Kelîmulla Tewehudî, Nivîskar û Lêkolerê Kurd yê Xoresanê

Kelîmulla Tewehudî, Nivîskar û Lêkolerê Kurd yê Xoresanê

Kelîmulla Tewehudî, Nivîskar û Lêkolerê Kurd yê Xoresanê

Kurmanc Çawa Gihêştine Xoresanê?

 

Kurdên Xoresanê û Qûçanê li Îranê, parçeyekin ji wan kurdane ku di warê erdnîgarî de li wan parêzgehane ku bi parêzgehên kurdnişîn tên naskirin wate (Sine, Îlam, Kirmaşan,Urmiyê) dûrin û li şûna ku li rojavayê Îranê bin ew li rojhilatê Îranê û hevsînorê Afxanistanê ne.

Pirtûka (Koça Dîrokî ya Kurdan Berev Xoresanê) pirtûkeke ku ji çend cildan pêk hatiye ku bi hûrgilî behsa wê dike ku Kurdên Qûçan û Xoresanê çawa di serdema Sefewiyan û Afşariyan de bo sînorê welatê Afxanistanê hatine veguhastin.

Vegerandina Nasnamê

Ew pirtûka giring ya dîrokî ji aliyê nivîskarê kurd (Kelîmulla Tewehudî) ve hatiye nivîsandin, pirtûkeke ku bi berhemkî giring tê zanîn ku nasnameya netewî ji bo kurdê wê navçeyê vegerandiye.

Kelîmulla Tewehudî naskiriye bi (Kanîmal) nivîskar û helbestvan û muzîkjene û endamê mala mûzîkê ya Îranê ye û di heman demê de lêkolerekî kurde yê Kurmancên Xoresanê ye ku kurê (Esedulla Tewehudî) ye roja 3`yê Cileyê sala 1942`an li Qûçanê ji dayîk bûye.

Kelîmulla sala 1949`an çûye dibîstana seretayî û sala 1956`an xwendina xwe ya seretayî temam kiriye lê ji ber hejariyê nekariye xwendina xwe temam bike jiber ku dibîstana navendî û piştî navendî li Qûçanê tune bûye. Ji ber wê jî Kelîmulla Tewehudî dest bi şivantiyê dike.

Ji Şivantiyê bo Helbestvaniyê

Di Îlona 1963`an de Kelîmulla diçe leşkeriyê li bajarê Gorgan û li wir yekem car kariye helbest û mûzîkê û hunera Kurmancî di nava leşkeriyê de belav bike, ku piraniya leşkerên li bajarê Gorganê kurd bûne û xelkê Kirmaşan, Serdeşt û Şino û ji Kurdên Xoresanê bûne.Helbestên (Kanîmal) di radyoya leşkerî de her weha di belavokeke leşkerî de wê serdemê tên weşandin.

Piştre di sala 1965`an de (Kanîmal) dibe polîs li Qûçanê û xwendina xwe didomîne û sala 1971 xwendina amadeyî temam dike û diçe xwendina zanîngehê û li zanîngeha Meşhedê jî zanistên Îslamî dixwîne û bi helbest û karên çandî ve mijûl bûye. Berya şoreşa 1979 li Îranê wezîrê çand û huner ya Îranê biryar dide wek berpirsê beşê çandî yê Îranê bişîne balyozxaneya Fransayê lê jiber şoreşa 1979 nehate şandin piştre jî dibe birêvebirê mezintirîn pirtûkxaneya giştî ya Xoresanê bi navê pirtûkxaneya Dr. Şerî`tî.

Kelîmulla Tewehudî, yekem pirtûka xwe di sala 1979 bi navê (koça dîrokî ya Kurd bo Xoresanê) belav kir ku ji 6 cildan pêk dihat.

Her weha dîwana Îrfanî, Cefer Qulî Zengelî ku naskiriye bi (paşayê Helbesta Kurmancî) berehemek din ya nivîskarê navdarê kurde.

Berhemên Kelîmullêa yên dinê evin:

 Stranên Kurmancî bi wergêrana Farsî (ev pirtûk piştî demekê hatine komkirin û şewitandin).

  • Darê Çil Palewan, efsaneya kurdên Xoresanê bi wergêra Farsî
  • Nadir Şah
  • Geramera zimanê Kurmancî
  • Dîroka wêjeya Kurmancî
  • Folklora Bakûrê Xoresanê
  • Dengbêjî û strana Kurmancî
  • Kurdaxlî
  • Ferhenga Kurdî

 

Eve jî nimûneyek ji helbestên Kelîmulla Tewehudî yên Kurmancî ye:

 

Ez Keçka kurmancan im

Şêra serê Çiya nim

Ber Fendîla ser Çiyayîn

Gula li nav baxanim

Xwanga şah siyarê û

Xwanga tovê gulanim

Li ziman, ferhenga xwe

Hemîşe pasevanim

Çeka xwe Nadim ji dest

Qedra wê rindtir zanim.

 

Amadekirin: Mistefa Fatîh

Wergerandin ji Soranî : Dawûd Çîçek

XELAT/ Kurdistanî Nwê