Kurtelêkolînek li ser biryarên UNESCO di bara hînkirina bi zimanê Dayîk de

Lêkoler û Nivîskar: Biradostê Mîtanî
Kurtelêkolînek li ser Biryarên Yonisko (UNESC0) di bara hînkirina bi zimanê Dayîk de
Siba Cejna Zimanê Dayîk A Cîhanî ye. Bi wê helkeftinê hûn tev şad û azad bin û li we pîroz be.
Pêşgotin.
Ji ber ku axaftina Zimanê Dayîk mafekî rewa ye ji her kesî re û rêjîmên desthilatdar û stemkar vî mafî tune dikin ,saziyên navdewletî hewil didin ku vî mafî ji xwediyên wan re biparêzin, bi taybet Yonsiko û Yonsif. Wan her du saziyên navnetewî ta îro çi biryar di wî alî de ,li Cîhanê dane ,ew yek pêwistî xwendinekê ye ku tê de pênasiyek li ser zimanê dayîkî û wan her du saziyan bê dayin û wilo jî naskirinek li ser biryarên wan were pêkanîn.
-Zimanê Dayîk çi ye ?.
Zimanê Dayîk : Zimanê ku koka netewekî ye û ew netew pê taxive.
Hêjayî gotinê ye ku ta weke îro lihevkirinek li ser wê bêjeyê û wateya wê hê nehatiye kirin ,çi li ser bilêvkirin an bi ninivîsandina wê be . Gengeşe berdewam e.Her aliyek berevaniyê li ser nerîna xwe dike.
Mînak :
1- Zimanê Dayikê yanî ew zimanê ku dayîk pê taxive 2-Zimanê malê yê ku dê û bav û malî di mala xwe de pê taxivin û zarok li ser wî fêr dibin(1).
-Yonisko(UNESCO )çi ye?
Ew ajansa Netewên Yekbiwî ye ,ji bo perwerdê ,zanistê û çandê ye. Tîpên destpêkê ji Educational, Scientific and Cultural Organizatio yên bi zimanê Ingilîzî dibin UNESCO .Ev sazî ji bo mafên bikaranîna wan mafan ji aliyên hemû netewan ve ava biwe. Kongirê Yekem ji 19-11 ta 10-12 -1946z.195
dewlet pê ve girêdayî ne . Cihê wê Parîs e.
-Ji biryarên Yonisko di bara fêrkirina bi zimanê dayîk de.
Ji roja ku Yonisko ava biwî ta îro biriyar ,qewêtî û şîretanan li rêjîm rêxistin û kesan dike ku mafê zimanê dayîk biparêzin û civîn û rapersînên meydanî li dar dixe û wilo û danezanan li ser diweşîne.
Di 14-Çileyê Pêşî 1960z de li Parîsê Yonisko peymana tunekirina cidawerîkirinê di aliyê Fêrkirinê de pêk anî .Ew peyman piralî ye ,mafê fêrkirina olî û dibistanên taybet û bikaranîna zimanê dayîk ji aliyê kêmnetewan ve ye û redkirina wê qedexe jî kir.Peyman di sala 1962 de hate cîbcîkirin. 101 dewletê li ser peymanê hemze kirin ji xeynî Çînê(2)
Yonsiko ji xwe taybet ne ji ber mafê zimanê dayîk tenê ava ye ,lê wê gelek biryar di ber mafê fêrbûna bi wî zimanî de dane:
Her çar Hîmanên hînbûnê yên di rapora Yonisko de ,sala 1996z :
1- Hînbûn ji boy zanistê .2- Hînbûn ji boy kirinê .3- Hînbûn ji boyî pêkvejiyanê .4- Hînbûn ji boyî hebûnê(3)
Roja zimanê dayikê ji aliyê UNESCOyê ve hat erê kirin di 21 Sibatê sale 1999´an de. Di weke vê rojê de di sale 1952´an de, dema ku ciwanên xwandekar li dijî rêjîma Pakistanê xwepêşandan li dar xistin ji bo ku zimanê wan ê bengalî bibe zimanê dayîk ê fermi û rewa . Hingî li paytexta Bangladeşê li Dakayê bû û di encama wê xwpêşandanê de. Hêzên pakîstanî gule li wan barandin û (5) ji wan pakrewan ketin. Di sale 1999´an de rayadarên bengladeşî ew roj ji saziya Unesco re pêşnîyar kirin ku weke roja zimanê dayîk li cîhanê were erê kirin û daxwaziya wan hate pejirandin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve roja 21'ê sibatê bû Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkî(4).
