NÛJENTIYA MEDRESEYA KURDÎ

NÛJENTIYA MEDRESEYA KURDÎ

Nivîskar û Lêkolînvan û Zimanzan: Zeynelabidin Zinar

NÛJENTIYA MEDRESEYA KURDÎ

Medreseya Kurdî sal 950 cara pêşî li Hemedana Paytexta Kurdistanê vebûye. Lê demekurtek şûnde wek zanîngeh hatiye bikaranîn û tê de gelek şaxên zanistiyê vebûne. Niha temenê Medreseya Kurdî 1075 sal e.

Medreseya Kurdî ji bo bipêşxistin û geşemendiya Çanda Kurdî xebateke pir hêja kiriye. Herweha xwe li Rojhilata Navîn jî kiriye hoçka zanîn û zanistiyê.

Gelo ew sazî çi tişt bû, çi dikirin û tê de çend texlît şaxên  zanistiyê dihatin xwendin? Mixabin heta niha jî naveroka Medreseya Kurdî  bi awayekî rêkûpêk nehatiye zanîn û ji bo nivşên Kurd ên demê zelal nebûye.

Ji ber ku di Sedsala Bîstî de li Bakûrê Kurdistanê bi giştî hemû heyînên Kurdan hatine qedexekirin, xasma piştî 1975-76an li Bakûrê Kurdistanê piraniya nivîşên nû yên Kurd ji aliyê Parastina Tirkî û Partiya Qomunîst ve hatine perwerdekirin, dijminatiyeke mezin jî bi Meddreseya Kurdî re dihate kirin û Medreseyê wek kevneperes, paşverû û derdemî dinirxandin.

Ji berk ku naveroka Medreseya Kurdî pir berfireh e, hem jî pir kûr û hûr e, 

ji ber hindê têgihîştina wê jî, jib o nivşên demê ne karekî hêsan e.

Bêguman agahdariya piraniya rewşenbîrên Kurd, zêde li ser Medreseya Kurdî tune. Ji xwe ya rewşenbîrên cîranên Kurdistanê weke yên Tirk, Ereb û Faris hema bêje hîç tune. Ji ber ku ew, Medreseya Kurdî wek saziyeke zanistiyê napejirînin. Eger ew li ser Medreseya Kurdî rawestiyabin jî, bi dîtinên çewt tevgeriyane û Medreseyê bi paşverûtî û bi kevneperestî nirxandine.

Îcar ji ber hindê, min pêwîstiya nivîsandina pirtûkek bi navê “Xwendina Medresê” dît û piştre ew lêkolînên ku li serê hatine kirin, ew tiştên ku min bi xwe dîtine, tev nivîsîn û wek pirtûk di 1993an de li Stockholmê daye çapkirin.

(14- Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3)

Demekurtek piştî derketina vê pirtûka min, bala pir kesan ketiye ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê wan ve hatiye kirin. Piştre ev pirtûk li Zanîngeha Sorbûnê (Parîs), li yeke Londra û Zanîngeha Upsala ya Swêdê wek ders ji bo xwendevanên înglîz, frensa û Swêdiyan hatiye bikaranîn.

Piştre sal 1998, li Parîsê esntîtuyeke Navnetewî bi navê INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5, kurtiya vê pirtûkê hem bi zimanê  îngilîzî û hem jî bi yê frensî nivîsiye û xistiye pêşiya pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê “Islam des Kurdes” (2) û weşandiye. Herweha wêneyê bergê pirtûkê jî li ser bergê pirtûka Islam des Kurdesê hatiye bi cih kirine. Piştî derketina vê pirtûkê, hîn zêdetir bala saziyên çandî û zanistiyê yên Ewrûpî ketiye ser Medreseya Kurdî.

(Islam des Kurdes Institut Nasional Des Langues Et Civilisations Orientales Les Annales De L´autre Islam, no 5. Paris 1998)

MEDRESE ÇI YE?

Wateya peyva erebî ya ”Medrese”yê, ango cihê dana dersê ye.

Kesê ku ders dide jî, bi kurdiya kurmancî jê re dibêjin SEYDA.

Ev peyv, ji beşa peyvên dupeyvî ye û ji SEY û DAyê afiriye.

Di kurdî de peyva SE yan jî SEYê, navê dersê ye. Peyvika DAyê jî, lêkera dayînê ye. Yanî kesê ku ders dide.

Nemir Ehmedê Xanî jî vê peyvê di berhema xwe ya bi nave Nûbihara Biçûkan de bi kar aniye û weha gotiye: “Se Ehmed senake bi qewlek sehîn…”

(89/2- Nūbihar, Ehmedź Xanī, Kurdī,  Roja Nu, kurdī,  Sverige/Stockholm, 1986, 80 rūpel, ISBN 91-767201-7-9. Tīpguhaztina ji alfabeya erebī: Zeynelabidin Zinar.)

