ROJAVA- Serkutkirina Durziyan li Sûrî

Serokê Têkiliyên Derve yê rêxistina MAFê Mehmûd Eyûb, roja çarşemê 16/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Mehmûd Eyûb bal kişand ser daxuyaniyên şanderê Amerîka bo Sûriyê Tom Barak ên li dijî mafê kurd û divê li hemberî van helwestan bêne rawestandin her weha tekez li wê yekê jî kir ku dive mafê hemû pêkhateyan li dahatuya Sûriyê de parastî bin.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 XELAT