Nameyek ji Helbestvana Kurd a Ermenîstanê (Hinara Tajdîn) bo Xelatê

Nameyek ji Helbestvana Kurd a Ermenîstanê (Hinara Tajdîn) bo Xelatê

Berî çend rojan me karî peywendî bi nivîskar û helbestvana kurd Hinara Tajdîne bikin û bi kêfxweşî wê nas bikin û xebat û karê xwe ya malper û rojnama Xelata kurmanca pê bidin naskirin. Hinara Tajdîn xwediya gelek berhemên kurmancî ye ji helbest û nivîsandinê di demekê de ku li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê kurmancî qedexe bû, gelê Kurd yên li Ermenistanê û Qefqasya û welatên Sovyeta berê bi kurmancî dixwendin û wêje û çanda kurmancî pêşdixistin û rojname û pirtûk dinivîsandin û bi rêya radyoya Yerîvanê dengê xwe digihandin hemû kurdên cîhanê û mûzîk û floklora kurdî vejandin.

Piştî silaveke germe ji malbata Xelatê bo rewşenbîra qedirgiran Hinara Tajdîn weha bersiva me da: "Roj baş mamıstay qedirhşran,silav û hurmet min bo we û malbeta we, mala we hezar carî ava biray maqûl. Ji me her kes bila bibe alîkar bo kurd û Kurdistana xweye birîndare blindest. Zor spasîya xwe didime we bo helbestê ku we pervekirîye."

Her weha wek stafa sekoya kurmancî ya ser bi borda ragihandinê ya YNK`ê û rojname û malpera Xelatê me daxwaza jînenîgeriya Hinara Xanimê kir û wê jî ev kurte jiyana xwe ji me re şand.

Kurtejiyana nivîskar û helbestvan (Hinara Tajdîn)

"Ez Hinara Tajdîn li Ermenîstanê (Sovîyêta berê) ji dayîk bûme, ji maleke dengbêj, qewlbêj û hûnermenda de. Me her 6 zaroka jî dibistana navîn û xwendîna xwe bi zimanê Ermena û Russî anîye ber dewîyê. Malbeta meda zimanê dê ser asteke here bilindbû, zimanî bîyanî malbeta meda qedexebû. Êl,eşîran me li Serhadê ne.

Ez xwe Serhadî dibînim,bapîrên min ji  Wanê ber şûrê zulm û zora dijminê tirkaye devxwîn boy mafê xwe aza biparêzin sala 1918-a ji bakûra Kurdistanê bazdan, bûne mahacir û koçber, wekî bikaribin xwe biparêzin ji tûnebûne, berê xwe dane Ermenîstana şêwra sovîyêtê wekî dikete bin hukmê împêrîya Russîyay.

Pey dibistana xwe ya navîn min xwendina xwe berdewam kir li nava hemşerîyê. Ez dayîka sê zarame,du kur bi navên (Kerem, Semend) û keçekî Keça min Seyrana Celad.

Sala 2017-a alîyê dewleta Êrmenîstanê da hatime bijartinê çawa andema koma nivîskaran beşa kurdî.

Sala 1982,1983,1984,1985,1986-kitêba almanaxa,,BEHARA  TEZE”-eda helbestên min hatine weşandinê.

Sala 2014-a min pirtûka xweye yekemîn da ber weşanê.

1) KULA ŞENGALÊ—413 - helbest -320 rûpel

2) DILÊ ŞIKESTΗ— 444 -helbest -300 rûpel

3) GUMANA MIN—-456-  helbest -330  rûpel

4) DOST ÛBIRATΗ-380 -helbest -375 rûpel

5) TÎRÊJA ROYÊ——375- helbest -318  rûpel

6) ÊŞA EVÎNÊ——— 390- helbest -354 rûpel

7) ROJAVA———— 412- helbest  -360 rûpel

8)HESTÊN KESIRΗ455- rojên nêzda wê ser textê xwendevanabe.

9) BÎRANÎNÊ MIN…Hazire lê nedaye weşanê"

XELAT