Çewa ku tê zanîn, medrese cara pêşî li bajarê Medîneyê, di sala 622yên Zayînê de avabûye. Piştre her ku  çûye, medrese li hin welatên ku ola Îslamê pejirandine jî, hatiye vekirin. Lê belê di wan medreseyan de tenê perwerdehiya olî û hinek jî ya leşkerî hatiye dîtin.

Medreseya Kurdî, cara pêşî li bajarê Hemedanê vebûye. Rewşenbîrê pêşî ku ji wê Medreseyê derketiye jî, Baba Tahir Hemedanî (938-1020) bûye.

Demekurtek şûnde, Kurdên demê gelek şaxên zanistiyê tê de bi cih kirine û wek zanîngeha demê bi kar anîne. Piştre şaxên Medreseyê li herêmên kurdnişîn belav bûne.

DILQÊN MEDRESEYA KURDÎ

Medreseya Kurdî gelek rewşenbîrên derdemî derxistine holê û dilqên mezin bi wan daye kirin. Wan rewşenbîran, di pêşveçûna gelek waran de, bi taybetî jî ji bo netewî karên hêja kirine. Herweha piraniya rewşenbîrên Kurd, xwe berpirsyar dîtine û piraniya wan jî, berpirsyariyên xwe bi cih anîne.

Bêguman çaxê meriv li mêjuya miletan dinere, bi hêsanî tê dîtin ku ev dewlemendiya ziman, çand û çareserkirina doza wan a siyasî, bi piranî ji aliyê zanayên olî ve çêbûye. Yanî miletên ku Fileh in, sazgeha wan a perestinê ku dêr e û zanayên wan ên olî jî keşe û pitrik in. Yên ku Cihû ne, kenişt û yên Bisilman mizgevt û medrese pêşkêştî kirine. Helbet ev yek ji bo Kurdan jî lêbar bûye û her wisan jî çêbûye.

Ji sala 1639an ve ku Kurdistan desthelatiya xwe wenda kiriye. Çendî ku li herdu beşên Kurdistanê gelek mîrektiyên Kurd hebûne jî, lê wan bê destûra Împeretoriya Osmanî û ya Sefewî çalakiyên derveyî nekirine. Lê eşkere ye ku ew herdu împeretorî hetanî 1925an jî, nikaribûne Kurdistanê bi temamî têxin binê çavdêriya xwe. Ew astengiya mezin li pêşberê wan împeretoriyan, bêguman di radeya yekemîn de Medreseya Kurdî bûye.

Berxwedan û serhildanên Neteweyê Kurd, heta van salên dawiyê jî, çi kesê yan hêza ku dest  bi şerê Azadiyê kirine jî, yan mela bûne yan jî şêx bûne. Ji şêxan jî, bi piranî peyrewên Rêçika Neqşebendî bûne.

Bêguman ev e 300-400 sal in ku Neteweyê Kurd nebûye xwedanê dewleta xwe ya siyasî, lê belê dîsa jî Kurdan ziman, tore û hebûna xwe parastiye. Ew parastin jî, bi çar saziyan çêbûye:

. Medreseya Kurdî.

. Sîstema Eşîrtiyê.

. Sîstema Şêxantiyê.

. Dibistanên Zindî (Çîrokbêj û Stranbêjên Kurd.)

Eger ne ew çar sazî bûna, niha aqûbeta Qibtiyên li Bakûrê Efrîqayê, hatibû serê Kurdan jî.

Sîstema Medreseya Kurdî, dema desthelatiya Siltanê Kurd Selahedîn Eyûbî (1138-1193) hatiye guhertin û tê de gelek şaxên zanistiyê bi cih bûne û wek zanîngeheke bi rêkûpêk hatiye domandin. Piştre şaxên wê li piraniya herêmên Kurdistanê hatine vekirin û perwerdehî di wan de hatiye domandin. Di wan medreseyan de, ji xwendekarên Kurd zêdetir ên Faris, Ereb û wekî din ji nijadên cuda xwendine.

Piştî ku Siltan Selahedîn ew guhertin xistine Medreseya Kurdî, îcar gelek rewşenbîrên mezin jê derketine û wan şeqla xwe li mêjûyê xistine.

Siltan Selahedîn piştre eynî projeya Medreseya Kurdî biriye Misrê û li Cami-´ul Ezherê jî bi cih kiriye.

Piştî Peymana Amasyayê (1514) ku di navbera Mewlana Idrîs Bedlîsî (1452/57-1520) û Selîmê (1470-1520) ku piştre bûye siltanê Osmanî de çêbûye, di Medreseyên Kurdî de gelek xwendekarên Tirkman û Terekeme jî perwerde dîtine.

ŞEWITANDIN Û RÛXANDINA MEDRESEYÊN KURDÎ

Dema desthelatiya Siltan Selahedînê Kurd û piştî wî jî, xasma jî ew bipêşveçûna Medreseya Kurdî, li hesabê hin hêzên dijmin neçûye. Ji ber hindê, di Sedsala 13,14 û 15yan de, piraniya wan Medreseyên Kurdî ku şûna zanîn û zanistê bûne, hatine şewitandin û talan bûne.

