ROJAVA- Astengiyên Konferansa Nîştimanî Kurdî çine?

 Serokê Sekoya Almanî Kurdî (DKF) li Almamya Dr. Ednan Emîn roja çarşemê 23/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de derbarê astengiyên li pêşiya Konferansa Nîştimanî Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêj kirin. Di wê derbarê de Dr. Ednan Emîn behsa giringiya lidarxistina Konferansa Nîştimanî Kurdî bi armanca yekdengî û hevgirtina kurdan kir.

Dr. Ednan Emîn bal kişand ser wê yekê ku divê konferansa Kurdî çarenivîsa xelkê herêma efrînê û Serêkanî û Girêspî gotûbêj bike û biryaran bide û doza gelê Kurd li Sûriyê biparêze.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT