"Bîranînên min ên qet nayên jibîrkirin" Pêşgotina Gelawêj Xanimê

"Bîranînên min ên qet nayên jibîrkirin" Pêşgotina Gelawêj Xanimê

Demek dirêj bû min dixwest hin bîranînên xwe yên jibîra min neçûne binivîsim, li gel çend kesên pir hêja û ezîz ku bandorek mezin li ser jiyan, karakter, adet û kirinên min hebûye.

Kesê yekemîn ku ji pênc-şeş saliya xwe ve ez bi rastî, paqijî, nefret li durûtiyê û di heman demê de ê ku ez perwerde kiribûm û di heman demê de peyv û navên milletperestî, têkoşîn, girtîgeh, girtin û serdegirtina malan da ez fêrkirim, xalê min Hemze Ebdullah yê serbilind bû.

Kesê duyemîn jî, xalê min ê delal û kêmwêne, xalê min ê mezin Mihemed Abdullah bûye. Ev xalê min jiyana xwe xiste li ser jiyana min, diya min û xwişka min da. Jin jî neanî û nezewicî û bê nevî ma, ha îro ha sibê wê jinekê bînê digot: “Nekû ez jinê bînim û digel xwîşk û biraziyên min de ne baş be û bi were bolebol bike û wê demê dê pirsgirêkên me derkevin.

Ev xalê min ê delal û bêhempa em wisa mezin kirin ku di dirêjiya jiyan û zarokatiya xwe de heta ku ez zewicîm û gihîştim vî temenî, min qet xwe hest nekiriye ku ji bavê xwe dûr bûme. Her çiqas min bavê xwe kêm didît û me pêre jiyan nekir, ji ber ku ez ji zarokatiya xwe ve di destê dapîra xwe de (diya diya xwe) mezin bûm, hertim di rêya Bexdadê û Musilê bûn ji ber ku xalên min li zanîngehê li kolêja Bexdadê dixwendin, çûnkî xalê min yê mezin derçûyê kolêja leşkerî bû, xalê min Hemze jî derçûyê kolêja hiqûqê bû li Bexdadê. Her çiqas ez behsê van herdû xalên xwe bikim hîna her kême..

Her çiqas bavê min (Salih Fetah) mirovekî pir jêhatî bû jî, ku ji eşîra Quçabeg a resen û navdar bû. Ew mirovekî pir dilovan û mîhreban bû, bi awayekî hertim bavê min hez dikir pariyê devê xwe jî bide hejar û qurbaniyan..

Her weha bavê min li cem hemûyan gelekî xweşewîst û hezkirî bûye, bi taybetî li cem xalên min û dapîra min, lê belê ji ber cudahiya temen ku bavê min jinek din hebû, ku her dotmama wî bûye, jineke gelek birêz û fîdekar bû, her weha zarokên bavê min jê hebûye, dema ku dayîka min anî hîna zarok bû, ji ber wê yekê dayîka min digel bavê min rênedikeft ku rojekê li mala xwe dibû , rojekê jî li mala dayîk û birayên xwe dibû. Ji ber ku xalê min Mihemed hatibû sirgûn kirin û dûrxistin bo başûrê Êraqê bo (çola Efik û Dîwaniye) yê, dayîka min bi temamî ji bavê min dûrkeft û digel bira û dayîka xwe çû bo başûrê Êraqê, lê belê bi bê berdan. Ji ber ku bavê min ji dayîka min re her digot: Eger mehkeme û hikûmet zimanê min bibirin, berdana te nayê ser zimanê min. jiber ku ji dayîka min pirr hez dikir û her weha navê berdanê (telaqê) jî wê demê şerm û ne şîrîn bû.

Kesê min ê sêyem ku nayê jibîrkirin dapîra min a şîrîn (dayika dayîka min) bû, ku ez di hembêza wê a dildar de mezin bûm.

Di wê temenê biçûk de ez matmayî mam ku dapîra min xwendevan bû, lê diya min nexwendekar bû, ew jî ji ber ku dapîra min ji bajarê Wanê ya Kurdistana Tirkiyê bû. Ew keça zanayekî mezin bi navê (Seyîd Silêman Srî) bû. Bapîrê Seyîd Silêmanî kurê Şêx Mihemedê neviyê Şêx Mûsa Berzencî ye. Dema diya min hat Zaxoyê, dibîstana keçan lê tune bû, tenê dibistana kuran hebûye.

