Projeya (Kembera Erebî) li Rojavayê Kurdistanê
Projeya Erebkirinê ya Baasê
(Kembera Erebî) li Rojavayê Kurdistanê
Armanca sereke ya projeya Kembera Erebî li Sûriyeyê guhertina demografiya axa Rojavayê Kurdistanê û Erebkirina deverên Kurdî bû. Kember, ku wekî Xeta 10 tê zanîn, ji 300 kîlometreyan dirêjtir û 15 kîlometreyan firehtir bû. Ji bajarê Serêkaniyê destpê dikir û li gundê Eyn Dîwar li ser Çemê Dîcleyê li herêma Dêrik Hemko temam dibû.Kembera Erebî
Dîroknasê kurd (Faris Osman), ji bajarê Qamîşloyê ji rojnameya Kurdistan Nwê re axivî û got: Kembera Erebî projeya Mihemed Teleb Hîlal bû, ku dema xwe de berpirsê şûbeya Partiya Baasê bû li parêzgeha Hesekê, ku Erebekî şovenîst bû.

Dîroknasê kurd (Faris Osman)
Kembera Erebî bi dirljahiya sînorê Tirkiyeyê cîbicîkirin
Pisporê dîrokê Faris Osman got jî: "Di sala 1963an de, rayedarên Sûriyeyê piştî çend lêkolîn û analîzan û ji ber kîn û nefreta dîrokî ya wan li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê proje erê kirin, lê di sala 1974an de, projeya Kembera Erebî di dema serweriya Hafiz Esed de li herêma Cizîrê ya parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi dirêjahiya sînorê Tirkiyeyê hate bicîhkirin. "
Guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê
Di berdewamiya axaftina xwe de Faris Osman got: Armanca sereke ya projeyê guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê û erebkirina deverên Kurdî bû. Kembera Erebî ji bo derxistina Kurdan û desteserkirina erdên wan li parêzgeha Hesekê bû, ku zêdetirî 40,000 Erebên hawirdekirî li 38 gundên Kurdan hatine bicihkirin. Ew li ser axa Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.
Rayedarên Baasê nekarîn li gorî projeya xwe welatiyên Kurd derbixin, lê wan piraniya erdên wan ên çandiniyê di bin navê "milkê dewletê" de ji wan standin û Ereb ji parêzgehên Heleb û Reqayê anîn û li gundên Kurdan bi cih kirin.
Gelek Kurd ji regeznameya hemwelatîbûnê hatin bêparkirin
Osman amaje bi wê yekê jî kir ku: "Heta niha ev pirsgirêk berdewam dike û dê yek ji xalên sereke yên danûstandinên di navbera şandeya Kurdî û hikûmeta Şamê de bin.
Ew yek jî Faris Osman da zanîn ku, Piştî şoreşên Kurdî li başûrê Kurdistanê di salên 1960 û 1970an de, hikûmeta Sûriyeyê bi cidî hewla derkirina Kurdan li herêma Cizîrê da û beşek mezin ji kurdan ji mafê hemwelatîbûna Sûriyeyê hatin bêparkirin.
Hevşêweya bicihkirina Cihûyan li Filistînê
Sebaret bi çawaniya derkirina kurdan û plana Baasê jî got: "Plana bicihkirina Erebên hawirdekirî li deverên Kurdî dişibiya bicihkirina Cihûyan li Filistînê. Hikûmeta Baas dizanibû ku li deverên Kurdî yên Sûriyeyê petrol heye, ji ber vê yekê bi cidî li ser projeyê xebitî" .
Got jî: "Di 11ê Mijdara 1964an de, hikûmeta wê demê ya Sûriyeyê tevahiya parêzgeha Hesekê wekî herêmeke sînorî ragihand, û di sala 1965an de, dema ku Mihemed Teleb Hîlal wekî waliyê Hesekê hate tayînkirin, plan ji bo pêkanîna pêşniyarên wî yên ji bo afirandina kembereke Erebî li ser sînorê Tirkiyeyê cidîtir bû," wî got ku Sûriyeyê wê demê tu mafên rastîn ji xwediyên erdên parêzgehê re nehişt û ji bo zêdetirî sê salan çandinî ji cotkarên Kurd re qedexe kir.

Mihemed Teleb Hîlal
Ew li dijî biryarê derketin
Dîroknas Faris Osman aşkira jî kir ku: "Di Hezîrana 1966an de, di demsala çinîna genim û ceh de, Rêvebirê bajarokê Amûdê yê wê demê milazimê yekem (Remezan Ubeyd) nîştecihên gundên (Sûrka, Xezalîkî, Mozan, Hesda, Qerqub, Bab Xêr, Simîtik û gundên din agahdar kirin û hişyarî da xelkê Amûdê ku divê ew amade bin ku mal û gundên xwe biterikînin û yek ji deverên başûrê parêzgeha Hesekê hilbijêrin daku biçin li wir nîştecih bibin, lê ev daxwaz di demek kurt de ji aliyê xelkê herêmî ve hate redkirin û bû sedema şer û birîndarbûna çend welatiyên Kurd. Bi wê yekê biryar hate rawestandin lê dîsa di 1974`an de hate bicih kirin.
Hêjayî gotinê ye ku yek ji xalên konferansa yekhelwêstî û yekrêziya Kurdan li Qamîşloyê, di 26ê Nîsana 2025an de, vegerandina gund û erdên çandiniyê yên welatiyên Kurd û cotkaran bû, ku ji sala 1974an vir ve di bin navên cûda de a şovîniya erebî hatine dagirkirin û erebên hawirde li ser erdên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hatibûn bi cih kirin.
Hejmarên Erebên Hawirde
Sebaret bi hêjmara erebên hawirde Faris Osman da zanîn ku, "Hejmara Erebên hawirdekirî yên di sala 1974an de niha li deverên Kurdan nêzîkî 70,000 in, ku ev girêkakor a dine di danûstandinên di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de ye."
Ji Soranî : Dawûd Çîçek
XELAT/ Kurdistanî Nwê