- Di sala 1250 de, medreseyên li herêma Diyarbekir, Xelat, Şarezûr û Hewlêrê,  ji aliyê Mogolan ve hatine şewitandin.

- Sal 1386 leşkerên Tîmorleng(ê kurdnijad) piraniya Medreseyên Kurdî şewitandin.

- Piştî sala 1501ê, piraniya Medreseyên Kurdî aliyê Sefewiyan ve hatine şewitandin. Sê şahên Sefewî, ji ber ku Kurd baweriya ŞÎAtiyê nepejirandine, bi hezaran serê Kurdan bi şûr jêkirine û di wê navê re piraniya medreseyên Kurdî jî şewitandine.

Şahên ku Kurd qetlîam kirine, ev bûne:

Şah Îsmail Sefewî (1487-1524)

Şah Tahmasp Sefewî (1514-1576)

Şah Ebbas Sefewî (1571-1629)

Ji ber hindê ye ku Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Sultanê Osmanî, di 1514an de, peymanek bi navê ”Peymana Amasyayê” li ser bingeha biratî û hevkariya Kurd û Tirk îmze kirine.

Ew Peymana biratiya Kurd û Tirk, 125 sal bêkêmasî domandiye. Lê di 1639an de îcar Sefewî û Osmanî bi Peymana ”Qesra Şêrînê” axa Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirine. Bi wê yekê bêhizûrî ketiye nêv Medreseya Kurdî jî.

Piştî wê peymanê, ew Medreseyên Kurdî yên ku li aliyê Osmaniyan mabûn, hetanî dawiya Sedsala 18an jî, jiyana xwe di binê desthelatiya mîrên Kurd de domandine.

Lê mixabin di Sedsala 19an de, astengî ketine pêşiya Medreseya Kurdî. Sedsala 20î jî, ji xwe hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Medreseya Kurdî, wek Sedsala Reş hatiye binavkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzzeman) 800 sal piştî Siltan Selahedînê Kurd, xwestiye ku eynî projeya wî di Medreseya Kurdî de bi cih bike. Lê mixabin desthelatiya Sitenbolê ew tawanbar kiriye, pêşî avêtine girtîgehê, piştre jî avêtine tîmarxaneyê.

Di dema Sedsala Reş de, xasma jî ji 1926an bigir hetanî sala 2002yan, Rejîma Kemalîzmê bi hovîtiyeke mezin êrîş biriye ser medreseyên kurdî û berhemên bi zimanê kurdî kirine tune. Xasma jî di dema wan cuntayên leşkerî de bi taybet 1961, 1971 û 1980yî de,  gelek berhemên kurdî hatine şewitandin.

Îcar dema meriv li mêjûyê mêzedike, tê dîtin ku Medreseyên Kurdî û berhemên bi Zimanê Kurdî, ji aliyê van çar hêzan ve hatine şewitandin:

YEK: Leşkerêm Mogolan. (1250)

DIDO: Leşkerên Tîmorleng (1386–1403)

SISÊ: Împeretoriya Sefewî (1501-1736)

ÇAR: Rejîma Kemalîzmê. (1926-2002)

Rejîma Kemalîzmê dema medreseyên kurdî şewitandine, Kurdên li herêmê tev kom kirine û agir li ber çavên wan bera medreseyan dane.

Bêguman pir kesên zana û rewşenbîr, ji şaxên cuda yên Medreseya Kurdî derketine ku hêjayê pesn û serbilindiya Neteweyê Kurd in.

Îcar bi hêza wê Medreseyê ye ku ev e bi sedê salan e, Zimanê Kurdî xwe bi reşbelekiyan ve rûqalê mêjû kiriye û rewneqa xwe pêşkêşê mirovatiya dinyayê kiriye.

Diyar e ku projeya  robot û computerê ku îro ev herdu bûjen dinyayê li ser nigan ragirtine, ji aliyê rewşenbîrê Kurd Smail Cizîrî (1136-1206) ve di Medreseya Sor a li Cizîra Botanê hatine çêkirin.

Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Ev e çend ji wan medreseyan ev in li jêrê:

Medreseya Amêdiyê

Medreseya Axtepeyê

Medreseya Bazîdê

Medreseya Bêdarê

Medreseya Çûxreşiyê

Medreseya Farqînê

Medreseya Findika Botan

Medreseya Hawêlê

Medreseya Heskîfê

Medreseya Hîzanê

Medreseya Miksê

Medreseya Norşênê

Medreseya Oxînê

Medreseya Paloyê

Medreseya Qerekoyê

Medreseya Şemdîzan

Medreseya Sêrtê

Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir)

Medreseya Sor (Cizîra Botan)

Medreseyên Bedlîsê wek Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiyeyê.

û bi sedan medreseyên wisa yên din...

