Nivîskar û mûzîkzana kurd Cemîla Celîl

Nivîskar û mûzîkzana kurd Cemîla Celîl

Cemîla Celîl di 19-ê sîbatê, sala 1940-an li bajarê Êrîvanê paytexta Ermenistanê ji dayîk buye. Nivîskar û mûzîkzaneke  kurd êzîdîye, keça nivîskar, rêdaktor, rewşenbîr, hîmdarê Radyo Êrîvanê, Casimê Celîle.

Tevî xwendina dibistana navîne  dehsala (1948-1958), çûye dibistana taybetî ya mûzîkê, bi navê Alêksandir Spêndaryan. Dibistana mûzîkêda Cemîla Celîl fêrî nota û lêdana ser pîyano bûye. Cemîle di sala 1959-an dibistana muzîkê ya heyşt sala xilas kiriye û li sala 1960-an da bûye xwendekara dibistana mûzîkê ser navê Romanos Mêlîkiyanê. Di sala 1964-an da Cemîla Celîl dibistanê xilas dike û diçe bajaroka Telînê (li Ermenistanê, kîderê 12 gundê kurda hebûn) û salekî li navenda bajarokêda, dibistana mûzîkêda dibe mamoste. Salên 1964-1967-an da Cemîla Celîl li dibistana dehsala ser navên Maksîm Gorkî da mamostatîya dersên muzîkê  dike. Cemîla Celîl xwendina mûzîkê berdewam dike û sala 1964-an da dibe xwendekara Konsêrvatora Êrîvanê ser navê Komîtas û li fakûltêya têorîya mûzîkê, heta sala 1969-an pênc sala dixûne.

1967-an da dibe rêdaktor(berpirsyar)a beşa mûzîka Kurdî li Radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî. Ji sala 1967-a heta sala 2002-a Cemîle Celîl sî û pênc sala di radyoya kurdî da karê xweye mûzîkzanîyê berdewam dike.

Cemîle Celîl endama ,,Yekîtîya Mûzîkarên Sovyêt”-ê bû û ya Ermenistanê ye. Endama yekîtîya rojnemegerên Sovyêtê bû û ya Ermenistanêye.

Cemîla Celîl hevjîna doktor emelîkar Sûtoyê Cindîye,sê zarokên wê hene, keçeke wê li Almanîyay dijî, yek Amêrîkay, lawê wê li Ermenîstanê tevî mûzîkvana hêja dijî.

Keça wê mezin Nermîne xwendina bilind, başa Rojhiletzanyê ya Farisî qedandîye, ya biçûk Nazê li Akadêmîya aspîranta başa mûzîkê bûye.

Zarok û nevîyên wê jî xwe xwedinêva  girtine, nevîya wê, keça lawê wê Rostem, Hêlîn rêca bapîra xwe mûzîkê girtye, niha xwendevana konsêrvatoryayê ye, fêr dibe başa pîanoy.

Gava mêza dikim vê malbatê, heyr-hijmekar dibim ji boy xizmeta wan, kerr û lal karê  teybet ji bo gelê xwe kirine, tû carî axîn, ofîn nekşandine, çiqasî cefa dîtine ku gelê me gotin, kilam, mûzîk û edebîyeta xwe winda nekin, çiqasî zehmet dîtine ji boy parastina pirtûkên kurdî û li Avstiryayê, paytexta Vîênnayêda, bi serokya Celîlê Celîl avakirin pirtûkxwenekî pir teybet, ev xeyalê Casimê Celîl bû, ku pirtûkxwenekî mezin avake, bi destê zarokan ew nêta wî miyaser bû.

Her wiha em serê xwe dadhêlin ber ked û xizmeta vê malbetê, wan gişkara tendûristî û serkeftinê dixwezin.

Cemlîla Celîl, dayka me kurmanca, sîmbola dengê azadyê û mînaka me jina, taca zêrîne li serê meye.

Roj bûna mûzîkzana hêja, Xanim û Xatûna jina, Dayîk û Mirova bi tîpê zêrîn bimbarek pîroz be.

Meta min, rênîşan û şîretkara min, xêrxweza min, ez gelek ji we razîme, spasdarim ji ber ku her karê min ji bo we hêçxem nîne, hûn li ser her karê min kelecan û dilşad dibin û dibêjin, ku :- Seyran can tu dikarî, ez ji te bawarim û we gotye- Seyranê miqate bin ewê ji bo gel bibe miroveke kêrhatî. Metê can min xwe bi van gotina ve girtye û dicedînim bighîjim li ser wê astê kî derê hûn min dibînin û dixwezim bibim ji bo gelê me kêrhatî, çawa we gotî.

Serê xwe dadhêlim li ber malbat, kar, xizmet û dilsozya we, hûn ji bo min û gelek kesan mînakin, taca serê gelê me kurda teman dirêj û tendurist bin.

 

Amadekirin: Seyrana Celad

 

XELAT