Kesê çarem diya min a şîrîn a bêhempa ye, ku ewqas jineke wisa baş, dilnizm, dilsoz û bêwestan bû ku mirov nikare bi behskirin û nivîsandina çend dêran li ser wê dawî nayê. Diya min pirraniya jiyana xwe di nav tengasiyan de derbas kiriye, jiber rewşa nexweş ên ku xalên min têde dijiyan, ku ji aliyê hikûmetên lidû hev ên Êraqê ve dihatin şopandin, ew qas êş kişandin, hatin girtin, sigûnkirin û dihatin dûrxistin.

Diya min a delal, pir kêmwêne bûye, hunermendekî dest û tiliyên wê rengîn bû, ji dirûtin,nexşe û xişirkirin û çêja birêxistinkirina malê bigire heta destmalên bedew, bi dest û tiliyên xwe hunermendek pir xweşik bû, ku nan û xwarinên wê pir bi nav û deng û xweş bûn, em jî bi saya wê fêrî xwarina xweş bûn. Ji ber vê yekê ez û hindek keçên xwe gelek caran pirsgirêka nan û xwarinê xweş û nexweş dikişînin. Bi ser de jî diya min xwedî dengekî xweş bû.

Ezîzê min ê pêncem, ku bîranîn, reng, şeklê wî yê xweşik û gotinên xweş hertim li ber çavê min e û di guhên min de deng vedide û hê jî di hişê min de taze ye, hevjînê min ê nemir û bêhempa (Îbrahîm Ehmed) bavê Hêro ye.

Bavê Hêro ne tenê di dema ciwaniya min de, di hemû deman de û di jiyana xwe de her tim hespsiwarê xewn û xeyalên min bû. Mûyên wî yên spî, û di dawiyê de serê wî yê spî dîmena herî xweş û dîtina min a herî xweş bû.

Bavê Hêro, dema ku min ev rêz jê re dinivîsand, dema ku min pirtûkek xwe pêşkêşî wî kir, min ev çend rêz min jê re got:

Be yekem wişey dildarî katî ciwanîm

Bo awazî besozî hemû lawêtîm

Bo dilsozî û bêwêney temenim

Bo diwa dêrî eşq û xweşewîstîm

Bo ewey le naw eşkewt û ser şaxekanda hawdemim bû

Le xerîbî û derbederîda wilatim bû

Bo ewey le pakî paktir, le rastî rasttir bû

Qelay berzî hîwa û awatim bû

Bo ewey şeydayî rûxsar û şêtî şorîm bû

Deryayî bê sinûrî brwa û nazim bû

Êsta çon bê ew bijîm û çon brwa bikem

 Ke wa le çawtrukanêkda îtir lêm wun bû?

 

Ez wisa difikirim ku ev çend rêz nîşan didin ku bavê Hêro çi mirovekî dilsoz bû û têkiliya me bihevre çawa bû! Ji ber vê yekê ez li ser bavê Hêro ewqas dinivîsim.

Xwendevanên rêzdar û delal, li min bibûrin ku nivîsandina bîranînên min hinekî paş û pêş ketine, min awayekî sadeyî û kurd nivîsandiye. Bi rastî ez ji vê awayê nivîsînê hez dikim ku weku pêşgotina (Ber bi Şikefta Mêrxasan) de nivîsandiye ez dixwazim ku Fatê, Xule, Ame û Ebdul jî ji van nivîsên min fêm bikin.

Di rastiyê de ez qet ji pirbûna van peyv û têgînên nû yên ku bûne mijara vê demê hez nakim, bêyî ku bizanim ev peyv û hevokên nû ji çi tên, ji kîjan ferhengê hatine ku xwendevan tevlihev dike. Ji bo fêmkirin û fêrbûna peyvên weha ecêb. Bi rastî ev yek li hemberî zimanê resen a kurdî ye. Ez bi xwe ji wan fam nakim û naxwazim qet fam bikim.

 Gelawêj

14/7/2008

Silêmanî

 XELAT/ Amadekirin: Dawûd Çîçek