Di wan medreseyan de ji xwendina bi zimanê kurdî-erebî û hinek jî zimanê farisî zêdetir, Zimanê Rûsî û yê Yûnanî jî hatine xwendin.

BICIHANÎNA TOREYA NIJADÎ

Medreseyên Kurdî devera bicihanîna tore û rêveçûna kurdayetiyê jî bûye. Di wan de wergirtin û edetên kurdewariyê dihatin bikaranîn û şexsiyeta nijadî hertim tê de hatiye parastin.

Lê piştî 1925an, Mistefa Kemalê Makedonî bi navê "Kanuni Tedrisat" ew medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan Medreseyên Kurdî ev bû; heşifandina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên kev, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji mêjû û pêşiyên wan.  Jixwe amaca yekemîn a Mistefa Kemalî bi derxistina qanûna "Kilik-kiyafet"ê jî ev bûye, da Kurd dest ji wergirtina xwe ya milî berdin û kincên kurdî li xwe nekin.

Lê piştî 1923an ku bakûrê Kurdistanê spartin Tirkiyê, îcar karbidestên dewleta Komarê li pêşberî dîrokê her cûre xirabî kirine û heta niha jî dikin. Çendî ku di van salên dawîn de li hin cihan bi navê “Medrese”yê hin xwendingeh vebûne, lê piraniya wan ji aliyê dewletê ve têne xwedankirin.

Bêguman pir kesên mezin ji wan medreseyên Kurdistanê derketine ku di nava neteweyê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn û li gelek welatên dinyayê, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane û di pîşeya xwe de pir menşûr bûne. Ew kesayet, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serokatiya serhildanên netewî de be û çi jî di warê zanist, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine. Wek nimûne, navê çend ji wan kesan ev in: 

- Ehmedê Xanî (1651-1707).

- Elî Herîrî (1010-10789).

- Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).

- Feqiyê Teyran  (1590-1660).

- Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).

- Melayê Bateyî (1417-1491).

- Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?).

- Mele Seîdê Kurdî/Norsî (1878-1960).

- Mele Ûnis Herqetênî (1785-?)

- Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).

- Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.

- Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).

- Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).

- Selîm Silêman (Sedsala 16-17). 

- Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).

- Şêx Diyaedîn/ navdarê bi Hezretê Norşênî (1855-1923)

- Şêx Ebdulqadir Nehrî (1908- ?)

- Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).

- Şêx Seîdê Pîranî  (1865/66-1925)

- Şêx Ubeydulah Nehrî (1826/28-1883)

- Seyîd Taha Nehrî (1853- ?)

- Xaris Bedlîsî (1758-?) û gelek kesên wisa yên dî…

Çendî ku  ji 1925 heta 1938an, Medreseyên Kurdî  bi awayekî hovane hatine perçiqandin jî, lê piştre dem pir neçûye dewletê dîsa xwestiye ku wan medreseyan veke û têxe binê çavddêriya xwe. Lê belê dîsa jî nikaribûye control bike.

Bêguman li Bakûrê Kurdistanê vekirina wan medreseyan çendî ku li gor zagona heyî qedexe bûye jî, lê dewletê hin bi hin fersend daye ku vebin. Piştî 1940î li hin herêmên Bakûrê Kurdistanlê medrese vebûne û perwedehî di wan de hatiye domandin. Lê belê weke caran, dîsa jî her tişt bi tersê daxwaza dewletê hatiye domandin.

Ew medrese di dawiya salên şêstî de ji ber dek û dolabên Kemalîzmê, hem ji ber tengasiya rewşa demê, hinek jî ji ber rewşa nûjen a mercên dinyayê, hinbihin teqla xwe sist kirine û di salên heftêyî de ketine nava pêlên deryaya dîrokê û tê de nixro bûne. 

Ev yek jî eşkere ye, heta niha tu kesî yan sazî û rêxistinekê, hewl nedaye ku li ser medreseyên kurdî lêkolîn bike û rewşa wan, xwendina di wan de bi nifşên nû bide zanîn.

ŞAXÊN ZANISTIYÊ YÊN MEDRESEYA KURDÎ

Neteweyê Kurd ji serê Sedsala Yazdeh hetanî serê Sedsala Hijdehan, di medereseyên xwe de gelek şaxin zanistiyê yên cuda xwendine, hinek ji wan ev in li jêrê:

1- Serf û Nehwa Erebî

2- Tefsîra Quranê

3- Hedîsa Pêxember

4- Ilmê Mentiqê

5- Edeba Behsê (tewrên axaftinê)

6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet)

7- Zanista Ragîhandinê

8- Zanista Kelamê

9- Zanista Hikmetê

10- Zanista Qanûnê

11- Zanista hiqûqa mîratê

12- Zanista Wehdaniyetê (eqîde)

13- Zanista Usûlê

14- Zanista astronomî û astrolojiyê

15- Zanista Tendurustiyê

16- Zanista Hesabê (matematik)

17- Zanista Felsefê

18- Zanista Siyasetê

19- Zanista Leşsaxiyê

Lê mixabin 7-8 şaxên zanistiyê ji Medreseyên Kurdî hatine derxistin û sedemê wê heta niha jî ne diyar e.

Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî / zaravayê kurmancî ne jî, bi dersîtî di Medreseyan de dihatin xwendin.

Tiştekî din ku zêdetir bala mirov dikişîne ev jî heye ku nivîskarên piraniya wan pirtûkên bi Zimanê Erebî yên ku di medreseyên kurdî de dihatin xwendin, Kurd bûne.  Ev rastî jî eşkere ye ku hewesa mele û xwendekarên Kurd, zêde ji pirtûkên ku nivîskarên Ereb û wekî dib bûn re, çênedibû.

Ji destpêka Xwendina Medresê heta ku dawî li xwendinê tê, weha ye:

- Destpêka Xwendina Zarûkan:

Ev xwendin di sawiya dibistanê de ye û di temenê 5-6 salan de çêdibe.

- Destpêka Feqîtiyê: Ev xwendin di sawiya mekteba navîn û lîseyê de ye.

- Destpêka Talibtiyê: Ev xwendin di sawiya zanîngehê de ye.

Di xwendina Medreseya Kurdî de derbaskirina awayê wek pol û salan tune, lê xwendina jimareke kifş a pirtûkan heye ku jê re XWENDINA RÊZÊ tê gotin.

Xwendina van Pirtûkanên Rêzê wek zeman, di 15 û 25 salan de kuta dibe. Şagirdekî jêhatî û zîrek, dikare di 15 salan de jî kuta bike.

Lê eger şagird ne jêhatî be, belkî Xwendina Rêzê di 20 û heta 25 salan de hêj kuta nebe.

Piştî ku dawî li xwendina Destpêkê tê, îcar  dor tê ser Wergirtina Destûrnameya Xwendinê.

Piştî wergirtina destûrnameya Medreseya Kurdî, şagirt dibe xwediyê van xeysetan: Mafê meletiyê bi dest dixe û dikare dersa şagirdan jî bide.

Îcar meleyên ku meletî dikin û ders bidin şagirdan, dibin du nivş:

1) Meleyên Heftilmî.

Tê zanîn ku wî kesî di Medreseya Kurdî de heft şaxên zanistiyê xwendine.

2) Meleyên Duwazdehilmî:

 Tê zanîn ku di Medreseya Kurdî de duwazdeh şaxên zanistiyê dixwendiye.

Di Medreseya Kurdî de, disiplîneke pir hişk hebû, kesê ku xwe li ber wê disiplînê ranegirtiba, nikaribû bixwîne.

Di hemî medreseyên kurdî de, berpirsekî îdarî hebû, jê re mîr dihate gotin. Ew Mîrê Medresê jî, bi hilbijardin dihate destnîşankirin. Gelek caran dersdarê medresê jî, bêgav dima ku bi xebera mîr bilipike.

Di Medreseya Kurdî de bihnvedan roja pêncşemê piştî nivro dest pê dikiri û roja înê piştî avabûna rojê bi dawî dibû.

Di rojên bihnvedanê de kesî dest nedida pirtûkan, şagirdan tenê kêf û henek û laqirdî dikirn, bi şevan jî reqs û bêlimte û leyztikên cuda dikirin.

Hin caran şagird diçûn geştê; kar û berx dibirin çolê, li ber kaniyekê an li keviya çem û çayekê serjê dikirin, goşt dipijandin/diqelandin û bi savarê re dixwarin.

HER XWENDEKAREK MÎNA KURÊ MALÊ BÛ

Li Kurdistanê cihên ku Medreseya Kurdî lê hebûna, her malbateke Kurd xwe bêgav didît ku alîkariya xwendekarekî Medreseya Kurdî bike. Her xwendekarek dibû wek kurê malekê. Wê malê çewa kurê xwe xwedî dikir, xwedîtî li wî xwendekarî jî dikir.

Gelek car eger keça wê malbatê hebûna, piştre keça xwe jî dida wî xwendekarî.

MEDRESEYA KURDÎ DADGEH BÛ

Medreseya Kurdî ji karê xwendin û perwerdeyê zêdetir, eynî dem wek dadgeh jî kar dikir; hemû gelş û sergêjiyên civatê çareser dikir.

Dersdarê medreseyê û çend rîspiyên gund, digel du-sê xwendekarên medreseyê yên Talib, hemû doz û gelşên gundiyên Kurdistanê bi navê ”şerî´et”ê çareser dikirin. Lê gelek car çareserî li gor Toreya Kurdî dihate kirin. 

 

PIRTÛKÊN XWENDINA RÊZÊ

Pirtûkên ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, ji destpêkê heta dawiyê, ji wan re Pirtûkên Rêzê tê gotin.