Encûmena cîbcîkirinê ya Yonskoyê di sala 2001z de biryara (162) da û Komîteya Mafên Aborî ,Civakî û Çandî ava kir . Erkê wê çavdêriya
bikaranîna mafê fêrbûnê bû û di nav xebata wê de fêrkirina bi zimanê dayîk bû jî(5)
Di 16-5-2007z de Rêxistina Netewên Yekbiwî li ser biryara Yonisko ragihand ku sala 2008z bibe sala zimanan .Ew li gor biryara Yonsisko 33m/5 di dewra xwe ya 33 di 20 heyva Çiriya Pêşî 2005 dayî de bû û di çileyê paşî 2006 de Yonisko desteyek ji bo şopandinek stratîjîk ji bo zimanan û pirzimaniyê jî ava kir(6)
Rêxistina Yonisko şîret li hemû dewletan kir ku di fêrkirinê de pirzimaniyê bi kar bînin û Zimanê Dayîk bikin ê fêrkirina zarokan(7)
Kongirê rengerengiya zimên û Çandê di çarçova jimarî de yê Yonsko yê li bajarê Yakotiskê yê li bakur rojhilatê Rosiyayê hatî lidarxistin got : Bihtir ji (3) hezar zimanî li ber gefên qirkirinê ne û cîgira rêvbirê giştî ya Yonisko diyar kir ku sedema wê yekê ew e nefêrkirina bi zaimanê daîyk e(8)
Beriya Roja Navdewletî ya Zimanê Dayîk a 21-2 -2023 Rêxistina Yonsko ji hemû dewletan xwest ku suyaseta pirzimanî bi zimanê dayîk di salên destpêka temenê zarokê de di fêrkirina wî de bi kar bînin(9)
Di Danezana xwe ya di 16-2-2023 de Yonisko bi hatina helkeftina Roja Zimanê Dayîk a 21 heyva Sibatê ji dewletan xwest ku perwerde û fêrkirina xwendekaran bi pirzimanî û zimanê Dayîk be ,ji ber ku ew şêwe bihtir jîrektiyan xurt dike(10).
Netewên Yekbiwî û komela Giştî ya Netewên Yekbiwî li ser biryara Yonisko ya Roja Zimanê Dayîk a Cîhanî ,di sernava : Di Nav Nifşan de Fêrbûna Pirzimanî Yek Ji Binyadên Fêrkirinê Û fêrbûnê Ye, girngiya fêrkirina sergihayî û parastina zimanên akinciyên resen bi zimanê Dayîk diyar kirin û gotin jî .Ew yek valatiya di navbera malê û dibistanê de dikuje û fêrbûna çalakitir bi cih tîne(11)
Em meyzînin ku Rojnama Sewra yanî Şoreş a sûriyayê ya bi zimanê Erebî 21-2-2022z çi dibêje? :
Her sal ji bo xurtkirina rengerengiya zimanî û çanda pirzimaniyan bi helkeftina Roja Navdewletî Ya Zimanê Dayîk ahing li dar dikevin . Roja Navdewletî Ya Zimanê Dayîk diyar dike ku ziman û pirzimanî tevlîbûna netewan bi hev re xurt dike.Yonisko bawer e ku fêkirina bi zimanê yekem yanî zimanê dayîk dive ji salên yekem ve dest pê bike, ji ber ku guhdana bi zarokatiya zû ve û fêrkirinê ew in bingiha firbûnê(12).
Ew rojnama ya rêjîmekê ye ku welat ,çand ,gel,sazî ,ziman û her movkên jiyanê kirine ya netewkî û desthilatekê û wolo ye jî û nirxê perwerdeya bi zimanê dayîk diyar dike û ev rêjîm endama Yoniskoyê ye û li ser rêziknameya wê hemze jî kiriye. Ew dirûtiyek belî ye.
Li gorî agahdariyên UNESCOyê ji sedsala 15an û vir de ji ber şer, komkujî, qedexekirin û asîmlasyonê ,ji nêzî 15 hezar zimanan zêdeyî nîvê wan qir bûne. Ji sala 1950îyan ve jî heta niha li cîhanê 230 ziman qir bûne. Tê gomankirin, eger bi vî awayî berdewam bike, di nava 100 salên din de dê sê hezar zimanên din jî qir bibin. Li cîhana îro ya ji xwe ve pirzimanî û pirçandî ye, ji nêzîkî 7 hezar zimanên dijîn, 2400 ziman anku ji sêyan yek, di bin metirsiyê de ne û ji her du hefteyan de zimanek qir dibe. Ti ziman ji ber xwe namirin.An tên kuştin ,an jî ji bêxwedîbûnê qir dibin(13)
Ji sedemên siyaseta rêjîmên nejadpereset a ava li ser ferzkirina zimanê xwe û alavên wan ên weşanê û ragihandinê û bikaranîna zimanê fermî di perwerdeyê de û koçkirina gelên resen ji ser xaka xwe û guherîna demugrafî û ya bi wan re alîkar sîstema cîhangêriyê ,gelek ziman di berdewamiya hebûna xwe de lewaz dibin û mixabin ber bi helandinê ve diçin(14)
Sûdeyên perwerdeya bi zimanê dayîk pir in ,bandora wê ya erênî li kesayet ,civak,welêt û mirovahiyê dibe ,lewra girngiya perwerdeya bi zimanê Dayîk esehî dike ku pêwîste perwerdeya xwendekaran bi zimanê
wan ê resen be ,ji ber ku rapor û xwendinên Yonsiko di qada piratîkê de diyar dike ku afrênerî bi zimanê dayîk bihtir xurt dibe û welatên ku perwerdeya wan bi wî zimanî be bihtir pêşketî ne ,lewra êdî ev bû rastiyek sepandî û gotin jê re nave û dive ku pêk were(15).
20-2-2025.1-12-2636Kurdî
XELAT