HORÎ- Çarenivîsa Pêkhatan li Sûriyê

Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Rêxistina MAF (Mehmûd Eyûb) roja şemiyê 9/8/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Serokê Nûsîngeha Peywendiyên Rêxistina MAF (Mehmûd Eyûb) bal kişand ser konferansa pêkhateyan a ku roja înê 8/8/2025`an li bajarê Hesekê bi beşdariya hemû pêkhateyên netewî û olî û tayîfî yên bakûr û rojhilatê Sûriyê, ku beşdariya nûnerê Durziyan ji Siwêdayê û nûnerê Elewiyan li Lazgiyê bi riya sînevizyonê birêveçû.

Mehmûd Eyûb di axaftina xwe de diyar kir ku divê mafê hemû pêkhateyan li Sûriya pêşerojê de were parastin di sîstemeke nenavendî de ku nûnertiya hemû pêkhate û bi taybetî Kurd di hikûmeta Sûriyê de hebe.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

XELAT