Xwedina medreseyê, bi tîpên erebî dibû.

Çendî ku elîfbêtika erebî 28 herf in, lê elîfbêtika Medreseya Kurdî 33 tîp in.

Di medreseyê de ji sedî zûdetir pirtûk dihatin xwendin. Herweha piraniya wan pirtûkên ku dihatin xwendin jî, bi Zimanê Erebî bûn. Babetên wek Serf û Nehwa erebî, Fiqh, Hedîs,Tefsîr, Mentiq, Îstî´are, Mûnazere, Usûl, Eqîde, Cebir û hwd... 

Li virê ji destpêka xwendinê heta ku Xwendina Medresê kuta dibe, navê hin pirtûkên ku dihatin xwendin, ev in li jêrêr:

1- ELÎFBÊTIK, fêrbûna destpêkê ya bi tîpên erebî. Lê Kurdan tîpa P, Ç, G, V,  G,  J  lê zêde kirine û li gor Fonetîka Zimanê Kurdî sererast kirine.

2- QUR´AN: Ji misilmanan re pirtûka asîmanî ya herî pîroz e û xwerû bi Zimanê Erebî ye (bi devoka Qureyşî hatiye nivîsandin). Di vê pirtûka pîroz de 114 sûret lê belê derbarê Ayetan de çendî ku cudatî heye, lê bi piranî tê gotin ku 6666 ayet hene. Quran, li 30 pişkî hatiye parvekirin. Ji her pişkekê re cizû tê gotin. Di her cizûyekê de jî çar beş hene û ji wan re hizb tê gotin.

3- MEWLÛDA KURMANCÎ: Piştî kutakirina  xwendina Qur´anê, Mewlûda Kurmancî tê xwendin. Mewlûda Kurmancî ango jidayikbûna Mihemed Pêxemberî (sxl). Bi naveroka xwe serpêhatî ye ku Melê Bateyî tê de hin bûyerên dîrokî yên li gor baweriya îslamê diyar kirine.

4- NÛBIHARa BIÇÛKAN (NÛBAR):  Ferhengoka mamosteyê nemir a Ehmedê Xanî ye (1651-1707) ku bi helbestkî, hem jî bi kitejimar û  qafiye, bêjeyên  erebî û kurdî bi rengê ferhengok nivîsiye. Xanî  çewa ku wî bi xwe di paşiya Nûbiharê de gotiye, wî ew berhem di 11-ê Adara 1094-an (1683) de nivîsiye.

5- NEHC-UL ENAM: Bi naveroka xwe baweriya (Eqîde) ola îslamê ye û ji aliyê Mele Xelîlê Sêrtî (1754-1843) ve hatiye nivîsandin.

6- EQÎDEYA EHMEDÊ XANÎ: Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn ev berhem, baweriya ola îslamê ye ku mamosteyê nemir Ehmedê Xanî ew bi helbestkî û bi zaravayê kurmancî nivîsiye. Tê de 73 malik hene, hemû bi kêş û qafiye û bi yazdeh kiteyan dikişin.

7- XAYET-UL ÎQTISSAR. Xwerû bi Zimanê Erebî ye.

8- ÎBNÛ QASIM, nivîskarê wê Îbnû Qasim Kurd bûye û xwerû bi Zimanê Erebî ye.

9- BACÛRÎ, nivîskarê wê Îbrahîm Bacûrî Kurdî bûye, xwerû bi Zimanê Erebî ye.

10- TESRÎFA KURMANCÎ: Ev pirtûka bi zimanê kurdî li ser Serfa (Kişandina lêkeran) erebî ji aliyê Mele Elî Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Kesê ku vê pirtûkê dixwîne, hemûyî jiber dike.

11- EMSÎLE: Pirtûk bi Zimanê Erebî ye û li ser Serfa erebî hatiye nivîsandin.

12- ´IZZÎ: Pirtûk bi Zimanê Erebî û li ser Serfa rebî hatiye nivîsandin.

13- EWAMILA CURCANÎ: Ev pirtûk bi naveroka xwe Nehw (rêziman) e û bi Zimanê Erebî hatiye nivîsandin. Navê nivîskarê wê, Ebdulqadirê kurê Ebdurehman ê Gurganî (Kurd) ye.

14- ZURÛF (AMAN): Ev pirtûka bi zimanê kurdî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî (Kurd) ve hatiye nivîsandin.

15- TERKÎB: Ev pirtûka bi zaravayê kurmancî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî ve bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin.

16- SE´DULLAHA SEXÎR: Ev pirtûka xwerû bi zimanê erebî, şerha ´Ewamila Curcanî ye ku Nehwa Erebî bi awayekî berfirehtir daye nasandin. Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn, nivîskarê wê Se´dullah SEXÎR (Kurd) e.

17- ŞERH-IL MUXNÎ: Ev pirtûka Nehwa erebî xwerû bi Zimanê Erebî hatiye nivîsandin.

