Rola Kurdan Di avakirina Şehristaniya Gelan De
Dîrokzan û Zimanzan: Biradostê Mîtanî
Di aliyê meyandin û têkarkirina raman de .
- Gelek ramangêrî ji herêma ROJHILATA NAVÎN derbasî cîhanê kiriye , ew jî koka wî mezobotamiya ye , nexasim mesolocoya KURDÎ ya kevnar. Ji wan :
AHORAMEZDA
Ev jî çirûskeke ji tîrêjên şehristaniya nejada ARÎ bi giştî û KURDÎ bi taybet di dîroka MEZOBOTAMIYAYÊ û KURDISTANÊ de ji layê mesolociya û olê ve
AHORAMEZDA ew sembola xwedawend û nîşana XORÊ yanî ROJÊ bû ji dema bihtrî 4000 sal ve berya zayînê , di ola MIHTRA û ÊZDIYETÊ devjî weke TAWISÎMELIK tê nasîn li cem wan bavkên me KURDAN û piştra bû ya ZERDEŞTIYÊ tev .
AHORAMEZDA nîgareke ser roja bi bask a ku afrêneriya xwedê herî bihtir di ROJÊ de diyar dibe, û gelên mezobotamiya û çemê NÎLÊ û herêma sindê yanî Efxsnistan,Pakistan û Hindê û kefkasê û çîn û ewrupa jî pê bandor bûn
AHORAMEZDA bû nîşana AMÛN û ya RO û ATÛN li cem ferûniyan li MISRÊ û wilo XOR li cema wa bûbû xwedawedê Horos û li cem Vînîkiyan û li cem Hindiyan û li SÛRÎ bi taybet li cem KURDAN û AŞÛRIYAN ,û giha JAPONÊ lewra weke îro kempaniyekê navê timbêleke xwe kiriye MAZDA û weke îro sembola netewiye li cem birayên me yên SIRYAN û li cem birayên me yên xiristaniyan XORÎ heye û navê wê ola XIRISTIYAN ji xoristiyan hatiye.
AHORAMEZDA ji du peyvane tê : AHORA yanî XOR yanî roj û MEZDA yanî pend an mizgînî û di naveroka xwe de yanî xwedayê zane û pendiyar yê mizgîniya xêrê dide mirovan
XOR weke îro navê ROJÊ ye li cem KURDÊN me yên SORANÎ yên ta navê wan ji xoranî hatiye û ew XOR an axor an AHOR bû ASOR an AŞOR û wilo XOR bû sor an sur û SÛR û bû SÛRÎ û SURIYAN û ta îro li HINDÊ ROJ navê wê sûr e û li cîhanê pîlikek çê dibe bi sembola AHORAMEZDA wek sembol ji ROJÊ re , ji ber qedrê ROJÊ hatiye zanîn ji dîrokê ve li cem gelan û dest pê kiriye bi belge û huner ji dema KURDÊN me yên AYLEMÎ ve li rojhilatê KURDISTANÊ.
Di zimanê KURDÎ de û bi demê re navê AHORAMEZDA bû HURDAD û XURDAD û di sivkayîya gotinê de di zaravê KURDÎ de bû XUDA û XWA.
- Diyardeyek balkêş heye ku ji KURDISTANÊ bi taybet û ji mezobotamiya sembola ariyan giha CÎHANÊ li ELMANIYA :
Nîşana nejadê ARÎ (Nîşana kom ,yanî du xêzên di nîvê hev ve çuwî û serşikedtî) .
Koka wê Kurdî ye li Kurdistanê ev sembol afiriye û biwe hunerek nejadî û netewî . Ew nîşana mirovê bextewere di wata xwe de. Li Êlemê li ser sênîkekê hate dîtin . Li bajarokê Textê pêxember Silêman li ser kevirekî dibinê erdê de hate dîtin li rojhilatê Kurdistanê ser destê erkolociyên Elmanî dema HITLER rêbaziya Ariyetê girt ew ji xwe re kir sembol û dixewst Kurdistanê ava bike lê tirkiyê ewê ku Hitler wî bike serokê kutdistanê DILŞAD bê serûşo winda kir.
Kurdên Cûdî jî ew sembol li Kutdistanê tev bikar anîn. Bav û kalên Kurdan bandor li gelên Arî û cîhanî tev kirin lewra ew sembol van gelan bikar anîn li Sûrî û Hindê û farisê û çînê û emerîka kevnar ji layê sensekrîtî û Bûzî û Hindosî û ...htd
- Ala Kawa : Ew al li cem nejada Arî pîroz e, ji wan Ewrupî .
Nimûne: Taca padîşaha Birîtanî ÊLAZABÎT û sembola Nazî ya HITLER.
