gora sivikbûna gotinê) .

Di ferhengên Kurdî de jî wateya gotina "paşeroj", wekî ku em tê digihêjin , bi wateya dema ayinde (duwaroj) hatiye :

1-  Elî Seydo Goranî : "Ferhenga Kurdî Nûjen"[3]

(Kurdî-Erebî)

     - Paşeroj : المستقبل (musteqbel)

     2- Fadil Nizamiddîn : "Estêre Geşe"[4] , (Kurdî-Erebî)

            - Paşeroj : مستقبل (musteqbel)

     3- Mihemed Cemîl Seyda : "Ferhenga Jîn" [5]

            (Kurdî-Erebî)

- Paşeroj : مستقبل (musteqbel)

      4- Gêwê Mukriyanî : "Kurdistan"[6] (Kurdî-Kurdî)

- Paşeroj : Duwaroj (musteqbel)

- Paşeroj : Ayinde(musteqbel)

     5- Hejar Mukriyanî: "Henbane Borîne"[7](Kurdî-Farisî)

            - Paşeroj : Le we duwa , ayinde , rojanî dûwa

     6- Selah Sadella : Ferhenga "Ingilîzî- Kurdî"[8]

            - Future (musteqbel) : Dûwaroj , ayinde ,paşeroj .

     7- D .Îzolî : Ferhenga "Kurdî - Tirk".

            - Paşeroj : Istiqbal (musteqbel) .

    8- Ezîz Reşîd Eqrawî :

- "Rêbera Sêzimanî"[9]

                        (Kurdî -Erebî-Ingilîzî)

                        -Paşeroj : Ayinde ,dahatî (musteqbel)

9-Seyfiddîn Ehmed Ebdo : "Ronak"[10] (Kurdî-Erebî)

                   -Paşeroj : (musteqbel)

Berçav e , ku di van her neh ferhengên dinav destên me de gotina "paşeroj"bi wateya dema (musteqbel) hatiye ravekirin . Ji bilî ferhengan jî , gotina "paşeroj"di nav gel de , li hin gundên herêma Dêrika Hemko , bi wateya (musteqbel) , tê bihîstin , wek : "ka te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?! "Anku , te çi ji dawiya temenê xwe re kiriye ?!

Piştî vê ronîkirinê em ê li hin gotinên gelêrî vegerin û wan , li gora wê pîvana ku me amaje pî kiribû , şirove bikin :

-   "Pêşiyên me": Bav û bapîrên me yên ku di dema pêş vê dema me jiyane (dema borî) .

-  "Gotinên pêşiyan": Gotinên wan kesên ku pêş vê serdema nuha jiyabûn (dema borî)  .

-  "pêş(5) salan ez li Wanê bûm : Berî (5) salan … (dema borî) .

-   "Nuha em ê şîvê bixun paşê em ê herin bajêr : Paş dema xwarina şîvê… . (dema ayinde /musteqbel)

- Paşîv / paş+şîvê : Xwarina dema paş dema şîvê ye .

Li gora dema şîvê dibe (musteqbel)

- Paşiyên me : Nevî û nevîçirkên me yên ku li paş vê dema me wê bên  .

Lê gotinên wek: "pêşveçûn ,paşketin ,pêşverû ,paşverû ,pêşniyaz ,pêşwazî" . …

Bêguman , pêjna demê (ne pêş û ne paş ) ji wan nayê . Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan têgeha wateyên wan tê destnîşankirin . Anku , wateyên wan li gora cihên wan di hevokan de tên destnîşankirin , wekî ku em bibêjin :

            1- Tu di xwendina xwe de pêşketî yî

 (tu di xwendinê de biserketî yî û li pêş hevalan î )

            2- Hûn mirovinî pêşverû ne  .

 (hûn di hizir û ramanên xwe de li pêş civaka xwe ne)

            3- Em çûn pêşwaziya Seydayê xwe  .

 (bo rêz û rûmeta Seyda em çûn pêşiya wî/istiqbala wî)

           4- Ev dara pêşiya me hişk dibe  .

 (dara  ku cihê wê li pêş cihê me hiûk dibe)

            5- Mala we li paş mizgeftê ye)

             ( cihê mala we li paş cihê mizgeftê ye)

            6- Roja li pêşiya me çi roj e ?!

 (roja li pêşiya vê roja me çi roj bû ?)

            7- Roja li paş me çi roj e ?!

  (roja li paş vê roja me wê çi roj be ?)

Her sê mînakên pêşîn pêjna demê ji wan

Nayê û wateya gotinên "pêşketî ,pêşverû û pêşwazî"li gora pêvajoya hevokên wan hatine .

Di herdû mînakên (4-5) ê de , bi duristî cih li cih hatiye pîvan . Di yên (6-7) ê de jî , dem li demê hatiye pîvan  .

Pîvana rast û durist jî ew e , ne ku em demê li xwe (li cihê xwe) bipîvin , wekî ku gelek rewşenbîr dibêjin :

- Ev rojên li pêşiya me (pêşeroj in / musteqbel in) ?!

   Ya rast ew e ku bê gotin :

- Ev rojên li pêşiya vê roja me (buhirîne)  . Anku , heke em di roja çarşemê de bin , ji xwe rojên li pêşiya roja me wê sêşem , dûşem û yekşem bin . Ev roj jî derbas bûne (borî ne) . Rojên li paş wê roja me jî wê pênçşem û în bin . Ew roj jî , hêj nehatine , li paş vê roja me dê bên , anku paşeroj in (musteqbel in)  .     

Digel ku peyva "paşeroj"di wan her neh ferhengan de bi wateya dema (musteqbel hatiye ravekirin û digel vê ronîkirina me jî , hîn em dixwînin û dibihîzin ku gelek nivîskar û rewşenbîrên me gotina "pêşeroj"bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin  .

Gelo , ev ji çi tê ?! çima wiqasî em mijarên wisan giring di ser guhên xwe re davêjin ?! gelo sersarî ye , yan serhişkî ye ?!

Ev cara çarê ye ku ez vê mijarê tevdidim û li ser rûpelên govar û malperan belav dikim . Lê mixabin , hin kes hene deng nare wan û hin jî hene deng nabin xwe …

 

[1] - "Înan" û"anîn" her dû jî bikar tên, lê ya resen "înan" e .

û"anîn" bi hevguherîna tîpan, jê hatiye.

[2] - Rojen Bernas : "Istiqbal çiye, pêşeroj an paşeroj" Govara Nûdem, cotjimara (39-40) Sala (2001) . Siwêd.

[3] - Ferhenga Kurdî Nûjen. Urdin-Emman(1985).

[4] - Estêre Geşe . Bexda (1977).

[5] - Ferhenga Jîn . Beyrût (….) .

[6] - FerhengîKurdistan. Hewlêr (1999).

[7] - Henbane Borîne .Tehran (1368) Koçî hitavî.

[8] - Ferhenga Ingilîzî-Kurdî. Istanbol (2000).

[9] - Rêbera Sêzimanî. Cih (…) – Sal (….) . (Fotokopî)

[10]- Ronak.Şam (2008)

XELAT