18- S´EDÎNÎ: Ev pirtûka Serfa erebî xwerû bi Zimanê Erebî hatiye nivîsandin. Herweha ew şerha pirtûka Izzîyê ye. Nivîskarê wê Se´dê Tevdezanî Kurd bûye.

19- HELL: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa Erebî ye û bi erebiyeke pir hişk hatiye nivîsandin.

20- SE´DULLAHA GEWRA: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa Erebî ye û bi zimanê erebî, ji aliyê Se´dullah Gewre (Kurd) ve hatiye nivîsandin.

21- NETAIC-UL EFKAR, Felsefeya Grekî (Yunan) ye û bi Zimanê Erebî hatiye wergerandin.

22- SIYÛTÎ. Xwerû bi Zimanê Erebî ye.

23- CAMÎ, xwerû bi Zimanê Erebî ye û ji aliyê Mewlana Camî ve hatiye nivîsandin.

24- MUXNÎT-TULAB, mentiq e û bi Zimanê Erebî ye.

25- ÎSAXÛCÎ, mentiq e, nivîskarê wê Mele Xelîlê Sêrtî ye.

26- QEWLEHMED, mentiq e û bi Zimanê Erebî ye.

27- ´USSAMA WEDD´Ê: Pirtûk, xwerû bi Zimanê Erebî ye; rewş û tertîba çêkirina tiştan dide zanîn.

28- ´USSAMA ÎSTδARÊ: Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye, rewş û tertîba çêkirina tiştên ne heqîqî (mecaz) dide zanîn.

29- ŞERHA WELÎD: Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye, bi naveroka xwe Mûnaqeşe û Munazzere ye.

30- HAŞIYA EBDULWEHAB xwerû bi Zimanê Erebî ye.

31- HAŞIYA ´USSAM xwerû bi Zimanê Erebî ye.

32- HAŞIYA EBDULHEKÎM  xwerû û bi Zimanê Erebî ye.

33- ŞERHŞEMSÎ, mentiq e. Nivîskarê wê, Se´dê Tevdezanî Kurd e.

34- MUXTESSER, felsefe ye, nivîskarê wê, Se´dê Tevdezanî Kurd e.

35- ŞERH-UL EQAÎD:  Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye, rewş û rêveçûna hemû baweriyan beyan dike û li dinyayê çiqas cûre bawerî hene tevek nivîsîne. Nivîskarê wê, S´edê Tevdezanî Kurd e.

36- CEM´IL CEWAMI´:  Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye, bi naveroka xwe ´Ilmê Usûlê ye; ji destpêka xwendinê hetanî vê pirtûkê, pirtûkên ku bihurîne kurteya hemiyan diyar kiriye. Tê gotin ku nivîskarê wê Kurd e.

37- ŞAFÎ (lûxet): Pirtûk xwerû û bi Zimanê Erebî ye.

38- ÎMTÎHAN (Nehw): Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye.

39- EBÛTALIB (Nehw). Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye.

40- ÎBNÛ ´UQEYL (Nehw). Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye.

41- TESSRÎFA EREBÎ (Serf), nivîskar: Mele Elî Kurd bûye û xwerû bi Zimanê Erebî ye.

42- QIZILCÎ (Serf): Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye, nivîskarê wê Kurd bûye.

43- QEREDAXÎ (Serf) Pirtûk xwerû bi Zimanê Erebî ye nivîskarê wê Kurd bûye.

44- DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ. Pirtûk bi zimanê kurdî ye.

45- MEM Û ZÎNa Ehmedê Xanî: Pirtûk bi zimanê kurdî ye.

46- RÎSALA HEMÎDÎYE: Pirtûk bi Zimanê Erebî ye.

47- ŞERHA LUBABÊ (Nehw): Pirtûk bi Zimanê Erebî ye.

48- SITÛR, çêbûna Tiştan beyan dike, bi Zimanê Erebî ye, lê navê wê  bi kurdî ye ango mezin û qelew.

49- RÎSALA WED´Ê, Rewşa Çêbûna tiştan  beyan dike, bi Zimanê Erebî ye.

50- RÎSALA ÎSTδARÊ: Mecaz û teşbîhan beyan dike, pirtûk bi Zimanê Erebî ye.

51- SILÊMANÊ KURDÎ, Şerî´et: Pirtûk bi Zimanê Erebî ye. Ji aliyê Silêman Kurdî ve hatiye nivîsandin.

52- TENWÎR-UL QULÛB, Tesewuf e, ya şêx Mihemed Emînê Hewlêrî ye.

53- ÎRŞAD-UL´ÎBAD, Şerî´et, Şêx Zeynedînê kurê Ebdulezîz ê Milêbarî (kurd) nivîsiye, bi Zimanê Erebî ye.

54- FETAWA ÎBNÛ HECER, şerî´et, îbnû Hecer bi Zimanê Erebî nivîsiye, heşt cild in.

55- MÎNHACUTTALIBÎN: Pirtûk bi Zimanê Erebî ye.

