Şano li herêma Efrînê.... Ji bîranînên Merwan Berekat

Şano li herêma Efrînê.... Ji bîranînên Merwan Berekat

Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat

Sal: 1981

Mijar: Şano.

Cih: Gundê Soxanekê, çiyayê Lêlûn  herêma Efrînê.

Li gundê me daweta Osmanê Sêwî bû. Berî dawetê bi deh rojan, min ji hin heval û dostên xwe xwest ku em li rojeke dawetê şanoyekê pêşkêş bikin. Ji min pirsîn: Mijar û naverok dê li ser çi be?

Min ji wan re got: Bila mijar li ser rola Axan a neyînî û zordariya wan di civakê de be.

Me li hev kir û dest bi amadekariyê kir. Li roja dawetê ya dudiyê li danê piştî nîvro, dema ku hemû şêniyê gundê me û yê gundên derdora wî li dawetê beşdar bûn, me li qada govendê dest bi pêşkêşkirina şanoya xwe kir. Min rola Axa biribû, bi kum û du çekan bûm wek ku di wêneyan de diyar e.

Şano bêhtirî demjimêrekê dirêj kir. Hemû şêniyê dawetê biçûk û mezin kêfxweş bûn û ji me xwestin ku li roja sisiyê jî şanoya xwe pêşkêşî bikin.

Mixabin hînga kamîreya ku vîdyo werbigirtana li ba me tune bû. Tenê kamîreya wergirtina wêneyan hebû. Hemû wêneyên wê şanoyê li ba min hebûn. Lê mixabin di encama koçkirina sêcarkî de hemû windabûn, tenê du jê mane.

Kesayetên di wêneyan de:

- Merwanê Berekêt.

- Ehmedê Mecîd (Meco).

- Betalê Xelîlê Hemûdê.

- Hemûdê Mihemedê Xelo. (Rehma Xwedê lê

  be).

====================

Li sala 1982an, li daweta Hisênê Mixtêr me şanoyeke din pêşkêş kir. Naveroka wê li ser qedexekirina axaftina zimanê Kurdî di dibistanên Sûriyê de bû. Ango dema ku şagirt di dibistana gundên Kurdan de bi zimanê Kurdî dipeyivîn û çawa mamoste ew siza dikirin. Di wê şanoyê de, rola min a momoste bû.

 

Xelat