Piştî bandora Farisiyan li kurdên Sasanî xwert bû ,semboleke nû ji ya Ariyan ji empiratoriya
Sasanî re bi navê Kawayê Hesinkar çêkirin û bi tîpên kurdiya pêlewanî li ser nivîsandin .
Navê wê ALA KAWA bû(Yanî Dirweş Kawiyanî) .
Bersinga Kawayê Hesinkar bû ,wî ji xwe re kiribû nîşan û di bin siha wê re şoreşger li xwe kom kiribûn dijî Ezdihak û bi ser ket.
Piştre nivîskar Firdewsî efsana wê û Newrozê bi rengekî sexte li hev anî û xiste pirtûka xwe ya bi navê Şahname de(Ez bi goman im ku heneke Farisî ew sextekarî kirin wê pirtûkê de ) .Ew sembol ji ya Ahoramezde û Ariyan anî .
Ala kawa bixwe , Roj bû û çar tîrêj jê diçûn,nîşana her çar aliyên cîhanê.
Dema Ereb piştî cenga Qadisiyê ketine Kurdistanê de ,ew al birin. (5)m pehnbûn û (7) dirêjbûn û xemilandî bû bi zêr ,Dir û Aqût bû. Dema kete destên Emer kurê Xetab de wî ew xişre bir a ku nirxê wê melyon polkên zêr bû û ew al şewitand.
Ibin Xeldûn, Elmes'ûdî ,Ebû Elî Elbele'î û Elteberî behsa vê alê (Diveş Kawiyanî ) kirine.
Angilo seksonî: Ji ber ku Angilo seksonî yên birîtaniya dibêjin em ji Kurdistanê hatine û Em Arî ne, padîşaha wan ew sembola Kurdên Sasanî yanî Ala Kawa da serê xwe.
- Weke me borî anî ser zimên Hitler jî digot em Arî ne . Lewra wî pispor , siyasetmefar û erkolocên xwe rêkirin welatê Ariyan yanî Kurdistanê û sembola Ariyan ji paytxeta Kurdên Êlemî ŞÛŞA(SOZA ) -Jêderin dibêjin ji bajarê Textê Nebî Slêman bir, ê li Rojhilatê Kurdistanê - di nav şûnwarên dîrokî de dît û ji xwe re kire sembol û nîşana partiya xwe ya Nazî û wilo ya Elmaniya tev.
- Ji nejada arî û kurdan rêzka civakî :Gustîlka bûk û zavê
Gustîlka Fohrer:
ji xeleka ku di destê kalê rihspî de hatiye. Ew kalê ku di sembola Ahoramezda de ye .
Ew xelek nîşana grêdana di navbera kesan û giyanê pîroz (Fohrer ) yê li ezmana de ye ,li cem Ahora mezda yanî Xwedê .
Gustîlka Şîraniyê :
Ji xeleka di destê wî kalî yê rastê de hatiye ,lewra gustîlka şîraniyê di teliya destê rastê de ye û nîşana girêdana giyanê pîroz di navbera du kesan de ye ,weke ya Fohrer.
Gustîlka guhestinê yanî hevduanînê :
Ji xeleka di destê çepê yê kalê rihspî de hatiye, yanî giyanê pîroz (Fohrer)timam bû û bû yek . Lewra dema hev diguhzînin , gustîlka bûk û zavê diçe teliya destê çepê de.
Hêjayî gotinê ye ku Adolif Hitlerê Elmanî (Cêrmanî) xwe dikir arî û gelek nîşanên wî Arî bûn. Yek ji wan bernavê xwe kiribû Fohrer.
- Gelek nîşanên cîhanî sembolî hene di çanda dîrokî ya gelê Kurd e ne . Ji wan :
Çentê razeyî:
Çi kes bala xwe bide dîrokê û şûnwarên wê yên cîhanî vî çenteyî di destên kesan de dibîne. Mîna sebeta reş a firokê ye. Ta niha nehatiya zanîn bi taybet çima ew çente di destên şanderên gelan û dewletan de bû ,nexasin ji diblomasiyetê re. Lê hatiye zanîn ku ew pir giring û bi nirx bû û wilo stêrka pêncgoş e jî ya nîşana geşbîniyê û tunekirina neqenciyê jî li cam bavkên Kurdan ên di dîroka kevnar de hebû û niha li cem misrmantiyê û cihûtiyê jî bi nirxe û wilo semola kulîlkê ya nîşana xweşiyê jî hebû û ta niha çîroka teyra Sîmir li cem Kurdan heye û bi taybet di pirtûka pîroz Evista de ,ya ola Zerdeştî.
XELAT