ROJAVA- Armanca civîna Omanê çiye?

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Xerîb Hiso li bajarê Silêmaniyê roja Çarşemê 27/08/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Xerîb Hiso bal kişand ser rêkeftina 10 adarê û astengiyên li pêşiya cîbicîkirina rêkeftinê jiber ku pêşveçûnên bilez li ser asta Sûriyê çêdibin lê desthilata nû ya li Şamê nekariye gavên şênbar ji bo dahatuya Sûriyê bavêje.

Xerîb Hiso tekezî li wê yekê kir ku, divê guhertin ji Şamê destpê bikin wekû navendekî çareseriyê ye û dive hikûmeta vegûhêz ya li Şamê ji çareserî û gûherînê re ne amade ye.

Hiso tekez li wê yekê jî kir ku rola rewanşad Mam Celal di tekoşîna û dîroka xebata netewî ya Kurdistanî de li herçar parçeyên Kurdistanê gelekî giring û diyarker bûye.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT