Kurd û dersa bijarte…

Kurd û dersa bijarte…

Nivîskar: İkram Oguz

Hest û helwesteke xwezayî ye…

Her mirov daw û doza tiştên mezin dike.

Ew tiştên ku bi tena serê xwe nikare bi dest bixe û lê xwedî derbikeve…

Lêbelê bingeha ew tiştên mezin li ber dest ya jî di bêrîkê da be jî, qîmê xwe pê nayne û wek tişteke ji rêzê û piçûk dibîne.

Rewşa kurdan jî bi gelemperî wusa ye.

Hîmê mala kurdan lerizî…

Dîwarê malê jî bi çaralî va hilweşîya ye…

Mixabin Kurd, berî ku himê mala xwe yê lêrzok bihêz bikin û li ser çarnikalên wê jî dîwar çêbikin, bi stîl û rengê banê serî ra mijûl in.

Bêguman ji bo her avahîyek banê serî jî pêwîst e.

Lêbelê divê berê hîm bê avêtin û li ser wê dîwareke zexm bê çekirin, ban jî li ser bi cih bibe.

Hîmê ku kurd lê xwedî dernakevin çî ye?

Ew jî ziman e û li ser axa welat hatîye avêtin…

Bêguman di dilê her kurdek da daxwaza Kurdistaneke azad û serbixwe cîh digre.

Jibo avakirina dewletê jî, axeke azad, hîmeke bihêz, stûn û dîwarên bilind û banê ser lê were dayîn, pêwîst e.

Axa azad, welat…

Himê bihêz, ziman…

Stûn û diwarên bihêz, yekitî…

Banê serî jî dewlet e.

Axa welat ji çaralî va dagirkirî…

Bi pişavtina ziman hîm lerizî ye.

Stûn û dîwar jî hilweşîyane û xûya nakin.

Di rewşeke wusa da, mijûlîya ji bo stîl û rengê banê serî, karekî pûç û vala nebe jî, ne di cîh da ye.

Kurd di mijara dersa bijarte da jî bi vî rengî tevdigerin.

Wek tê zanîn dewleta dagirker bi dehan salan hebûna kurdan înkar kir û wan di nav çerxa pişavtineke bêpîvan ra derbas kir.

Bi mîlyonan kurd hatin pişavtin û ji koka xwe qetîyan, ku ji wan gelek kes îro wek Tirkên devşirme di nav rêvebirîya dewletê da cih girtine û ji tirkan zêdetir dixwazin koka kurdan biqelînin.

Yên ku xwe parastin û ji koka xwe neqetîyan, bi tekoşîneke bêhempa li dijberî zilm û zordarîya dewletê derketin û ber xwe dan.

Bi saya wê tekoşînê dewleta dagirker bêçare ma û di nav deh salên dawîyê da hinek gavên erênî avêt, ku ji wan yek jî mafê hilbijartina dersa bijarte ye.

Mixabin Kurd bi gelemperi qîmê xwe bi dersa bijarte neanîn û hê jî naynin, heta wê wek gaveke gaveke piçûk û xapînok bi nav dikin.

Rast e, gavekî piçûk e û tewra di nav û naveroka wê da jî kêmasî hene.

Lê kêm û kêmasîya xwe va jî, ji bo rêlibergirtina pişavtinê destkeftîyeke girîng e.

Jiber ku îro bi mîlyonan zarokên Kurd di dibistanên Tirkîyê da û bi Tirkî perwerde dibîn û herwiha tên pişavtin.

Dem û naveroka wê bes nebe jî, bi wergirtina wê dersê zarokên kurd zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nakin, yên hatine pişavtin jî dikarin fêrî zimanê bav û kalên xwe bibin.

Dema ku mijara ziman di rojevê da cîh bigre, kurdên kurdîzan jî kurdînezan jî vê hevokê bi kar tînin:

„Zimanê me hebûna me ye…”

Hevokeke rast û watedar e.

Ger ku şert û mercên wê di pratîkê da jî were bi cîh anîn.

Lêbele hinek vê hevokê wek gotineke ezberkirî bi kar tînin û cila xwe ji avê derdixin, hinek jî wek dildarê zimanê xwe yê şirîn, gor peyama ku di vê hevokê da cîh digre, tevdigerin û dijîn.

Ew îro ji bo hilbijartina dersa bijarte jî kar û xebateke bi rûmet dikin.

Mal bi mal digerin…

Ji bo zarok wê dersê hilbijêrin, bangewazîyê li dê û bavê wan dikin.

Komel û partîyên ku di navê wan da peyva Kurd û Kurdistanê cîh digre, zîyaret dikin û alîkarîya wan dixwazin. Ku ew jî hewl bidin, kar û xebateke girseyî bikin, ku ders jî bi girseyî bê hilbijartin.

Mixabin kurdên ku bi sembolan dijîn û daxwazên xwe yên sîyasî da gotinên mezin dikin, vê gavê jî zanîna zimanê zikmakî jî, ji bo sembol û daxwazên xwe yên dûr pêwîst nabînin.

Loma ji mîlyonan zarokên kurd, tenê çend hezar dersa bijarte ya kurdî  hildibijêrin, ku

ji wan gelek jî sedem astengîyên ku dewlata Tirk derdixe pêş, ji wergirtina dersê bêpar dimînin.

Di encamê da dewleta ku ev maf bê dil daye, şa dibe…

Kurdên ku li hebûna xwe xwedî dernakevin jî, bi bahaneyên pûç û vala xwe dixapînin…

08.02.2025

ikramoguz@navkurd.com

XELAT