56- MUXNÎ-L MUHTAC, şerî´et, çar cild, şerha Mînhacê, bi Zimanê Erebî ye.

57- FETH-UL MÛ´ÎN, şerî´et, bi Zimanê Erebî ye.

58- δANETUT`TALIBÎN, şerî´et, çar cild in, bi Zimanê Erebî ye.

59- BÛCEYREMÎ, şerî´et, çar cild in, bi Zimanê Erebî ye.

60- EL TEQRÎR bi Zimanê Erebî ye.

61- EHYA-UL ´ULÛM bi Zimanê Erebî ye.

62- ÎRŞAD-UL ´ÎBAD, şerî´et e, bi zimanê kurdî ji aliyê Xelîfe Ûsiv ve hatiye nivîsandin.

63- TEFSÎRA CELALEYN ya Quranê.

64- TEFSÎRA SAWÎ ya Quranê, çar cild in.

65- TEFSÎRA CEMEL, ya Quranê, pênc cild in.

66- TEFSÎRA QAZÎ BEYDDAWÎ ya Quranê, çar cild in.

67- TEFSÎRA ÎBNÛ KESÎR, ya Quranê çar cild in.

68- TEFSÎRA KEŞAF ya Quranê duwazdeh cild in.

69- TEFSÎRA MENAR ya Quranê yazdeh cild in.

70- TEFSÎRA FEXRÊ RAZÎ ya Quranê.

71- TEFSÎRA XAZÎ ya Quranê.

72- TEFSÎRA REMEL ya Quranê.

73- TEFSÎRA MUHMEL ya Quranê.

74- DURRET-UL WA´IZZÎN ya Quranê.

75- RIYADDUS`SALIHÎN bi Zimanê Erebî ye.

76- DELÎL-UL FALIHÎN, heşt cild in.

77- MUSLIM hedîs e.

78- BUXARΠ hedîs e.

79- ÎBN-UL MUXTESSER.

80- TACUR`RESÛL pênc cild in.

81- NÎHAYET-UL BÎDAYE.

82- TEZKÎR-UL QURTEBÎ.

83- FETAWA HEDÎSÎYE.

84- NÛR-UL EBSSAR.

85- XERPÛTÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî, bi navê kevn ê Elezîzê ye.

86- EL QERSÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî bi navê bajarê Qersê ye.

87- SIYERUN`NEBÎ hedîs e.

88- QISSES-UL ENBIYA.

89- MUHEMMED RESÛL.

Berî ku dawî lê bê, ji van  89 pirtûkên ku bi rêzê nav û babeta  wan li jorê hatiye nivîsandin zêdetir, 24 pirtûkên din jî hene ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin.

Îcar li gor dabeşkirina şaxên xwendinê ev 89 pirtûk weha ne:

- 36 pirtûk, fêrkirina ziman û gramatîk in.

- 14 pirtûk ên alîkarên dersê ne.

- 12 pirtûk ên şerî´etê ne.

- 11  pirtûk ên Tefsîra Qur´anê ne.

- 13 pirtûk ên  Hedîsê ne.

-   3 pirtûk ên Siyerê ne.

- 24 pirtûk klasîkên kurdî ne.

TEVEK: 113 pirtûk in.

HER TIŞT VEDIGERE SER BINGEHA XWE

Çendê ku ji dema Cuntaya Kenan Evrenê devşîrme (1980) ku êdî Medreseyên Kurdî hema bêje bi temamî hatin tunekirin, lê gotineke Pêşiyên Kurdan weha gotiye: ”Giya di binê keviran de namîne” û ”Her tişt vedigere ser koka xwe” niha jî Medreseya Kurdî hin bi hin vedigere ser kewna xwe ya berê.

Di van 20 salên dawîn de Medreseya Kurdî ne tenê li Kurdistanê, lê li nava Tirkiyê jî geş bûye û paytexta Enqerê jî perwerdehiya xwe didomîne. Ji xwe li bajarê Stenbolê gelek medrese hene.

Dema ez li ser vê babetê lêkolîn dikim, çendî ku li gelek medreseyan bi zimanê Tirkî perwerde tê kirin jî, lê belê her ku diçe Medrese dîsa vedigerin ser tewra berê.

Çend roj berê ew çalakiya ku Medreseya Hedbî li dar xistiye û bi sedan rewşenbîrên Kurd tê de beşdar bûne, şanaziyeke mezin e û hêjayê pîrozkirinê ye.

Bêguman çi kesê û çi tiştê yan çi civata ku serpêhatiya xwe ya bihurî nizanibe û paşeroja xwe neyne ber çavan, ew nikare pêşeroja xwe jî sererast bike.

Bi hêviya serkeftina Medreseya Kurdî li hemû cihwarên kurdnişîn, her şad û bextewer bin…

26/ 09/ 2024

Zeynelabidin Zinar

+46707675516

pencinar.z@gmail.com

XELAT