Hevşaredara Amedê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî rewa ye

Hevşaredara Amedê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî rewa ye

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî çalakiya daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî bûn û bal kişandin ser girîngiya vî mafî.

Serra Bucak ragihand ku ji bo sîstemeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet, perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji kreşan heta zanîngehan yek ji mafên herî rewa ye.

Di roja yekem a sala perwerdeyê de, Egîtîm Sen, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya li navçeya Kayapinarê, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de, her wiha Hevserokên Partiya DEM’ê Abbas Şahin û Gulşen Ozer, hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.

Di çalakiyê de hat gotin ku divê hemû welatî bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û ziman li hemû qadên giştî were parastin.

XELAT