ROJAVA- Teqandina Kenîseya Mar Elyas li Şamê

Şivanê Kenîseya Anabaptist a Amerîkî li Silêmanî qeşe (Hesen Ehmed) roja çarşemê 25/6/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Qeşe (Hesen Ehmed) bal kişand ser êrîşa komên tundrew û teqandina kenîseya Mar Elyas li Şamê paytexta Sûriyê ku di encamê de hêjmarek xiristiyan jiyana xwe ji destdan û birîndar bûn.

Qeşe (Hesen Ehmed) tekez li wê yekê jî kir ku ev êrîşa li hember aştiyê û aramiya wî welatiye ku pêkhateyeke resen kiriye armanc.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT